Şoreşgerê Ereb Alkanoglû: Di warê muzakereyê de divê şert û merc bên xurtkirin

  • rojane
  • 09:45 14 Sibat 2025
  • |
img

MÊRDÎN - Şoreşgerê Ereb Çetîn Alkanoglû diyar kir ku yek ji sedemên herî girîng ên komploya li dijî Abdullah Ocalan paradîgmaya modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst e û got: "Xwestin pêşeng 'bêtesîr bikin' û li welat, herêmê û qada navneteweyî pêşî li vê paradîgmayê bigirin."

Şoreşgerê Ereb Çetîn Alkanoglû diyar kir ku Komploya 15'ê Sibatê ji ber ku Rêberê PKK'ê Ocalan li dijî modernîteya kapîtalîst pêşengtî kiriye pêk hatiye û got: "Çareserî wê hemû gelan, kêmneteweyan, baweriyên cuda, kedkaran, jinan, ciwanan û xwezaya vê erdnîgariyê azad bike."
 
Di ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 26 sal derbas bûn. Abdullah Ocalan her çendî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de be jî, bi paradîgmaya ku derxist pêş, bû rênîşander ji gelan re. Felsefeya Abdullah Ocalan ku ji bo gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navînê modela jiyana bi hev re di nava şert û mercên aştiyane û demokratîk de derxist pêş, hê jî  ji bo gelan cihê hêviyeke mezin e. 
 
Yek ji damezrînerên Komeleya 78’an û Hevserokê Komeleya 78’an a Şaxa Mêrdînê Çetîn Alkanoglu diyar kir ku gelek sedemên komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê hene û got: "Lê ya herî girîng ew e ku paradîgmaya ku birêz Ocalan ji destpêkê ve diparast û di destpêka salên 1990'î de gelekî eşkere bû, pergala navneteweyî ya kapîtalîst-emperyalîst nerihet kir. Têgihiştina modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst pêş ket, ne tenê li welat û herêmê, li qada navneteweyî jî bandorên girîng kir. Ji bo van bandoran ji holê rakin komplo hat kirin. Di komployê de tasfiyekirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê hate pêşandan. Birêz Ocalan di vî warî de hem di warê pratîk û hem jî di warê teorîk de rola pêşengiya navneteweyî girtibû ser milê xwe. Xwestin pêşeng bêbandor bikin û pêşî li geşedanên di vî warî de bigirin.
 
‘TENDURISTIYA BIRÊZ OCALAN, GOTINA WÎ Û HELWESTA WÎ GIRÎNG E'
 
Alkanoglû da zanîn ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî bê misogerkirin û wiha got: “Em wekî 78'n li dijî tecrîdê ne, li ser kê û li dijî kê bê kirin em wê wekî sûcê li dijî mirovahiyê dibînin. Serdest ji bo bêbandorkirina kesên ku ji bo xwe xeternak dibînin tecrîdê wekî rêbazekê bi kar tînin. Zagonên faşîst ên heyî jî tecrîdê red dikin. Qanûnên faşîst ên heyî jî, tecrîdê red dikin. Li gor qanûnan mafên girtî û hikumxwaran hene. Lê rewşa li Îmraliyê taybet e. Rewşa ku em wekî 'hiqûqa Îmraliyê' bi nav dikin, li dijî qanûnên xwe hiştine. 26 sal in bi tecrîdê nahêlin birêz Ocalan fikirên xwe di nava civakêd e bide der. Lê halbûkî li vî welatî bi milyonan mirov îmze dan ku birêz Ocalan wekî Rêber qebûl dikin. Lewma hem tenduristiya wî, hem gowî û hem jî helwesta wî girîng e." 
 
HÊZA ÇARESERIYÊ YA ABDULLAH OCALAN
 
Alkanoglû da zanîn ku li Tirkiyeyê gelek krîz hene û sedema bingehîn a van krîzan tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêvajoya pevçûnê ye. Alkanoglû got: “Dema ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bi qismî tê sistkirin, di civakê de rehetiyeke cidî çêdibe. Civak di wê baweriyê de ye ku hêza çareseriyê ya Ocalan heye. Desthilatdariya heyî û yên dewletê bi rê ve dibin, ji her kesî baştir bi hêza çareseriyê ya birêz Ocalan dizanin." 
 
GAVÊN PÊBAWER
 
Alkanoglû da zanîn ku hevdîtinên şandeya Îmraliyê û Abdullah Ocalan û peyamên dewlet û PKK'ê ji nêz ve dişopînin û got: "Niha hemû nûnerên civakî, pêkhateyên cuda yên siyasî û heta parêzvanên pergalê, peyamên ku hatine dayîn girîng dibînin û girîngiyê didin wan. Birêz Ocalan ji bo şert û mercên 'desthilatdariya civakî' ji bo pêvajoya aştiyê û demokrasiyê pêş bikeve, înîsyatîf girtiye û zorê dide ku pêvajo bi vî awayî pêş ve biçe. Hevdîtinên di ser şandeyê re tên kirin û peyamên tên dayîn girîng in, lê ji bo çareseriyê ne bes in. Di warê muzakereyê de divê şert û merc bên zexmkirin. Ji bo çêbûna çareseriyê pêdivî bi baweriyê û rihetbûna civcakî heye. Ji bo pêbaweriyê jî divê gavên pratîk bên avêtin. Ji bo bawerî û rihetbûnê jî gava ewil bidawîbikirina tecrîdê ye."
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

16/02/2025
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan
14:50 Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin
14:48 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Çareserî bi azadiya fîzîkî pêkan e
14:38 Şandeya Îmraliyê çû Herêma Federal a Kurdistanê
14:00 Birayê Ridvan Karakoç: Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin
13:56 Gelê Wanê li dijî qeyûm li kolanan e
13:33 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm mezin dibin: Şaredarî yên gel in
12:57 GGC: Bila bêhiqûqî bi dawî bibe
12:34 Tulay Hatîmogûllari: Gelo armanca we astengkirina pêvajoyê ye?
Bakirhan: Em ê biçin Wanê û têbikoşin
12:28 DBP: Li dijî darbekaran dê berxwedana me bidome
12:21 MSD: Divê Kongreya Diyalogê ya Niştimanî jinûve were avakirin
12:07 Gelê Kurd û dostên wan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li Strasbourgê ne
11:45 CHP’ê bertek nîşanî qeyûm da: Helwesta hevpar girîng e
11:27 Îmamoglû bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
11:26 DÎSK Basin-Îş: Em ê êrîşên li dijî rojnamegeran ji rêzê nebînin
11:12 Li Wanê zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin
11:09 DFG û MKG: Rojnamegeran serbest berdin
11:09 Kuçukbalaban: Dikarin salvegera komployê veguherînin firsenda çareseriyê
10:51 Protestoyên komployê: Ji Ocalan re azadî
10:24 Kahtali Miçê jiyana xwe ji dest da
10:23 Xwe bi paradîgmaya Abdullah Ocalan birêxistin kirin
09:56 DBP: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
09:36 Zeydan: Dê derbekar winda bikin
09:36 Dema qeyûm derbasî şaredariyê dibû gel got ‘Diz heye’
09:35 DEM Partî: Em ê li dijî zîhniyeta qeyûm bisekinin
09:27 Stratejiya hilbijartinê wekî sedema girtinê hat nîşandan
09:10 Dê bendava DSÎ'yê dîrokê jî tune bike!
09:07 ‘Li dijî tundiya mêr xeta xweparastinê divê'
09:04 Dê doza Mîraçê ku bi wesayîta zirxî hat qetilkirin jinûve bê lidarxistin
09:02 ‘Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin tên hedefgirtin’
09:00 ROJEVA 15’Ê SIBATA 2025’AN
07:56 Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin
07:51 Pankarta deynên qeyûm rakirin: Li pêşiya avahiya şaredariyê protestoya ‘diz hene’
07:48 Abdullah Zeydan teblîgat îmze nekir
07:45 Ser şaredariyê de girtin: Rojnameger hatin binçavkirin
07:43 Polîsan ser şaredariya Wanê de girtin
06:01 Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê ji piştve kelepçekirî hat binçavkirin
14/02/2025
16:41 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê çû serdana DEM Partiyê
16:36 Komeleya Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:31 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e!
15:28 Talabanî: Cihgirtina Kurdan a di avakirina Sûriyeya nû de dê bi xwe re îstîqrarê bîne
14:35 Xelkê Sêrt û Rihayê piştgirî dan berxwedana Wanê
14:27 Girtiyên nexweş ên li Antalyayê ev saleke sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
14:20 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin
13:37 Parêzerê Îtalî: Azadiya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê bi ser bixîne
13:26 Polîsan kablo birîn û li ser dep alaya tirkan xêz kirin
13:14 Dayik li ber xwe didin: Em ê tu caran serî netewînin
12:39 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:50 Di êrişa dewleta tirk de jinek hate qetilkirin
11:38 Hevşaredar Hatun li qada çalakiyê bang kir: Ji xeletiya xwe vegerin
11:15 Ji DEM Partiyê 4 xalên çareseriyê
11:13 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:45 Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin
10:25 Xelkê Wanê: Me duh rê neda wan û dê îro jî nedin
09:47 Li Wanê ji ber berfê rêya 235 gund û mezrayan hatin girtin
09:46 'Di çarçoveya mafê aştiyê de divê Ocalan azad bibe'
09:45 Şoreşgerê Ereb Alkanoglû: Di warê muzakereyê de divê şert û merc bên xurtkirin
09:35 Li Akdenîzê serdema qeyûm: Mobîng, gef û qirkirina karkeran
09:35 ‘Gel ji felsefeya Abdullah Ocalan hêzê digirin’
09:11 KON-MED: Em di 15'ê Sibatê de biherikin mitînga Strasbourgê
09:09 Behsa nasîna xwe ya bi Ocalan re kir: Girêdana min a bi têkoşînê re zêde bû
09:04 Di 13 saliya xwe de bavê xwe nas kir, 17 sal in li benda berdana wî ye
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2025'AN
08:48 Nobet di roja 4’an de didome: Gelê Wanê dê dîsa bi ser keve
08:35 Guh nadin berf û zivistanê nobet digrin
07:21 Cemîl Bayik: Nameya Rêber Apo gihîşte me
13/02/2025
16:30 Bertek nîşanî qedexekirina bîranîna Şêx Seîd da: Kurd ev 100 sal in li ser pêya ne
16:20 Nobeta li Wanê: Guh bidin gotinên Ocalan û ji vîna gel re rêzdar bin
16:07 Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin
15:54 Pervîn Buldan çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
15:42 Nasnameyên 32 welatiyên li Şengalê hatin qetilkirin bi salan piştre hatin eşkerekirin
15:17 Binarê Qendîlê hate bombebarankirin
15:16 Serokkomariya Iraqê ‘Qanûna statuya rewşa kesî’ erê kir
15:09 Di doza Sûrê de 11 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Atalay
14:07 Zengîn a AKP’î ji bo ‘vasî’ li Gergerlîoglû bê tayînkirin serî li dadgehê da
13:03 Komek rewşenbîrên misliman: Divê meclis berpirsyariyê bigire ser xwe
12:39 Nobeta li Wanê didome: Beriya şahiyê gel bicoş e
12:27 Li Xarpêtê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:19 Walîtiyê Amedê bîranîna Şêx Seîd qedexe kir!
12:14 Hêlîn Umît: Naveroka bangê dê di rojên pêş de zelal bibe
11:51 Binçavkiriyên li Stenbolê sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:31 Li Wanê peyama ‘Em berê bi ser ketin, dê dîsa bi ser kevin’
11:31 Zeydan: Wan bi sekna xwe bûye hêvî û serfiraziya her kesî
11:01 Mehmet Ocalan: Çareserî dê ji bo her kesî baş be
10:28 Erdemîrcî: Divê bi ruhê 26 sal berê li pêvajoyê xwedî derkevin
10:25 Gelê Wanê: Em ê şaredariya xwe nedin wan
10:04 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin