NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Biryargeha NPG’ê diyar kir ku daxuyaniya agirbestê ya PKK’ê ji bo hemû hêzên wan derbasdar e.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) têkildarî agirbesta ji hêla PKK’ê ve hatiye ragihandin, daxuyanî da.
Li gorî nûçeya ANF’ê; Fermandariya Biryargeha NPG’ê di daxuyaniya bi sernavê “Ji hemû Hêzên Parastina Gel re” de wiha got:
“Di çarçoveya banga dîrokî ya Rêber Apo de biryara agirbestê ya ku Partiya me PKK’ê girtiye, ji dîroka 1’ê Adara 2025’ê pê ve derbasdar e, ji bo tevahî hêzên me derbasdar e. Hemû fermandarî û yekîneyên eleqedar divê li hemberî biryara ku Partiya me girtî re hesas nêz bibin û bi awayek temam pêk bînin.
Bêguman li hemberî êrişên ku çêbibin xwe parastina hêzên me û di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva pêwîst dayîn mafekî bingehîn e. Hêzên me li hemberî êrîşên domdar xwedî mafê mîsîllemeyê ne jî.
Bi taybetî ev biryar li gel hêzên me yên ku li Tirkiyê û nakurê Kurdistanê ne, ji bo hemû tîmên fedaî yên taybet erkdar in û hemû yekîneyên otonom, yekîneyên parastina cewherî yên weke MAK, YPS û hwd. jî derbasdar e û divê herkes vê pêk bîne. Hemû pêkhateyên ku xwedî xisleta tevgera otonom in, divê li gorî vê biryarê li ser esasê xwe parastinê ji nûve xwe bi cih bikin. Di vê pêvajoya girîng de tu hêzên me divê di tevdîran de sistbûnê jiyan nekin û di bin her şert û mercê de tevdîrên xwe yên parastinê xurt bigirin.
Di vê pêvajoya dîrokî de ji bo di xeta Rêber Apo de sekn û têkoşînek têrker pêş bixin, divê hemû HPG û yekîneyên girêdayî wê hestiyar bin û bi berpirsyar tevbigerin. Li hemberî rewşên provakatîf ên dibe ku çêbibin divê bi tedbîr bin û li hemberî van rewşan baldar bin. Em bawerin hemû heval li hemberî vê biryarê bi berpirsyar nêz bibin. Li ser vî esasî hemû fermande û şervanan silav dikin, serkeftinê dixwazin.”