Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin 2025-02-17 10:55:12 AMED - Ji endamên Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê Akin Bîrdal diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyê çareser bibe û got: "Em ê ji bo biçin Girava Îmraliyê serlêdanê bikin. Divê deriye tecrîdê li demokrasi û aştiyê were vekirin." Piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re têkildarî çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd nîqaş hatin destpêkirin. Ji bo xurtkirina hewldanên aştiyê, bi beşdariya wêjevan, akademîsyen û siyasetmedaran Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê hate avakirin. Endamê Hewldanê Akin Bîrdal têkildarî xebatên Hewldanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Akin Bîrdal, diyar kir ku di demên berê de hemû firsendên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatine tunekirin û pêvaya di navbera 2013-2015’an de bi bîr xist. Bîrdal, wiha got: “Mixabin çênebû. Di 1’ê Cotmehê de Devlet Bahçelî destê xwe dirêj kir û geşedaneke ku hêj nav lê nehatiye kirin pêş ket. Îktîdar weke ‘Pêvajoya aştiyê’ binav nake. Lê belê em jê re dibêjin ‘Aştî an jî çareseriya demokratîk’ û ji bo diyalogê vî navî lê dikin. Hesreta aştiyê di 2013-2015'an de nehatibû civakîkirin. Hinek jî bi veşarî di navbera HDP û îktîdarê de meşiya. Lê niha hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rewşenbîr jî tê de cih digirin. Weke rewşenbîr, rojnameger, nivîskar û siyasetmedaran me di 14’ê Kanûnê de ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin bangek kir. Ji ber ku berpirsyartiya her kesî tê de heye ku ev rejîm veguherî rejîmeke şer, pevçûn, binpêkirina mafan. Lewma rizgariya ji vê tarîtiyê berpirsyartiya me tevan e. Bi vê berpirsyartiyê em bi rê ketin û me ev nav li hewldana xwe kir.”    'DIBE KU EM JI BO ÇÛNA ÎMRALIYÊ SERLÊDANÊ BIKIN’    Bîrdal, da zanîn ku ji bo hevdîtinê bi Serokê Meclisê, serokê giştî yê CHP’ê, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û hevserokên giştî yên DEM Partiyê serlêdan kirine û wiha got: “Hevdîtina me ya bi Pervîn Buldan û hevserokên giştî yên DEM Partiyê re erênî derbas bû. Em ê bi partiyên siyasî, rêxistinên kedê û hwd. re jî hevdîtinan bikin. Dibe ku em ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdanê bikin.”    'JI EWIL DIVÊ ZIMANÊ AŞTIYÊ BÊ AVAKIRIN’    Bi domdarî Bîrdal, anî ziman ku peyamên Abdullah Ocalan girîng in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Got ku hêza wî heye ku pêvajoya tundî û pevçûnan derbasî zemîna siyaseta demokratîk bike. Her wiha metna ji 7 xalan a piştî hevdîtina duyemîn gelek girîng bû. Bi taybet jî got ku divê veguherîneke demokratîk hebe û divê her kes tev li pêvajoyê bibe. Lê mixabin îktîdarê hêj nav lê nekiriye û zimanê aştiyê ava nekiriye. Heke îradeyeke wiha hebe, divê ji ewil zimanê aştiyê bê avakirin. Pirsên gelo dê çek kengî bên berdan, dê di bin kontrola kê de bibe û aliyê sêyemîn kî ye? Ev pirs nehatine bersivandin. Îktîdar dibêje divê çek bên binçavkirin. Gelo dê li ku binax bikin, dê bidin kê, aliyên hiqûqî yê vî karî çi ye. Ev tevek nediyar in. Ji bo ev tevek bên axaftin, divê ji ewil azadiya fikr û ramanê hebe, azadiya çapemeniyê hebe û madeyên Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê bê guherandin. Divê her kes bikare bi rehetî biaxive û binivîse. Divê gav bên avêtin ku tiştek pêş bikeve. Lê mixabin neavêtine. Berevajî vê, gavên neyînî diavêjin. Qeyûm, binçavkirina rojnamegeran û hwd. mînakên vê ne.”    Di berdewamê de Bîrdal bal kişand ser nîqaşên piştî silavdayina Bahçelî li Meclisê dest pê kirin û wiha pê de çû: “Ev gava Bahçelî gelek girîng e. Piştî nîqaşên 1’ê Cotmehê 2 jê bajarên mezin li 11 şaredariyan qeyûm tayîn kirin. Israra di vê de nayê fêmkirin. Bi taybet jî di vê serdemê de. Çima di qeyûman de ewqas israr dikin nayê fêmkirin.”    'DIVÊ KOMÎSYONA NEXŞERÊYÊ YA MECLISÊ BÊ AVAKIRIN’    Bîrdal, got ku navnîşana esasî ya çareseriya pirsgirêkê Meclis e û ev tişt anî ziman: “Li gorî min divê îktîdar û muxalefet di mijara nexşerêyê de li Meclisê komîsyonekê ava bikin. Divê ev komîsyon bi rola lihevanîna aliyan li xwe bigire. Divê yekser hiqûqeke vê pêvajoyê çêbike û diyar bike ka dê kengî çi were kirin. Divê her kes bizane ka çi dike. Divê pêvajo nediyar nebe. Nexwe nediyarî rê li ber bêhêvîtiyê vedike. Lewma divê ajandeyek hebe. Divê hedef ew be ku her kes bi rengê xwe, wekhev û azad bijî. Divê misogeriya vê jî destûra bingehîn be. Divê ji bo vê inyetek hebe. Gotina ‘min kir û bû’ rê li ber şikestinan vedike.”    'DIVÊ DERIYÊ TECRÎDÊ LI DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ VEBE’    Akin Bîrdal, daxuyand ku bi peyameke aştiyê ya îktîdarê re dikare bi çapemeniya alîgir re yekser rewşeke erênî ava bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Hêj deriyê Îmraliyê nehatiye vekirin. Hêj jî nahêlin Ocalan bi parêzer û malbatê re hevdîtinan bike. Divê deriyê tecrîdê li demokrasî û aştiyê were vekirin û Abdullah Ocalan bikare bi rehetî bi her kesî re biaxive. Ev yek dê ji bo aştiyê baş bibe. Divê tecrîd bi dawî bibe. Israra di tecrîdê de israra di neçareseriyê de ye. Civakîkirina aştiyê berpirsyartiya her kesî ye. Divê kedkar, rêxistinên kedê, kedkar, xebatkar, hunermend û her kes ji bo aştiyê bixebitin, bibêjin û biaxivin. Divê em ji bo aştiyê bimeşin. Ji bo aştiyê divê em piştevaniyê bikin. Ji bo çareseriya vê pirsgirêka sedsale didome û pêkvejiyaneke wekhev û azad divê em bi hev re Tirkiyeyê ava bikin.”    MA / Mujdat Can