Gultan Kişanak: Qedera Rojava qedera kurdên li vê derê ne

img

AMED - Gultan Kişanak di Fuara Pirtûkan a Amedê de beşdarî gotûbêja Weşanên Dîpnotê bû û wiha bal kişand ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: “Qedera Rojava di heman demê de qedera kurdên vê derê ye.” 

8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê ku bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Fuarvaniya TUYAP’ê tê lidarxistin, li Navenda Fuar û Kongreyan a Mezopotamyayê didome. Di roja 7’emîn a Fuarê de hinek gotûbêj û çalakî hatin lidarxistin. Gelek nivîskar, helbestvan, wêjevan û weşanxane tev li bûn. Weşanên Dîpnotê di fuarê de bi beşdariya Gultan Kişanakê gotûbêj li dar xist. 
 
‘EZ DOZDAR BÛM’ 
 
Gulten Kişanak têkildarî pirtûka xwe ya “Dozdar im” de axivî û wiha got: “Ev doz doza me tevan e. Li ser navê me tevan bûm dozdar. Li dijî kesên îradeya xelkê xesp dikin, pêşî li siyaseta demokratîk digirin, dixwazin pêşiya meşa azadiyê ya jinan bigirin, daxwaza çareseriya demokratîk a kurdan ‘terorîze’ dikin û vê weke sûc nîşan didin, ji bilî dozdariyê tu tiştek nîne mirov bike. Parastina me jî ji bo wê bû ku heqîqetê di dîrokê de bi cih bikin, tiştên kêm nîşan bidin, xeletiyan nîşan bidin û neheqiyan teşhîr bikin bû. Di doza kompasê ya Kobanê de helwesta me ‘ev kompas e, kompaseke li dijî aştî û hewldanên çareseriyê ye’ bû. Me xwest vê teşhîr bikin û parastinên xwe bi pirtûkekê di dîrokê de cih bikin. Armanca me, vegotina heqîqetê bû.” 
 
GEŞEDANÊN LI ROJAVA
 
Gulten Kişanak, bal kişand ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Niha serdemeke nû dest pê kir, geşedanên nû hene. Dîrok bi cisaret û ferasetê tê nivîsandin. Lewma jî ji bo rewşa nû berpirsyartiyên me tevan hene. Geşedanên li Sûriye û Rojava vê nîşanî me didin; kurdan êdî di dika dîrokê de cihekî girîng girt. Geşedanên li Rojava rêya xelasiyê nîşanî me didin. Li Rojhilata Navîn ji bilî avakirina jiyaneke demokratîk, çareserî nîne. Di pratîka Rojava de xuyaye ku gelên me dikarin pêkvejiyanekê ava bikin. Di van 12 salan de bû tecrûbeyeke baş. Jiyaneke demokratîk, azadîxwaz û jiyana gelan esas digire dikare were avakirin.” 
 
‘SALÊN HATINE WINDAKIRIN IN’
 
Gulten Kişanak, destnîşan kir ku heke li Rojava pêvajoyeke çareseriya siyasî dest pê bike, divê li Tirkiyeyê jî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd gav bên avêtin û wiha bi dawî kir: “Qedera Rojava di heman demê de qedera kurdên vê derê jî ye. Qedera kurdên vê derê qedera kurdên li Başûr jî ye. Li gorî min divê helwestên çêker pêş bikevin. Pêvajoya 2013-2014’an girîng bû. Ew pêvajo hate hebakirin. 10 salên derbasbûyî, ji bo aştî û çareseriyê salên hatine windakirin in. Lê em niha dikarin bi ser kevin.” 
 
Gultan Kişanak piştî gotûbêjê li Weşanxaneya Dîpnotê pirtûka xwe ya “Dozdar im” îmze kir. 
 
Fuar, bi eleqeyeke zêde ya beşdaran didome. 
 

Sernavên din

09/12/2024
15:12 DEM Partî: Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer tê kirin
15:04 Heyetê serdana hevşaredarên Mêrdînê kir
14:37 Rewşa dawî ya Minbicê
14:28 TEV-DEM’ê banga ‘Em li rex hêzên HSD’ê cih bigirin’ kir
14:08 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Divê êrişên ser Kurdan bên rawestandin
13:27 Çima êrişî Minbicê dikin?
13:02 Navçeya Zirganê hat bombekirin: Welatiyek hate qetilkirin
12:54 MKG’ê rapora Mijdarê eşkere kir: 38 rojnameger hatin darizandin
12:00 Dîlan Durmuş ji ber ku ‘bijîşkên welidînê’ tune bûn jiyana xwe ji dest da
11:44 Di qezaya helîkopterê de mîrlîwayek jî di nav de 6 leşker mirin
11:44 ‘Divê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî bibe û birêz Ocalan azad bibe’
10:52 Di êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de 12 sivîl hatin qetilkirin
10:51 Jin li dijî tundiyê teknîkên parastinê hîn dibin
10:09 KCK: Li Sûriyeyê çaraserî bi Neteweya Demokratîk mimkun e
10:00 Sadr’ê ji bo Sûriyeyê banga guftûgoyê kir
09:51 KNK: Têkçûna destkeftiyên Rojava têkçûna statuya Başûrê jî
09:46 Aldar Xelîl: Mudaxileya Tirkiyeyê krîza Sûriyeyê girantir dike
09:00 ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2024’AN
08:30 Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em derbasî qonaxa duyemîn a parastinê bûn
08:30 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina Rojava Ferz e!’ derket
08/12/2024
16:25 Ji Rûsyayê daxuyaniya der barê Esed de: Ji Sûriyeyê derketiye
15:49 Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrişan li ber xwe dide
13:43 Nêzî 400 malbatên hatin tehliyekirin gihîştin Tebqayê
12:08 Avahiyên cemaweriyê yên ji rejîmê mayî di bin kontrola Hêzên Ewlehiya Hundirîn de ne
11:59 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
11:54 Li Ewropayê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
11:49 Îlham Ahmed: Dawiya despotîzmê, destpêkeke nû
11:04 Kovara hejmara nû ya Jinê derket
10:44 Mazlum Ebdî: Em dibin şahidê kêliyên dîrokî
10:22 Rêveberên Kantona Minbicê: Guh nedin daxuyaniyên şerê taybet
10:05 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Îdîayên ku em vekişiyane, nerast in
10:01 Di televizyona fermî ya Sûriyeyê de hat ragihandin ku hikûmeta Şamê hilweşiyaye
09:43 Ji DAIŞ'ê û El Nusrayê ber bi HTŞ'ê ve
09:32 DBP ber bi kongreyê ve diçe: Wê beriya kongreyê konferans û hevdîtin bên lidarxistin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 HTŞ'ê Şamê bi dest xist, rejîma Esad hilweşiya
08:46 Rêveberiya Xweser rewşa awarte îlan kir
07/12/2024
17:17 Li Wanê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînan hate vekirin
17:16 Li Bulamê atolyeya şerê taybet: Li her qadê em xwe birêxistin bikin
17:03 Rêveberiya Xweser: Armanca dewleta tirk qirkirina komî ye
16:52 HSD'ê got ku li Minbicê êrişên komên paramîlîter hatine têkbirin
16:41 Gultan Kişanak: Qedera Rojava qedera kurdên li vê derê ne
16:24 KONGRA-GEL banga seferberiyê kir
16:09 Derket holê ku kesê bi tiryakê hatî girtin cerdevan e
16:00 HDK’ê foruma ‘Ji şer re na’ li dar xist: Banga têkoşîna hevpar
15:35 Li 2 bajaran ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê hate kirin
15:09 TMMOB li Xelfetiyê çû serdana nobeta li dijî qeyûm
15:06 ‘Ji bo çareseriya krîzên piralî divê pirsgirêka kurd were çareserkirin’
14:24 Li çar bajaran aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:11 Dayikên Şêmiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:20 Platforma Piştevaniya Edaletê hate ragihandin
13:08 Jin li dijî qeyûman meşiyan: Em ê serî netewînin
11:34 Li Dêrsimê xwendekarek hate girtin
11:32 Li Colemêrgê ji bo AKP’iyan îstîhdama kar a taybet
11:31 Doza Narîn Guran: Piraniya rastiya madî derket holê
11:30 Li Bedlisê rêzeqeza: 31 kes birîndar bûn
10:55 Êrişa dewleta tirk û komên paramîlîter a li ser Minbicê hate şikandin
10:40 Binpêkirinên li Girtîgeha Sulucayê: Nahêlin girtî bi kurdî sihbetê bikin
10:35 Rojnameger Karadaş: Sûriye jinûve tê dîzaynkirin
09:53 Mamosteya qeyûm ji peywirê dûrxistî: Ez piştgiriyê nadim wê zilmê
09:21 Girtiyê di dema tedawiyê de kelemçekirina destan red kir hate derbkirin
09:05 Wê li Amedê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan' bê vekirin
09:05 'Eleqeya ji bo kurdî baş e, em pêşangehê veguherînin firsendekê'
09:03 Hevserokên KNK'ê: Çareseriya şerê Rojhilata Navîn nexşerêya Abdullah Ocalan e
09:00 Hunermendên Rojavayê: Li hemberî êrişên dagirkirinê divê her hunermend helwesta xwe zelal bike
09:00 ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2024’AN
08:40 Amed di nav mijê de ma
06/12/2024
19:32 Meclisa Şêxmesûd û Eşrefiyê bang li gel kir: Guh nedin îdiayan
19:21 Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê: Em ji bo parastina gel derbasî navenda bajêr bûn
14:24 Meclisa Çand û Hunerê ya Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:01 KURDÎGEH dê kongreyê li dar bixe
13:12 ÎSÎG: Di Mijdarê de 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:11 Mehmet Turgay piştî 32 salan hate berdan: Berxwedan jiyan e
13:11 Mazlum Ebdî: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
11:38 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya Mijdarê eşkere kir
11:28 Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa da
11:17 Li Geverê operasyoneke din a leşkerî hate destpêkirin
10:14 Ji ber fikrên xwe tehliyeya wî hate taloqkirin
09:59 Amed di nava mijê de ma
09:52 ‘Lêgerîna tazî’ û tundiya dihat înkarkirin vegotin
09:51 Dayikên Aştiyê: Şer çareserî nîn e
09:21 Margaret Owen: Divê hemû dinya ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:03 Rojnamegerê ji Minbicê Yehya Elo: Çete yek gavek jî pêş ve neçûne
09:02 Salih Muslîm: Em amadekariya şerê gel ê şoreşgerî dikin
09:01 Li Nisêbînê Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê vedibe
09:00 ROJEVA 6’Ê KANÛNA 2024’AN
05/12/2024
21:49 Êrişî Minbicê hat kirin: 2 xwişk û bira hatin qetilkirin
21:42 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 34 partiyan daxuyanî
19:50 Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê Sûcê şer tê kirin
18:47 Hêzên rejîma Sûriyeyê vekişiyan, HTŞ ket Hamayê
16:39 Li Minbicê bîlançoya êrişan
16:32 Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê: Berxwedana gelê me dê bidome
15:38 Gelek koçberên Şehbayê hatin dorpêçkirin û gelek jê hatin revandin
14:59 Dayikên Aştiyê li dijî şer banga têkoşînê kirin
14:26 DEM Partî li Meclisê nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin
14:18 Li Wanê berteka li dijî êrişan: Sînorên we yên çêkirî nikarin me ji hev qut bikin
14:12 Ayşegul Dogan: Heke hûn xwedî polîtîkaya şer nebin wê demê guftûgoyê bidin destpêkirin
14:03 Bertek nîşanî zextên ser fuara pirtûkan dan: Em sepanên faşîzan red dikin
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin