MÊRDÎN - Zanyarê siyasetê Ahme Murat Aytaç banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Banga Ocalan ne tenê ji bo siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê, di heman deme de ji bo hevsengiyên hêzan ên li Rojhilata Navîn û siyaseta Kurdan a li herêmê jî xwedî potansiyeleke mezin e.”
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 27’ê Sibatê de banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî ya cîhanê re parve kir. Nîqaşên têkildarî banga Abdullah Ocalan berdewam in. Ji Akademîsyenên Aştiyê Zanyarê Siyasetê Yrd. Doç. Dr. Ahmet Murat Aytaç têkildarî banga Abdullah Ocalan pirsên ajansa me bersivand.
Aytaç, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan weke “qonaxeke girîng” nirxand û got: “Hem ji hêla naverokê ve hem jî ji hêla derdorên xîtab lê hatiye kirin ve piralî ye. Mirov dikare bibêje ku armanca metnê ew e ku pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bike. Cara ewil e ku serokê rêxistinê raste rast ji bo fesihkirina PKK’ê bang dike. Bi heman awayî jî aliyê dewletê jî bi vê zelaliyê bang dike. Tiştekî wiha cara ewile dibe. Her wiha ne tenê banga berdana çekan e, her wiha balê dikişîne ser xurtkirina civaka demokratîk û qada siyasetê. Di metnê de tê gotin ku ev veguherîn ne tenê vebijêrkeke siyasî ye, her wiha weke mecbûriyetke dîrokî û civakî hatiye formulekirin. Anku hem pêvajoya şer hatiye bidawîkirin hem jî rêbaza têkoşînê ya tevgera siyasî ya Kurd hatiye destnîşankirin. Anku mirov dikare weke arastekirineke stratejîk a têkildarî veguherîna siyseta Kurd e.”
‘BANG XWEDÎ POTANSIYELEKE MEZIN E’
Aytaç, destnîşan kir ku banga Abdullah Ocalan ne tenê ji bo siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê, di heman deme de ji bo hevsengiyên hêzan ên li Rojhilata Navîn û siyaseta Kurdan a li herêmê jî xwedî potansiyeleke mezin e. Aytaç, got: “Lê metna bangê yekser ji pêşkeşkirina plana çareseriyê zêdetir, pêşniyara çarçoveyeke siyasî û hewldaneke giştî ye. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje sê lingên wê hene. Ya 1’emîn siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê, ya 2’yemîn veguherîna tevgera Kurd û ya 3’yemîn jî hevsengiyên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn. Gavên ber bi aştiyê ve dê di mijara çareserkirina dînamîkên tundiyê yên li herêmê de jî gavekî girîng be.”
MA / Ahmet Kanbal