Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di daxuyaniya piştî serdana Partiya Saadetê de axivî û got ku divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin û destûreke bingehîn a demokratîk girîng e. 

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan di çarçoveya hevdîtinên bi partiyên muxalefetê û rêxistinên civaka sivîl de çûn serdana Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan. 
 
Şandeya DEM Partiyê ji hêla Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan û şandeya pê re hate pêşwazîkirin. 
 
Piştî hevdîtinê, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan daxuyanî dan.  
 
Ji ewil Tulay Hatîmogûllari axivî û spasiya Partiya Saadetê kir. Tulay Hatîmogûllari, wiha got: “Di serdanê de me geşedanên li Tirkiye û herêmê, mercên siyasî û îktîsadî, geşedanên li Sûriyeyê nirxandin. Helbet em li ser nîqaşên birêz Devlet Bahçelî piştî 1’ê Cotmehê dane destpêkirin axivîn.
 
DI VÊ SERDEMÊ DE BERPIRSYARTIYÊN ME HENE 
 
Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin, me bi partiyan û rêxistinên pîşeyî û kedê re hevdîtin kirin. Ji ber ku pêdiviya Tirkiyeyê bi vê heye. Dema em li geşedanên Sûriyeyê dinêrin, dibînin ka di vê qonaxê de aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê çiqasî girîng e. Ji bo ev pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û aştiyane were çareserkirin, divê her kesên li Tirkiyeyê, partiyên siyasî û derdorên civakî destê xwe deynin bin kevir. Di vê serdemê de erk û berpirsyartiyên me hene. 
 
DIVÊ QANÛNA QEYÛM KU BERHÊMA OHAL’Ê YE WERE RAKIRIN 
 
Dema em qala aştiya navxweyî û çareseriya pirsgirêka kurd dikin; li rexekî di nava civakê de weke ku guftûgo dest pê kiribin tê fêmkirin. Lê di heman demê de em bi tayînkirina qeyûman re rû bi rû ne. Mijara qeyûman, yek ji mijarên sereke ya hevdîtina me ya îro jî bû. Partiya Saadetê jî di nav de 10 partiyên muxalefetê karekî pir girîng îmze kirin. Ji bo rakirina qanûna qeyûman ku berhema OHAL’ê ye, bi hev re tevgeriyan. Em careke din bang li Serokê Meclisê birêz Nûman Kurtulmuş dikin ku guh bide dengê 10 partiyan û vê qanûnê ji holê rake. 
 
GEŞEDANÊN LI SÛRIYEYÊ 
 
Yek ji mijarên din a em li ser axivîn jî geşedanên li Sûriyeyê ne. Belê niha li Sûriyeyê hikûmet tune ye û aloziyeke pir mezin heye. Em dibin şahid ku pêvajoyeke bixwîn dest pê kiriye. Em li du noqteyan şahidiya vê dikin. Yek ji wan, komkujiyên li dijî gel û baweriyan e. Bi taybet jî li dijî civaka Elewî rêzeqetlîam hatine destpêkirin.  Di heman demê de li dijî Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş hene. Em dixwazin ev tevek tavilê bi dawî bibin. Divê di avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk de hemû gel û baweriyên li wir tê de cih bigirin û amadekirina destûreke bingehîn a demokratîk girîng e. Ji bo vê em bang dikin. 
 
KURD MISOGERIYA HERÊMÊ NE 
 
Kurd ji bo herêmê ne gefa ewlehiyê ne. Berevajî vê, misogeriya ewlehiyê ne. Dema Tirkiye jî siyaseta xwe diyar dike divê li gorî vê xetê tevbigere. 
 
Bêguman di hevdîtinê de krîza îktîsadî jî hate axaftin. Di vê mijarê de çendek nirxandinên me çêbûn. Mixabin bûdçeya îro ne bûdçeya xizanan lê ya dewlemendan e. Em bang dikin ku di serdemeke 50 milyon welatiyê me di bin sînorê birçîbûnê de dijîn de kêmtirîn mûçeyê baş bikin. Divê bûdçe li gorî xizanan were amadekirin.” 
 
Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Arikan jî ji ber serdanê spasiya şandeya DEM Partiyê kir. 
 

Sernavên din

17/12/2024
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
13:41 Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
12:36 Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
11:42 'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
11:36 'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
11:05 Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
10:54 HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
10:53 Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
10:52 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
10:52 'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
10:51 EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye
10:13 Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
10:12 Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî
14:54 Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
14:49 Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
14:23 Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
14:19 Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan
15:35 Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir
14:33 Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda Bahçelî îtîraf kiribû hêj didome
14:02 DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir: Zext ji sedî 50 zêde bûn
13:44 Ji Amedê bang: Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li Rojava derkevin
13:17 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:11 Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû
13:01 Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev
12:53 Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin
12:33 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:45 Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin
11:23 Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin
10:26 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'