'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’

  • rojane
  • 11:42 16 Kanûn 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Hevserokên DEM Partiyê yên Mêrdîn û Şirnexê diyar kirin ku êdî tehemûla Kurdan nîne sedsaleke din jî winda bikin û wiha gotin: “Bila kesek li ser Kurdan hesabên xelet neke.”  

Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li dijî van êrişan, li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û di roja 4’an de didome. Duh jî şandeyeke ji Şirnexê hate serdana çalakiyê. Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Mehdî Tunç û Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen têkildarî êrişan û çalakiyên tên lidarxistin axivîn. 
 
'JI HER DEMÊ BÊHTIR XETERE LI SER KURDAN HEYE’ 
 
Tunç, diyar kir ku şerê li ser Kurdan ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 13 sal in bênavber didome û wiha got: “Ji destpêkê ve şer bi destê dewletên kûrewî ve tê meşandin. Ji çar aliyên cîhanê çete kom kirine û tevî di lîsteya ‘terorê’ de cih digirin jî şer bi destê wan didomînin. Gelê Kurd li dijî van çeteyan tevekan li ber xwe dide. Lê ji her demê bêhtir xetere li ser gelê Kurd heye. Îktîdara heyî hemû cureyên alîkariyê didin van çeteyan da ku li dijî Kurdan şer bikin. Lê divê îktîdar fêm bike ku şerê li Qamişloyê dê bandorê li vir bike. Heke li wir aştî hebe jî dê bandorê li Enqereyê bike. Bi sala ye di navbera gelan de sînorên qirêjî xêz kirin. Bi lêkirina dîwaran nikarin xwişk-birayan ji hev qut bikin. Dê gelê Kurd zexta wan a koletiyê qebûl neke.” 
 
'GELÊ KURD JI BO AZADIYA XWE LI BER XWE DIDE’ 
 
 
Bi domdarî Tunç diyar kir ku gelê Kurd di şexsê Rojava de têkoşîna azadiyê dimeşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ev êriş bên bidawîkirin. Divê hêzên navneteweyî bibînin ku Rojava, li Rojhilata Navîn mîna stêrkekê dibiriqe û rûmeta mirovahiyê diparêze. Rojava, modêla aştî, jiyaneke birûmet e. Divê vê rastiyê bibînin. Gelê Kurd li Rojava ji bo parastina xwe, çanda xwe, nasname, xak û hebûna xwe têdikoş e. Xaka Kurdistanê xakeke pîroz e û Kurd ji bo demokrasiyê têdikoşin. Azadî navê Kurdan û berxwedan jî paşnavê wan e. Heke li cihekî ferzkirina koletiyê hebe, li wir dê têkoşîna azadiyê hebe. Rojava ruh û dilê me ye. Ji bo Kurdan ferqa BRojava, Başûr, Rojhilat û Bakur nîne. Tevek yek parçe ne. Hebûna gelekî, li ser tunebûna gelekî nayê avakirin.” 
 
'DIVÊ LI SER KURDAN HESABÊN ŞAŞ NEKIN’ 
 
Tunç, destnîşan kir ku dê gelê Kurd di vê sedsalê de azad bibe û wiha derbirî: “Tevahiya gelên cîhanê heta astekî azad bûne. Ev sedsal jî dê bibe sedsala azadiya Kurdan. Bila ev îktîdar li kesên heta duh ji Kurdan re digotin ‘ecnebî’, yên nasname û mafên nedidan binêre bê ka niha li ku ne. Duh Sedam bû, îro Esad û sibe dê hin kesên din bin. Gelê Kurd dê ji têkoşîna azadiyê paşvegav neavêje. Bila li Amedê, Dêrsimê, Mahabadê, Şêx Seîd, Seyîd Riza binêrin. Lewma dê meşa gelê Kurd bidome. Muxatabê Kurdan birêz Abdullah Ocalan e û heta deriyên Îmraliyê venekin dê hesabên wan ên şaş ji Bexdayê, ji Şamê, ji deriyê Îmraliyê vegerin. Bila kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke. Ji bilî berxwedan û azadiyê tu rêyên me nînin. Dewleta tirk jî an dê jiyaneke bi xwişk-biratî û naskirina Rêveberiya Xweser hilbijêre yan jî bi hevkariya çeteyan re aloziyê hilbijêre.” 
 
'TEHEMÛLA KURDAN NÎNE KU VÊ SEDSALÊ JÎ WINDA BIKIN’ 
 
Tunç, banga diyaloga bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li îktîdarê kir û wiha got: “Neçareserkirina pirsgirêka Kurd dê xêrê negihîne tu kesî. Nabe ku tu çeteyan bişînî ser birayên me û li rexa din qala aştiyê bikî. Em vî destê qirêjî nagirin. Heta ku êriş hebin dê nobet û têkoşîna me jî bidome. Banga me ji bo gelê me ev e; Rojava rûmeta me ye, pêşeroja me ye, sedsala me ya 21’emîn e û divê em bêhtir xwedî lê derkevin. Tehemûla Kurdan nîne sedsala 21’emîn winda bike. Em ê lîstikên qirêjî vala derxînin. Em ji her demê bêhtir xurt in û nêzî azadiyê ne. Dê gelê Kurd azad bibe û aloziya Rojhilata Navîn bi dawî bike.” 
 
'DÊ QEDERA GELÊ KURD DIYAR BIKE’
 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen jî destnîşan kir ku ew li dijî êrişan û ji bo parastina destkeftiyên Rojava li ser sînor in. Gungen, wiha dom kir: “Îktîdara AKP’ê bi destê çeteyan êrişî Kurdan dike. Sedema vê jî ew e ku statûya Kurdan naxwazin. Lewma êrişên qirkirinên ser Kurdan dikin. Gelê Kurd dê di sedsala 21’emîn de azad bibe. Lewma li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê dîwar çêkirin. Lê ji bo me ferq nake. Dilê me li wir e. Dê Rojava di vê sedsalê de qedera Kurdan diyar bike.” 
 
'DIVÊ GELÊ KURD PIŞTGIRIYÊ BIDE’
 
Gungen, axaftina xwe wiha qedand: “Divê gelê Kurd li dijî van êrişan bikeve nava tevgerê û li rex Rojava cih bigire. Em dixwazin serkeftinên gelê Kurd, destkeftiyên wan bên parastin. Her kesên xwedî wijdan, gelê Kurd, parastvanên mafên mirovan divê piştgiriyê bidin vê çalakiya me. Werin tev li çalakiyê bibin.” 

Sernavên din

17/12/2024
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
13:41 Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
12:36 Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
11:42 'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
11:36 'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
11:05 Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
10:54 HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
10:53 Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
10:52 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
10:52 'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
10:51 EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye
10:13 Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
10:12 Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî
14:54 Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
14:49 Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
14:23 Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
14:19 Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan
15:35 Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir
14:33 Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda Bahçelî îtîraf kiribû hêj didome
14:02 DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir: Zext ji sedî 50 zêde bûn
13:44 Ji Amedê bang: Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li Rojava derkevin
13:17 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:11 Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû
13:01 Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev
12:53 Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin
12:33 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:45 Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin
11:23 Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin
10:26 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'