NAVENDA NÛÇEYAN - Zeynep Celaliyan, di salvegera anîna xwe ya li Girtîgeha Yezdê de nameyek nivîsand û xwest ku gelên Rojhilat û Îranê li dijî darvekirinan dengê xwe derxînin.
Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan di 25’ê Sibata 2008’an de hate girtin û xistin Girtîgeha Yezdê. Piştre jî girtiyê muebbeta girankirî lê hate birîn. Bi ser girtina Zeyneb Celaliyan re 17 sal derbas dibin. Bi boneya salvegera girtina xwe, girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan nameyek ji Girtîgeha Yezîdê şand.
Nameya Zeyneb Celaliyan wiha ye:
“Ji destên min bêhna kulîlkan dihat û ji ber çandina gulan ceza li min birîn. Lê kesî ne difikirî ku ez ê gulekê biçînim. Zilmê di dilê min de êşeke kûr hêla ku ez qet ji bîr nakim. Ez zarokek biçûk bûm û helgirtvanek ya peyamek mezin a ji bo azadî û jiyana azad bûm. Di 25’ê Sibata 2008’an de min dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi bajarê şirîn yê Kirmaşanê kir lê çeteyên zilmê di rê de ez revandim û birin cihekî xerîb.
Nobedarên bi cil û bergên reş kevneşopiyek xerîb hebûn. Li wî cihê tirsnak destûr nedidan ku kes kesê bibîne. Çavê min bi rupoşeke reş girtibûn û ji min dipirsiyan; ‘Navê te çi ye?’ Min di got; ‘Navê min Zeyneb e.’ Li min dixistin û carek din dipirsiyan; ‘Navê te çi ye?’ Dubare min di got; ‘Navê min Zeyneb e’ û carek din li min dixistin. Îşkence li min dikirin û dîsa pirs dikirin; ‘Navê te çi ye?’ Bi caran, bi deh caran dubare dubare dipirsiyan. Min bersiv jî dabûya û bêdeng jî mabûma, tiştek nedihat guhertin. Îşkence berdewam dikir. Min mejî û zîhniyeta wan a nexweş fam nedikir. Di wê cihê tarî de paceyeke ku ronahiyê bide nebû. Ji ber ku nobedarên zilmkar wek beqên kor e, ji ronahiyê ditirsiyan.
Piştî çend mehan sewqî girtîgehê hatim kirin. Girtiyên wir jin bûn. Lê reftara wan ji ya mêrên nenas xerabtir bû û êşa vê yekê ji min re girantir bû. Piştî çend mehên bi bendewarî û sekinandina bi êş, rojekê bi dengekî nefret ji hoperlora girtîgehê gazî min kirin. Dest û lingên min zincîr kirin û ez derxistim dadgeheke formalîte. Min 3 deqeyan li gel dadwer bi zimanê dayika xwe axaftin kir. Min nas nekir. Heta guh nedan gotinên min jî. Ji bo cezayê darvekirinê bi ser min de bi sepîne wî piştbestiya çi kir? Nizanim.
Paşê ez birim Tehranê û li wir ez şeş mehan di hucreya yekkesî de mam. Ji bo ku ez bi zorê sûcên xwe îtîraf bikim û ji bo hevpeyîvîna bi zorê, zext kirin. Piştî çend salan pasewanên hikûmetê bi gefan dayika min anîn Tehranê. Qêrînên diya min tijî têgihiştin bûn ku nayên vegotin. Ji bo wê gelek zehmet bû ku ew êşa dûrbûna ji zaroka xwe û sepandina cezayê darvekirinê li zaroka xwe bikişîne. Êşa diya min ji sebra wê zêdetir bû. Lê li ber zilm û zordaran serî netewand. Diya min sembola xemeke mezin bû; bêguman gotinên min nikarin xemgîniya mezin vebêjin.
Piştî 6 mehan ez şandim Kirmanşanê. Bi caran min daxwaz kir ku ji bo parêzgeha xwe werim veguhestin. Lê 7 salan di girtîgeha Kirmanşanê de mam. Piştre ez ji bo girtîgeha li bajarê xwe hatim şandin û 4 salan jî li wir dibin zextên derûnî û ruhî de mam. Şevekê ku dema razanê hatibû ragihandin û bêdengiyek kujer girtîgehê dagirtibû, pasewanên zilmkar dîsan vegeriyan û dest û lingên min zincîr kirin, ez birim girtîgeha Qerçekê. Ez di girtîgeha demkî de hatim girtin, li wir ez bi vîrusa koronayê ketim. Lê min tu lênêrîn û tedaviyek bijîşkî wernegirt. Cîgerên min gelek zerar dîtin. Min gelek caran daxwaza veguhestinê kir lê bersiv nedan. Min neçarî greva birçîbûnê kirin.
Piştî gelek rojên bendewariyê, nîva şevekê ku girtî di xew de bûn û tenê dengê kuxika min bêdengî dişikand, dîsan pasewanên zilmê hatin bi kelemçeyan ez bi zorê birim Kirmanê. Ne çavek hebû daxwazên min bixwîne, ne guhek hebû gotinên min bibihîse, ne jî dilek hebû hevxemiyê gel min bike. Piştî çend mehên tenê û tecrîdkirî, qedexeya telefon û hevdîtinê, nebûna kara bankayê, di êvareke xembar û bi mij de li Kirmanê, hêzên girtîgehê bi sondên derew û bi darê zorê, ez sûrgûnê Kirmaşanê kirim.
Tevî van hemûyan jî piştî vê sirgûna bi darê zorê, min çavên xwe bi laşekî westiyayî û nexweş girt da ku bêhnek bêhna xwe bidim. Lê dengê pasewanan derfeta bêhnvedanê neda min, dest û lingên min girê dan, çavên min girtin û ez birim Yezdê. Min salên dûr dirêj di nava vê tarîtiyê de bi hemû êş û zehmetiyên wê, bê telefon û serdanan derbas kir. Niha çar sal û çar meh in ez di girtîgeha Yezdê de me.
Di vê girtîgeha tarî de çavên xwe li hev digirim. Kadastroya jiyanê ya li derveyî girtîgehê di xeyalên min de ma ye. Min bêriya hembêza dayika xwe ya germ, awirê bavê xwe ya dilovan, kenê xwişka xwe û heta aciziya birayê xwe kiriye. Ez ji bo gelê dilgerm û mêvanperwer ê Kurdistanê û muzîka Kurdî xemgînim. Min bêriya bêhna axê, bilbilan, darên berû û lawirên berû xwer kiriye, dilê min li ber kaniyên zelal, çemên diherikin, çiyayên bilind û şevên bi stêrke.
Li gel hemû êş û azaran 17 sal derbas bûn… 17 sal!
Xelkê birêz ê rojhilatê Kurdistan û Îranê
Karbidestên vê rejîmê welatê dayika me wêran dikin, ciwanên me dikujin, wan darve dikin an jî bi giranî cezayên girtîgehê lê dibirin. Kan û çavkaniyên me yên xwezayî talan dikin, aboriya welat têk didin, xizanî û birçîbûn her derê bi xwe girtiye.
Hûn ê heta kengê li hemberî van wêrankerên bêrehm bêdeng bimînin? Heta kengê hûn dixwazin li benda wêrankirina welat û siberoja zarokên xwe bimînin û tiştek nebêjin? Ma em layiqê jiyaneke wiha rûreşî ne?
Mirovên delal ên vê axê!
Werin hev bigirin û bi yek dengî biqêrin;
Ji kuştinê re na, ji darvekirinê re na, ji girtîgehê re na, ji xizaniyê re na, ji birçîtiyê re na…
‘Ger hûn li ber dîtina neheqiyê hêrs bibin, hûn hevrêyên min in - Che Guevara’
Zeyneb Celaliyan
Girtîgeha Yezdê - 25’ê Sibata 2025’an”