Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev

  • rojane
  • 13:01 13 Kanûn 2024
  • |
img

ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi nûnerên dîplomasiyê yên 31 welatan re hatin gel hev. Di hevdîtinê de rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de û mijara tecrîdê hate axaftin. 

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, bi nûnerên Delegasyona Yekitiya Ewropayê (YE), Almanya, Fransa, Awûstûrya, Spanya, Belçîka, Çekya, Yewnanistan, Portekîz, DYA, Ingilistan, Brezîlya û gelek welatên din re li Enqereyê hatin gel hev. 
 
'PÊVAJOYEKE AŞTIYANE’ 
 
Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay û Berdan Ozturk hevdîtin organîze kirin. Tulay Hatîmogûllari di hevdîtinê de wiha got: “Di halê hazir de peywira dikeve ser milê me tevan ew e ku ji bo pêvajoyeke aştiyane ku hemû derdor tê de cih bigirin dest pê bike û rêveberî li gorî vê teşe bigire.” 
 
'MODÊLA HERÎ RASTEQÎN’
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got ku modêla Kurdan ava kirî ji bo çareseriyê modêla herî rasteqîn e û da zanîn ku êriş ji bo tunekirina vê modêlê tên kirin. Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Divê statûya kurdan were naskirin û derfet bê dayin ku bi gelên din re wekhev bijîn.”
 
Tulay Hatîmogûllari got ku DEM Partî ji ber êriş û komkujiyên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê fikaredar e. 
 
'DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE’
 
Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku Tirkiye li gorî biryarên DMME û AYM’ê tevnagere lewma Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag nayên berdan û xwest ku ji bo bidawîbûna bêhiqûqiyan ji ewil tecrîd were rakirin. 
 
'ÎKTÎDAR JI RÊVEBERIYÊN CÎHANÊ CISARET DIGIRE’ 
 
Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhyan jî qala geşedanên siyasî kir û ev tişt anî ziman: “Îktîdara Tirkiyeyê cisaretê ji rêveberiyên cîhanê digire û zexta li ser muxalîfan zêde dike.” Bakirhan, xwest ku di mijara Demîrtaş, Yuksekdag, Atalay û Kavala de gav bên avêtin. 
 
'DIVÊ TECRÎD TAVILÊ BÊ RAKIRIN’
 
Bakirhan, bal kişand ser nîqaşên piştî 1’ê Cotmehê û axaftina xwe wiha qedand: “Nîqaşên erênî ne. Tevî van nîqaşan jî qeyûm tên tayînkirin. Birêz Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de xwedî roleke girîng e û ev rol ji hêla partiyeke weke MHP’ê ve jî hatiye qebûlkirin. Lewma divê tavilê tecrîd were rakirin.” 
 

Sernavên din

17/12/2024
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
13:41 Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
12:36 Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
11:42 'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
11:36 'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
11:05 Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
10:54 HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
10:53 Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
10:52 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
10:52 'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
10:51 EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye
10:13 Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
10:12 Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî
14:54 Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
14:49 Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
14:23 Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
14:19 Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan
15:35 Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir
14:33 Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda Bahçelî îtîraf kiribû hêj didome
14:02 DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir: Zext ji sedî 50 zêde bûn
13:44 Ji Amedê bang: Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li Rojava derkevin
13:17 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:11 Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû
13:01 Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev
12:53 Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin
12:33 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:45 Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin
11:23 Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin
10:26 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'