Salih Muslim: Gotin û kirinên rêveberiya Şamê ji hev dûr in

  • rojane
  • 09:39 26 Sibat 2025
  • |
img
RIHA - Endamê Konseya Serokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku ji bo "Kongreya Diyaloga Niştimanî" nehatine vexwendin û got: "Gotinên û kirinên rêveberiya Şamê hev nagirin. Em li bendê ne ku piştî banga birêz Abdullah Ocalan li herêmê pêvajoyeke nû dest pê bike." 
 
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala 2011’an de dest pê kir û piştî Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) di Mijdara 2024’an de rejîma Esad hilweşandî, ber bi qonaxeke cuda ve çû. Ahmed Şara xwe weke serokkomarê rêveberiya demkî îlan kir û êrişên ser Elewiyan û gel û baweriyên cuda hêj didomin. Bangên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo pêvajoya demkî jî hêj esas nehatine girtin. Li hêla din Durziyan bi daxwaza xweseriyê Meclisa Leşkerî ya Suweydayê ragihandin. 
 
Rêveberiya Ehmed Şara duh li Şamê “Kongreya Diyaloga Niştimanî” li dar xist. Rêveberiya Xweser ji bo kongreyê nehate vexwendni. Her wiha Durzî û gelek derdorên cuda jî ji bo kongreyê nehatin vexwendin. Rêveberiya Xweser, diyar kir ku kongreya hatiye kirin nûnertiya gelên Sûriyeyê nake û got: “Em ji naveroka kongreyê memnun nînin û dê nebin parçeyeke encamên wê.” 
 
Endamê Dîwana Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî geşedanên li Sûriyeyê axivî. 
 
'RÊVEBERIYA XWESER RANAGIRIN’ 
 
Salih Muslim, diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke ku hemû gel û bawerî tê de tên temsîlkirin hatiye avakirin û got: “Ev pergala me bi xweşiya gelek netewe dewletan neçû. Rejîma Baasê li dijî vê sekinî. Me hewl da ji wan re vê pergalê vebêjin lê qebûl nekirin û hilweşiyan. Hebûna Kurdan qebûl nekirin. Rejîm hilweşiya û rejîmeke nû hat. Kesên di vê rejîmê de cih digirin jî komên cîhadperest in. Bermahiyên komên weke El Nusra û DAIŞ’ê ku di demên berê de li dijî me şer kirine û komên girêdayî Tirkiyeyê li cihên dagirkerî kom bûbûn. Wan, dest danîn ser rêveberiya Şamê. Van koman hinek soz dane dewletên navneteweyî û îdia kirine ku dê demokratîk bibin.” 
 
Bi domdarî Salih Muslim anî ziman ku piştî hilweşîna rêveberiya Esad, êrişên ser ser Rêveberiya Xweser bi dawî nebûne û wiha got: “Tehemûla tiştên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin nakin. Hinek komên ku navê SMO’yê lê hatine kirin, êrişî herêmên Rêveberiya Xweser kirin. Pevçûn hê berdewam in. Tirkiye di nava van pevçûnan de heye. Êrişên ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê didomin. Hewl didin derbasî aliyê rojhilatê Firatê bibin. Ev yek ji bo Kobanê xetere ye.” 
 
'TEDARÎKA PETROLÊ TIŞTEKÎ NÛ NÎNE’ 
 
Salih Muslim, da zanîn ku li aliyekî li dijî êrişan disekinin û li aliyê din jî deriyê diyalogê vekirî dihêlin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demekî nêz berê dest bi şandina petrolê ya ji bo Şamê kir. Ji sala 2011’an ve ye em xwe diparêzin û me got ku em parçeyeke Sûriyeyê ne. Me got ku li Şamê kî dibe bila bibe em amade ne pê re lihev bikin. Ji rejîma berê heta niha didome. Me bi rejîma berê re çendek hevdîtin kirin. Bi taybet jî di mijara firotina berhemên petrolê de. Di demên dawî de ev qut bûbûn. Niha dîsa lihevkirinek çêbû û me dest bi şandinê kir. Tiştekî nû tune ye. Mîna berê didome. Petrol, a gelên Sûriyeyê ye. Ev ne geşedaneke nû ye lê pêşketineke erênî ye.” 
 
'GOTIN Û PRATÎKÊN WAN JIHEV DÛR IN’
 
Bi domdarî Salih Muslim anî ziman ku ji bo “Kongreya Diyaloga Niştimanî” ya li Şamê nehatine vexwendin û wiha got: “Tu kes nehate vexwendin. Bermahiyên komên DAIŞ û El Nusrayê yên me di demên berê de pê re şer kiribûn jî hebûn. HTŞ’ê bangî kes û komên têkiliyên wan pê re hene vexwend. Nûnerên partiyên siyasî yên nûnertiya gel dikin nehatin vexwendin. Dibêjin ‘em bangî siyasiyan nakin’ lê wisa nîne, ev hincet e. HSD avadaniyeke leşkerî ye lê li vir gelek sazî û dezgeh hene. Heke tu Rêveberiya Xweser bi temamî li derve bihêlî, tu tiştekî rast nakî. Dibe ku hesasiyeteke te li dijî Kurdan hebe lê çima Ereb û Suryanên li vir nehatine vexwendin? Dibêjin ‘pêvajoya diyalogê ya herkesî digire navxwe’ lê ev gotin ji pratîkê dûr e.” 
 
'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN SUWEYDAYÊ’
 
Di berdewamê de Salih Muslim bal kişand ser têkiliyên wan ên bi Meclisa Leşkerî ya Suweydayê re û wiha got: “Demokratîkbûn, xwe bi xwe birêve birin, meseleya zîhniyetê ye. Divê mirov ji demokrasiya radîkal bibawer be. Her cihê me xwe gihandiyê me karî vê zîhniyetê biguherînin. Gelan karîn bi hev re bijîn. Her kes bi ziman û baweriya xwe di nava Rêveberiya Xweser de dijî. Vê zîhniyetê bandor li derdorên cuda jî kir. Di serî de jî li Suweydayê. Ji sala 2012’an heta niha têkiliyên me bi hev re hene. Xuyaye ku bibandor bûne. Niha her kes dibêje ku rêveberiya me ji bo tevahiya Sûriyeyê guncav e. Li Suweydayê gel di çarçoveya xweparastinê de hate gel hev. Ev, mafê wan e. Hem Elewî hem jî derdorên cuda jî dê ji vê guherîna zîhniyetê bibandor bibin. Em piştgiriyê didin Suweydayê. Hêvîdarim li cihên cuda jî di çarçoveya xweparastinê de heman avadanî derkevin holê.” 
 
PEYAMA ABDULLAH OCALAN 
 
Salih Muslim, destnîşan kir ku hemû derdorên li Sûriyeyê tenê li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û got: “Bendewariya me ne mudaxileya Îsraîlê ne jî ya Tirkiyeyê ye. Heke di vê pêvajoyê de xwe tevî karên navxweyî yên Sûriyeyê nekin, dê Sûriyeyî bi xwe di nav xwe de lihev bikin û dê bikarin paşeroja xwe misoger bikin. Divê derdorên derve yên dixwazin mudaxile bikin, rêzê ji bo îradeya gel bigirin û bi demokrasiyê re bin. Ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê ev ferz e.”
 
Salih Muslim, bi lêv kir ku peyama tê payin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bide dê bandorê li geşedanên li herêmê bike û axaftina xwe wiha qedand: “Tirkiye hewl dide me û PKK weke hev nîşan bide û bi dijminane nêz dibe. Heke birêz Ocalan bangekî bike, dê nêrîna Tirkiyeyê ya li hemberî me jî biguhere. Bi milyonan Kurd hene. Tevek jî ji bo birêz Ocalan rêz digirin. Birêz Ocalan dê ji bo başiya gelan bangekî bike. Hêvîdarim ku piştî vê bangê mudaxileya Tirkiyeyê ya ji bo karên navxweyî yên Sûriyeyê kêm bibin. Bi vê bangê re dê li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû dest pê bike. Çav û guhê gelan li banga birêz Ocalan e. Em nizanin ka dê birêz Ocalan çi bibêje lê em piştrast in ku dê ji bo başiya gelan bang bike. Çi were gotin jî dê gelê Kurd bi wan gotinan bike. Me heta niha çi kiribe, me di çarçoveya paradîgmaya birêz Ocalan de kir û me encam bi dest xist. Dê ji vir û şûnde jî vê bidomînin.” 
 
MA / Emrullah Acar

Sernavên din

13:58 Balafira artêşa Sudanê ket: Herî kêm 46 kes mirin
13:57 Ji Zeyneb Celaliyan name: Divê gelên Rojhilat û Îranê li dijî darvekirinan dengê xwe derxînin
13:37 Li Mûglayê starta 8’ê Adarê tê dayin ZINDÎ
13:17 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
13:10 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tayînkirina qeyûman nîqaşên ji bo çareseriyê jehrî dikin
13:07 Meclisa Jinan a Sûriyeyê: Em careke din zilmê qebûl nekin
13:06 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
11:58 Salek û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Mahmût Altintaş
11:12 DEM Partiyê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:03 DEM Partî: Ji bo Ahmet Turk serlêdan hate kirin
10:50 Li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin
10:49 Sevîm Bellî dê sibe bê definkirin
10:48 Rojnameger Oznûr Deger sewqî girtîgeheke cuda kirin
10:47 Cemîle Turhalli: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
10:10 'AKP pratîkên derbeya 1980'yî pêk tîne'
10:10 Leşkerên payebilind ên ji 'çeteya fihûşê' tên darizandin hê jî li ser kar in
10:07 Bersiv da Wezîrê Dadê: Ma tecrîd di mewzûatê de heye?
09:39 Salih Muslim: Gotin û kirinên rêveberiya Şamê ji hev dûr in
09:04 Şaredariya AKP'î rêyên xerabe çênake û pirsgirêka bêhna nexweş çareser nake
09:02 Qeyûm îhaleyên av û qenalîzasyonê betal kir
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2025’AN
25/02/2025
16:17 Li Êlihê starta 8’ê Adarê hate dayin
15:40 ‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ bi rexne û boykotê dest pê kir
15:08 Li Liceyê esnafekî tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir
14:26 Bakirhan: Divê formuleke li gorî cidiyeta bangê bê dîtin
14:10 Li Wanê meşa ‘Jin bi têkoşîna azadiyê aştiyê birêxistin dikin’ hat lidarxistin
12:44 Bakirhan: Em di qonaxa destpêkeke nû de ne
11:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:47 HSD: Êrişên dagirkeriyê hatin têkbirin
11:08 Meclisa Jinan a DBP’ê dê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixe
10:21 Birayê xwe vegot: Emrê Mehmet Yavuzel biçûk bû lê dilê wî mezin bû
10:19 Biryara dadgehê ya bêcezahiştina polîsan: Wê di dema pêş de bitirse sûc bike!
10:06 Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek
09:57 Der heqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:49 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
09:30 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:23 'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
09:03 Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin
09:03 Serokê SUDEF'ê Turker: Suryanan tim qîmet dane gotinên Ocalan
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN
24/02/2025
16:50 Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin
16:07 Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê
15:15 Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
15:07 Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
14:51 Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin
14:48 Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin