NAVENDA NÛÇEYAN - Li Peruyê banê navendeke kargehan tebiqî û li gorî agahiyên destpêkê; 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 80 kes jî birîndar bûn.
Li welatê Amerîkaya Başûr Peruyê banê navendeke kargehan tebiqî û li gorî agahiyên destpêkê; 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 80 kes jî birîndar bûn. Wezareta Karên Hundir ragihand ku banê navendeke kargehan a li bajarê Trujîlloyê tebiqî ye û di bûyerê de 3 jê zarok bi giştî 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 80 kes jî birîndar bûne. Wezaretê, got ku xebatên wan ên ji bo xelaskirina welatiyên din didome.
Navenda Operasyonên Rewşên Lezgîn (COER) jî diyar kir ku îxtîmal heye ku hejmara miriyan zêdetir bibe.