NAVENDA NÛÇEYAN - Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulistan Tara hate avakirin. Komînê ragihand ku dê rêze-dokumantera “Vejîna Kurd” ku dîroka PKK’ê vedibêje jî di demekê kin de weşîne.
Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulistan TARA di hesabên xwe yên medya dijîtal de bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragihand. Komînê di daxuyaniya xwe de li ser armanca damezirandina xwe wiha got: “Di nava rêûresma ragihandina Tevgera Azadiyê ya Kurd de, ji Mazlum Doganan heta bi Gurbeteliyan, ji Apê Mûsayan heta Xelîl Dagan, ji Naziman, ji Cîhanan, ji Kemalan, ji Egîdan heta bi Gulistanan gera li heqîqetê dewam dike û wê dewam bike. Em di serdema ragihandinê de ne. Li gorî vê, pêwîst e ku ev çepera nipînû ya berxwedanê ji bo belgekirina heqîqetê, ji bo bûyerên qewimî ji siberojê re bi awayekî mayînde bimînin û ji bo dîrokeke rast û durist were nivîsandin, hewce ye.”
Di daxuyaniyê de li ser Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan TARA agahî têne dayîn û wiha hate gotin: “Komînê xwe li çar beşên Kurdistanê û li derveyî welêt bi rêxistin kiriye, dest pê kiriye tecrûbe û ezmûnên belgekariya bi qasî nîvsedsalekê ya di nava rêûresma ragihandina azad de, arşîva dewlemend û kulliyata teorîk berhev dike û bi ser hev de tîne. Bi komînbûneke nû xebatên belgekariyê yên li Kurdistanê têne kirin û bi vî awayî; bi vê xebatê xwe didin ber barê belgekariyê.”
JI BO RASTNIVÎSANDINA DÎROKÊ WÊ BI KÊR BÊ
Bi domdarî wiha hate gotin: “Bi vê xebatê û bi vî şêweyî, bi rênîşaneriya heqîqet, belge û agahî-zanînê; bi hêz û palpiştiya dîmen, wê xwegihandina civakan pêk bê û wê ev hemû bi gewde bibin; wê veguherin nirxan, wê tiştên qewimî di bîra civakî de bêne neqişandin û bi vê, wê hetahetayî bimînin. Di heman demê de wê ev yek têra xwe bi kêra rastnivîsandina dîrokê were.
Ji bo ji nû ve civakbûneke azad, demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê pêk bê û di vê çarçoveyê de ji bo tevahî heqîqetên hatine tepisandin û belovajîkirin bêne eşkerekirin, komîna me xwe berpirsiyar dibîne û bêşert û merc xwe dide ber vî kar û barî. Belgekarî tenê bi dayîna daxuyaniyan bi sînor nîne. Di her qada civakê de bîr û hafizayê çêdike, perwerdekarî û rêzaniyê dike ango xwe dide ber barê civakbûnê. Di heman demê de, ew berhemeke hestyar e; cîhana wijdan û zêhniyetê ya civaka demokratîk pêk tîne, baş dike, ava dike. Ev rastiyên ku qala wan têne kirin, sedem û gerek in; da ku xebatên belgekariyê bêhtir bi bandor, berfireh, rêxistinî û hostayî bêne kirin.
Bi vê armancê, em radigihînin ku em bi navê Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan TARA weke beşekî rêûresma ragihandina azad di lêgerîn û têkoşîna dijwar a heqîqetê de cihê xwe digirin.”
MIZGINIYA BELGEFÎLMÊ
Her wiha Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulistan TARA di daxuyaniya xwe de da zanîn ku komuna wan bi kedeke mezin bi xebateke 8 salan rêze-dukumanterekî 90 beş ê bi navê “Vejîna Kurd’ li ser dîroka PKK’ê bi Kurdî û Tirkî weke du versiyonan amade kiriye û mizgînî dide ku wê ev berhema giranbuha di demeke nêz de li pêşberî temaşevanan be.
Komîna Dokumanteran a Şehît Gulîstan Tara ji hesabên medyayê civakî yên li jêr dikare bê şopandin.
Gmail: taradocumentar@gmail.com
YouTube: @KominaDokumanteraTara
İnstagram: kominadokumanteratara
X: @TaraDokumanter