'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'

  • rojane
  • 11:36 16 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA – Rojnameger Bêrîtan Sarya diyar kir ku êrîşên HTŞ’ê yên li ser Helebê û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser heman plan in û wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS li dijî Rêveberiya Xweser siyasetê bimeşîne.

Şerê navxweyî li Sûriyê di sala 2011an de dest pê kir, bû sedema rûxandina rêjîmê. Di şerê 13 salan de kurd bêyî ku ferq bikin, stratejiya Rêya Sêyem şopandin. Kurdan bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xweserî îlan kirin. Dema ku paradîgmaya azadîxwaz, ekolojîk û demokratîk a jinê ji bo hemû gelên bindest hêviyek peyda kir, rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêkê ve bû hedefa Tirkiye û komên ku destekê dide wan. Dema ku DAIŞ û OSO li dijî Rêveberiya Xweser têk çûn, Tirkiye rasterast kete dewrê û bajarên Cerablûs, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî dagir kir. Hevdem bi êrîşa HTŞ'ê ya 26'ê Mijdarê ya li dijî Helepê ya ji bo hilweşandina rejîmê, Tirkiye û SMO'ya ku piştgiriya wê dike, li dijî herêmên Rêveberiya Xweser dest bi êrîşan kirin. 
 
Rojnameger Bêrîtan Sarya bi salan e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamegeriyê dike bibîrxist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salan li Rojava gel birêxistin û perwerde kir û di sala 2011’an de dema Bihara Ereban de kurdan rêya seyêmin bijartin, xweserî îlan kirin û li hemberî êrîşên çeteyan serkeftinên mezin bidestistin û gihiştin van rojan. 
 
 
Rojnameger Sarya da zanîn ku HTŞ di çarçoveya planeke navneteweyî de pêşve çû û li pişt vê planê Tirkiye, DYA, Îsraîl û Îngilistan hene  wiha axivî: “Peyama serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin ê çû Şamê û Golanî jê re ajokarî kir aşkera ye. Wisa dixuye ku HTŞ dê wek rejîma Baas li dijî Rêveberiya Xweser siyasetê bimeşîne. Ne rast e ku mirov bêje 'Hikûmeta Şamê hilweşiya, her tişt qediya'. Li aliyekê wê bi Rêveberiya Xweser re diyalogê deynin, li aliyê din jî wê hewl bidin xeta xwe ferz bikin.”
 
PLANÊN HTŞ’Ê Û TIRKIYEYÊ
 
Bêrîtan Sarya da zanîn ku rîşên HTŞ’ê yên li ser Helebê û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser heman plan in û wiha got: “Jixwe dihat zanîn ku HTŞ wê êrîşî Helebê bike. Şerê Îsraîl û HAMASê yê li Gazeyê lez da vê yekê. Hat zanîn ku di 2-3 mehên dawî de plansaziyek di vî warî de hebû. Di meha cotmehê de Fermandarê Hêzên Bejayî yên Tirk Orgeneral Selçûk Bayraktaroglu çûbû bakurê Helebê. Hem bi serokên çeteyên SMO û hem jî bi endamên HTŞ re hevdîtin kir. Ev planeke hevpar e û erêkirina navneteweyî jî heye. Dema ku HTŞ ber bi Şamê ve diçû, planên SMO yên êrîşa li ser Rêveberiya Xweser dihatin plankirin. Lê nedihat payîn ku hêzên wek Rûsya û Îranê bêyî berxwedanekê vekişin. Ji nişka ve çûn û vekişiyan, valahiyek mezin hiştin. Hêzên xweparastinê yên Şehba û Til Rifat ji bo gel bi komkujiyê re rû bi rû nemîne vekişiyan. Li Minbicê jî tiştekî wiha qewimî. Li Minbicê îxanet hat kirin. Tevî lihevkirinan jî amadekariyên êrîşê tên kirin. Agirbest hatiye rawestandin, em difikirin ku danûstandin berdewam dikin. Kobanê ji bo Erdogan bû birînek. Dixwaze dagir bike. Dixwazin kurdan qir bikin. Li her cihê dagirkirî komkujiyên mezin tên kirin.”
 
‘GELÊ MINBICÊ NE RAZÎ NE’
 
Sarya anî ziman ku gelê Minbicê ji çeteyan û Tirkiyeyê aciz in û wiha axivî: “Îşkence berdewam dikin. Çete li Minbicê ne. Gel ji ber van çeteyan gelekî bêzar bûye. Ji me re telefon vedikin. Duh esnafan li seranserê bajêr dikanên xwe venekirin. Mirov tên revandin û qetilkirin. Piraniya Minbicê ereb in. Niha nerehetiyeke mezin heye. Li dijî gel êrîşeke topyekûn heye. Komkujî ne tenê li Minbicê, li cihên elewiyan ên di bin kontrola HTŞ’ê de ne jî tên kirin.” 
 
‘KOBANÊ XETA SOR E’
 
Sarya got ku Kobanê ji bo kurdan wek sembol e û wiha got: “Di sala 2014’an de li Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê xwîna jin û ciwanan hate rijandin. Li Kobanê parastina jiyana azad dihat wateya parastina Kurdistanê. Ji bo şoreşger û sosyalîstan ji bo parastina pêşeroja xwe li Kobanê pêvajoyek hevpar hate pêşxistin. Ev îro jî pêwîst e. Pêdivî ye ku her dem çalak be. Kobanê xeta sor a kurdan e. Li dijî vîna gel a parastina xwe, Tirkiye êrîşî projeya neteweya demokratîk a ku hêviya gelan e, dike. Li hemberî vê yekê gel xwe bi çek dike û bajarên xwe diparêze. Gel amadekariya şerê gel ê şoreşgerî dike. Li hemberî vê, hêzên herî hov ên serdemê hene. Destûrên wan ên navneteweyî hene. Li dijî vê yekê divê hemû derdorên Rojava bibin yek.” 
 
PLANÊN DAGIRKERIYÊ Û NEO-OSMANÎ
 
Sarya da zanîn ku Tirkiye planên dagirkeriyê yên neo-osmanî dimeşîne û wiha axivî: “Niha trafîka dîplomasiya navneteweyî ya bênavber heye. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî diyar kir ku bi navbeynkariya DYA’yê bi Tirkiye û HTŞ’ê re hevdîtinên agirbestê hatin kirin. Ev hevdîtin ji bo ewlekariya gelên li Sûriyeyê û ji bo Sûriyeya Demokratîk tên kirin. Têkiliya Rêveberiya Xweser bi rêveberiya Şamê ya di bin kontrola Esad de hem diyalog û hem jî pevçûn bû. Ev ji bo HTS jî derbas dibe. Ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê diyalog tê avakirin, lê li hemberî her cure êrîşan herêm tên parastin. Rêveberiya Xweser bi xeta parastinê hewl dide têkiliyan pêş bixe. Ev xet xeta herî maqûl e. Projeya jiyanî ya ku dê bibe alîkar ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê projeya Rêveberiya Xweser e. Li vir faktora Tirkiyeyê heye. Tirkiye dixwaze vê pêvajoyê ji bo polîtîkayên xwe yên neo-osmanî, berfirehtir bi kar bîne. Ji bo tasfiyekirina Rêveberiya Xweser û fetisandina şoreşê çi ji destê wan bê dê bikin. Pêwîst e li dijî vê yekê li ber xwe bidin. Hikûmeta demkî ya niha tenê ji HTŞ’ê pêk tê. Ev hikûmet nikare rêve bibe. Li Sûriyê gelek reng hene. Rêveberiya Xweser li Sûriyê rastiyek e û ev 13 sal in heye. Eger ev yek di nava hikûmeta Sûriyê de nebe, Sûriye demokratîk nabe. Ev ne mimkûn e. Ne tenê Rêveberiya Xweser, divê her kes cihê xwe di nava vê rêveberiyê de bigire. Di vê çarçoveyê de hevdîtin tên kirin. Daxuyaniya dawî ya civîna li Urdunê pêk hat erênî bû, lê êrîşkariya Tirkiyeyê nehat diyarkirin. Ji bo bidawîkirina êrîşan û dîtina çareseriyê îradeyeke xurt pêwîst e. Hêzên navneteweyî yên heyî planên xwe hene. Ew li ser gelê Sûriyê û aramiyê nafikirin. Ya ku wê li vir diyarker be berxwedana gel e.” 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

17/12/2024
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
13:41 Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
12:36 Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
11:42 'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
11:36 'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
11:05 Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
10:54 HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
10:53 Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
10:52 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
10:52 'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
10:51 EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye
10:13 Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
10:12 Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî
14:54 Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
14:49 Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
14:23 Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
14:19 Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan
15:35 Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir
14:33 Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda Bahçelî îtîraf kiribû hêj didome
14:02 DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir: Zext ji sedî 50 zêde bûn
13:44 Ji Amedê bang: Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li Rojava derkevin
13:17 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:11 Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû
13:01 Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev
12:53 Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin
12:33 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:45 Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin
11:23 Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin
10:26 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin