AGIRÎ - Danişîna doza rojnameger Abdullah Kaya ku ji ber nûçeya têkildarî cerdevanên di hilbijartinê de tevî çekên xwe dengê xwe dayin tê darizandin, hate taloqkirin.
Rojnameger Abdullah Kaya têkildarî cerdevanên di Hilbijartina Giştî ya 14’ê Gulana 2023’yan de li navçeya Giyadîn a Agiriyê tevî çekên xwe çûbûn ser sindoqê û dengê xwe dabûn, nûçeyek çêkiribû. Ji ber nûçeyê, bi îdiaya “Daneyên şexsî bi awayekî derhiqûqî parve kiriye yan jî bi dest xistiye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna 2’yemîn a Kaya li Dadgeha Cezayên Giştî ya Giyadînê hat lidarxistin. Kaya û parêzerê xwe di danişînê de amade bûn.
Kaya, got ku rojnameger e û tu nûçeyên çêkiriye sûc nînin. Piştî parastina Kaya, dadgehê bi daxwaza temamkirina delîlên kêm û lêkolînkirina qerta çapemeniyê danişîna dozê taloqî 18’ê Hezîranê kir.
Di danişîna ewil a doza Kaya de cerdevanê bi navê C.Y. ku gilî kiribû, giliyê xwe paşve kişandibû.