Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin

  • rojane
  • 10:55 17 Sibat 2025
  • |
img

AMED - Ji endamên Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê Akin Bîrdal diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyê çareser bibe û got: "Em ê ji bo biçin Girava Îmraliyê serlêdanê bikin. Divê deriye tecrîdê li demokrasi û aştiyê were vekirin."

Piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re têkildarî çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd nîqaş hatin destpêkirin. Ji bo xurtkirina hewldanên aştiyê, bi beşdariya wêjevan, akademîsyen û siyasetmedaran Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê hate avakirin. Endamê Hewldanê Akin Bîrdal têkildarî xebatên Hewldanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Akin Bîrdal, diyar kir ku di demên berê de hemû firsendên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatine tunekirin û pêvaya di navbera 2013-2015’an de bi bîr xist. Bîrdal, wiha got: “Mixabin çênebû. Di 1’ê Cotmehê de Devlet Bahçelî destê xwe dirêj kir û geşedaneke ku hêj nav lê nehatiye kirin pêş ket. Îktîdar weke ‘Pêvajoya aştiyê’ binav nake. Lê belê em jê re dibêjin ‘Aştî an jî çareseriya demokratîk’ û ji bo diyalogê vî navî lê dikin. Hesreta aştiyê di 2013-2015'an de nehatibû civakîkirin. Hinek jî bi veşarî di navbera HDP û îktîdarê de meşiya. Lê niha hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rewşenbîr jî tê de cih digirin. Weke rewşenbîr, rojnameger, nivîskar û siyasetmedaran me di 14’ê Kanûnê de ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin bangek kir. Ji ber ku berpirsyartiya her kesî tê de heye ku ev rejîm veguherî rejîmeke şer, pevçûn, binpêkirina mafan. Lewma rizgariya ji vê tarîtiyê berpirsyartiya me tevan e. Bi vê berpirsyartiyê em bi rê ketin û me ev nav li hewldana xwe kir.” 
 
'DIBE KU EM JI BO ÇÛNA ÎMRALIYÊ SERLÊDANÊ BIKIN’ 
 
Bîrdal, da zanîn ku ji bo hevdîtinê bi Serokê Meclisê, serokê giştî yê CHP’ê, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û hevserokên giştî yên DEM Partiyê serlêdan kirine û wiha got: “Hevdîtina me ya bi Pervîn Buldan û hevserokên giştî yên DEM Partiyê re erênî derbas bû. Em ê bi partiyên siyasî, rêxistinên kedê û hwd. re jî hevdîtinan bikin. Dibe ku em ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdanê bikin.” 
 
'JI EWIL DIVÊ ZIMANÊ AŞTIYÊ BÊ AVAKIRIN’ 
 
Bi domdarî Bîrdal, anî ziman ku peyamên Abdullah Ocalan girîng in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Got ku hêza wî heye ku pêvajoya tundî û pevçûnan derbasî zemîna siyaseta demokratîk bike. Her wiha metna ji 7 xalan a piştî hevdîtina duyemîn gelek girîng bû. Bi taybet jî got ku divê veguherîneke demokratîk hebe û divê her kes tev li pêvajoyê bibe. Lê mixabin îktîdarê hêj nav lê nekiriye û zimanê aştiyê ava nekiriye. Heke îradeyeke wiha hebe, divê ji ewil zimanê aştiyê bê avakirin. Pirsên gelo dê çek kengî bên berdan, dê di bin kontrola kê de bibe û aliyê sêyemîn kî ye? Ev pirs nehatine bersivandin. Îktîdar dibêje divê çek bên binçavkirin. Gelo dê li ku binax bikin, dê bidin kê, aliyên hiqûqî yê vî karî çi ye. Ev tevek nediyar in. Ji bo ev tevek bên axaftin, divê ji ewil azadiya fikr û ramanê hebe, azadiya çapemeniyê hebe û madeyên Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê bê guherandin. Divê her kes bikare bi rehetî biaxive û binivîse. Divê gav bên avêtin ku tiştek pêş bikeve. Lê mixabin neavêtine. Berevajî vê, gavên neyînî diavêjin. Qeyûm, binçavkirina rojnamegeran û hwd. mînakên vê ne.” 
 
Di berdewamê de Bîrdal bal kişand ser nîqaşên piştî silavdayina Bahçelî li Meclisê dest pê kirin û wiha pê de çû: “Ev gava Bahçelî gelek girîng e. Piştî nîqaşên 1’ê Cotmehê 2 jê bajarên mezin li 11 şaredariyan qeyûm tayîn kirin. Israra di vê de nayê fêmkirin. Bi taybet jî di vê serdemê de. Çima di qeyûman de ewqas israr dikin nayê fêmkirin.” 
 
'DIVÊ KOMÎSYONA NEXŞERÊYÊ YA MECLISÊ BÊ AVAKIRIN’ 
 
Bîrdal, got ku navnîşana esasî ya çareseriya pirsgirêkê Meclis e û ev tişt anî ziman: “Li gorî min divê îktîdar û muxalefet di mijara nexşerêyê de li Meclisê komîsyonekê ava bikin. Divê ev komîsyon bi rola lihevanîna aliyan li xwe bigire. Divê yekser hiqûqeke vê pêvajoyê çêbike û diyar bike ka dê kengî çi were kirin. Divê her kes bizane ka çi dike. Divê pêvajo nediyar nebe. Nexwe nediyarî rê li ber bêhêvîtiyê vedike. Lewma divê ajandeyek hebe. Divê hedef ew be ku her kes bi rengê xwe, wekhev û azad bijî. Divê misogeriya vê jî destûra bingehîn be. Divê ji bo vê inyetek hebe. Gotina ‘min kir û bû’ rê li ber şikestinan vedike.” 
 
'DIVÊ DERIYÊ TECRÎDÊ LI DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ VEBE’ 
 
Akin Bîrdal, daxuyand ku bi peyameke aştiyê ya îktîdarê re dikare bi çapemeniya alîgir re yekser rewşeke erênî ava bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Hêj deriyê Îmraliyê nehatiye vekirin. Hêj jî nahêlin Ocalan bi parêzer û malbatê re hevdîtinan bike. Divê deriyê tecrîdê li demokrasî û aştiyê were vekirin û Abdullah Ocalan bikare bi rehetî bi her kesî re biaxive. Ev yek dê ji bo aştiyê baş bibe. Divê tecrîd bi dawî bibe. Israra di tecrîdê de israra di neçareseriyê de ye. Civakîkirina aştiyê berpirsyartiya her kesî ye. Divê kedkar, rêxistinên kedê, kedkar, xebatkar, hunermend û her kes ji bo aştiyê bixebitin, bibêjin û biaxivin. Divê em ji bo aştiyê bimeşin. Ji bo aştiyê divê em piştevaniyê bikin. Ji bo çareseriya vê pirsgirêka sedsale didome û pêkvejiyaneke wekhev û azad divê em bi hev re Tirkiyeyê ava bikin.” 
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

19/02/2025
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû
10:17 Nameya Reyhan Hacioglu ya hatiye reşkirin
09:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî dest pê kir
09:39 ‘Divê Kurdî bide zimanê perwerdeyê û xwedî statu be’
09:06 'Hejmara kesên fêm dikim lê nikarim biaxivim pir zêde ye'
09:05 Daxwazên Kurdan û dostên wan zelal in: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:03 Ekmen: Em ê ji bo veguherîna demokratîk tevkariyê bikin
09:00 ROJEVA 19’Ê SIBATA 2025’AN
18/02/2025
21:33 Di êrişên Tirkiyeyê de 18 xwendekar û mamoste hatin qetilkirin
21:03 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinan dan: Hûn nikarin pêşî li têkoşîna gel bigirin
16:42 Konseya Bajar a Amedê xwest qanûna qeyûm bê betalkirin
16:35 YNK’ê piştî hevdîtinê daxuyanî da: Tekan rêya çareseriyê diyalog e
16:34 Li dijî serdegirtinan polîsan nobeta çand û hunerê
16:16 MKG’ê bertek nîşan da: Rojnamegerên binçavkirî berdin
16:14 Ji ber êrişên dewleta tirk ên li dijî rojnamegeran ji NY’ê re name şandin
16:14 Êrişa ser Newroz Uysal hate şermezarkirin
15:53 Şande çû serdana Rojnewsê
15:53 'Ma mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê Wanê tune ye?’
15:30 Bakirhan: Banga Ocalan dê bibe ‘Nexşerêya’ pêvajoyê
15:22 Di protestoya qeyûm de îşkence: Polîsan mil û tiliyên wî şikandin
15:08 Li Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
14:18 Şandeya Îmraliyê: Dê hesreta Mam Celal azadî pêk bê
14:18 DBP’ê ji AKP’ê re got: Dev ji têkbirina hêviya aştiyê berdin
13:59 229 parêzerên îranî ji bo 3 girtiyên jin bang kirin
13:54 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga piştevaniyê kirin
13:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:33 Kemal Kiliç hat bibîranîn: Pênûsa wî dê li erdê nemîne
13:30 Li Wanê bîlançoya qeyûm: 400 binçavkirî, îşkence û girtin
13:27 Ji çar bajaran ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin
13:21 Ji ber îfadeyên îtîrafkar Akbiyik 6 sal ceza dan Rojda Çîftçî
13:08 Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed
12:47 Bakirhan: Îktîdara AKP’ê hewl idde hewldanên ji bo diyalogê sabote bike
12:20 Şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê daxuyanî da: Hemû aktorên Kurd dê rolekî dîrokî bilîzin
11:53 Îdiaya di serdagirtina malê de îşkence
11:52 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bêrîtan Canozerê
11:39 Berteka li dijî binçavkirinan: Em ê serî netewînin
11:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî bi dawî bû
11:15 DFG û DÎSK Basin-Îş’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan
10:47 HDK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bêdeng nebin
10:41 Zanyara Siyasetê ya ji Rojhilat: Îran li ber hilweşînê ye
10:14 DEM Partî: Zîhniyeta li dijî muxalefeta civakî şer daye destpêkirin dê winda bike
10:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî dest pê kir
09:47 Li Behra Egeyê erdhejeke din çêbû
09:45 Di tevahiya şevê de li dijî qeyûm çalakî hatin lidarxistin
09:05 Li Botanê çanda dengbêjiyê
09:04 Meha pîroz a Elewiyan: Xizir
09:01 Berdevka TJA ya Şirnexê: Ji bo pêşketina pêvajoyê pêşî divê tecrîd bê rakirin
09:01 Ji şaredariya AKP'ê zexta 'endamtiya sendîkaya alîgir'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
08:52 Li dijî HDK û rojnamegeran operasyon: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin
08:51 Çawişekî pispor ê dihat gotin întîhar kiriye mir
17/02/2025
17:08 Li Wanê piştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin
17:07 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Firsenda dîrokî Ocalan e
16:18 Saziyên zimên: Perwerdeya bi Kurdî xeta me ya sor a jêneger e
15:44 Kesên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:41 Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin
15:38 Hevşaredarê Tetwanê Erol hate binçavkirin
14:32 Nêçîrvan Barzanî: Firsendeke girîng û dîrokî ye
14:25 Zeydan: Hûn nikarin vîna gel xesp bikin
14:11 Lêkolîn: Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sedî 97,8 e
14:08 Ji ber êrişan ceyrana 60 gundan tune ye
13:54 Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya
13:41 Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin
13:36 Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir
12:13 22 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
12:07 Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in
12:05 Şebnem Korur Fîncanci: Ji ewil divê demokrasî û edalet bê cîbicîkirin
11:40 ‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’
11:17 Şandeya Îmraliyê: Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo pêşketina çareseriyê piştgiriyê bide
11:15 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
11:12 Der heqê Îmamoglû de îdianameya ‘pisporan’
10:55 Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin
10:54 Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî
10:17 Fatma Bostan Unsal: Ji bo aştiyê firsendek çêbûye
10:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî dest pê kir
09:54 'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’
09:37 ‘Divê di navbera Îzmîr û Wanê de pirek bê avakirin’
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN
08:55 Xwebûn bi manşeta ‘Ziwan sereke bo’ derket
08:41 Ciwan li dijî komplo û qeyûman li qadan bûn
16/02/2025
16:45 Li dijî xespkirina vînê çalakî
15:22 Peyamên Abdullah Ocalan gihîştin Mesûd Barzanî
15:17 Li Sûriyeyê di 15 rojan de 9 jin hatine revandin
14:04 Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser: Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:44 Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
11:05 Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin
10:33 Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
09:33 Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn