Şoreşgerê Ereb Alkanoglû: Di warê muzakereyê de divê şert û merc bên xurtkirin 2025-02-14 09:45:31 MÊRDÎN - Şoreşgerê Ereb Çetîn Alkanoglû diyar kir ku yek ji sedemên herî girîng ên komploya li dijî Abdullah Ocalan paradîgmaya modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst e û got: "Xwestin pêşeng 'bêtesîr bikin' û li welat, herêmê û qada navneteweyî pêşî li vê paradîgmayê bigirin." Şoreşgerê Ereb Çetîn Alkanoglû diyar kir ku Komploya 15'ê Sibatê ji ber ku Rêberê PKK'ê Ocalan li dijî modernîteya kapîtalîst pêşengtî kiriye pêk hatiye û got: "Çareserî wê hemû gelan, kêmneteweyan, baweriyên cuda, kedkaran, jinan, ciwanan û xwezaya vê erdnîgariyê azad bike."   Di ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 26 sal derbas bûn. Abdullah Ocalan her çendî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de be jî, bi paradîgmaya ku derxist pêş, bû rênîşander ji gelan re. Felsefeya Abdullah Ocalan ku ji bo gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navînê modela jiyana bi hev re di nava şert û mercên aştiyane û demokratîk de derxist pêş, hê jî  ji bo gelan cihê hêviyeke mezin e.    Yek ji damezrînerên Komeleya 78’an û Hevserokê Komeleya 78’an a Şaxa Mêrdînê Çetîn Alkanoglu diyar kir ku gelek sedemên komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê hene û got: "Lê ya herî girîng ew e ku paradîgmaya ku birêz Ocalan ji destpêkê ve diparast û di destpêka salên 1990'î de gelekî eşkere bû, pergala navneteweyî ya kapîtalîst-emperyalîst nerihet kir. Têgihiştina modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst pêş ket, ne tenê li welat û herêmê, li qada navneteweyî jî bandorên girîng kir. Ji bo van bandoran ji holê rakin komplo hat kirin. Di komployê de tasfiyekirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê hate pêşandan. Birêz Ocalan di vî warî de hem di warê pratîk û hem jî di warê teorîk de rola pêşengiya navneteweyî girtibû ser milê xwe. Xwestin pêşeng bêbandor bikin û pêşî li geşedanên di vî warî de bigirin.   ‘TENDURISTIYA BIRÊZ OCALAN, GOTINA WÎ Û HELWESTA WÎ GIRÎNG E'   Alkanoglû da zanîn ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî bê misogerkirin û wiha got: “Em wekî 78'n li dijî tecrîdê ne, li ser kê û li dijî kê bê kirin em wê wekî sûcê li dijî mirovahiyê dibînin. Serdest ji bo bêbandorkirina kesên ku ji bo xwe xeternak dibînin tecrîdê wekî rêbazekê bi kar tînin. Zagonên faşîst ên heyî jî tecrîdê red dikin. Qanûnên faşîst ên heyî jî, tecrîdê red dikin. Li gor qanûnan mafên girtî û hikumxwaran hene. Lê rewşa li Îmraliyê taybet e. Rewşa ku em wekî 'hiqûqa Îmraliyê' bi nav dikin, li dijî qanûnên xwe hiştine. 26 sal in bi tecrîdê nahêlin birêz Ocalan fikirên xwe di nava civakêd e bide der. Lê halbûkî li vî welatî bi milyonan mirov îmze dan ku birêz Ocalan wekî Rêber qebûl dikin. Lewma hem tenduristiya wî, hem gowî û hem jî helwesta wî girîng e."    HÊZA ÇARESERIYÊ YA ABDULLAH OCALAN   Alkanoglû da zanîn ku li Tirkiyeyê gelek krîz hene û sedema bingehîn a van krîzan tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêvajoya pevçûnê ye. Alkanoglû got: “Dema ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bi qismî tê sistkirin, di civakê de rehetiyeke cidî çêdibe. Civak di wê baweriyê de ye ku hêza çareseriyê ya Ocalan heye. Desthilatdariya heyî û yên dewletê bi rê ve dibin, ji her kesî baştir bi hêza çareseriyê ya birêz Ocalan dizanin."    GAVÊN PÊBAWER   Alkanoglû da zanîn ku hevdîtinên şandeya Îmraliyê û Abdullah Ocalan û peyamên dewlet û PKK'ê ji nêz ve dişopînin û got: "Niha hemû nûnerên civakî, pêkhateyên cuda yên siyasî û heta parêzvanên pergalê, peyamên ku hatine dayîn girîng dibînin û girîngiyê didin wan. Birêz Ocalan ji bo şert û mercên 'desthilatdariya civakî' ji bo pêvajoya aştiyê û demokrasiyê pêş bikeve, înîsyatîf girtiye û zorê dide ku pêvajo bi vî awayî pêş ve biçe. Hevdîtinên di ser şandeyê re tên kirin û peyamên tên dayîn girîng in, lê ji bo çareseriyê ne bes in. Di warê muzakereyê de divê şert û merc bên zexmkirin. Ji bo çêbûna çareseriyê pêdivî bi baweriyê û rihetbûna civcakî heye. Ji bo pêbaweriyê jî divê gavên pratîk bên avêtin. Ji bo bawerî û rihetbûnê jî gava ewil bidawîbikirina tecrîdê ye."   MA / Ahmet Kanbal