Rojnamegerê ji Minbicê Yehya Elo: Çete yek gavek jî pêş ve neçûne

  • rojane
  • 09:03 6 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Rojnameger Yehya Elo ku li Minbicê di eniya şer de geşedanan dişopîne anî ziman ku komên paramîlîter bi rojan e êrişî Minbicê dikin lê gavekê jî pêş neketine û wiha got: " Gelên Minbicê li derdora Meclisa Leşkerî ya Minbicê kom bûne. Minbic, 8 sal bere ji tarîtiyê hat rizgarkirin û careke din teslîmî tarîtiyê nabe."

Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) di 26'e Mijdarê de êrişî bajarê Halebê kir û ew dagir kir. Di heman demê de Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê jî li hemberî bajarê Minbicê êrîş dan destpêkirin. Bajarê ku di 12'ê Tebaxa 2016'an de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hat rizgarkirin, ev 8 sal in bênavber rastî êrîşa tê. Piştî ku tarîtiya DAIŞ'ê bi dawî bû gelên li Minbicê jiyanek nû di çerçoveya Netewya Demokratîk de ava kir. Li hember vê jîyana hevbeş di rojên dawî de êriş zêde bûn. Di heman demê de bi destê çapemeniyê jî êrişên şerê teybet derketin pêş. Rûdaw û saziyê ragihandinê ku li gorî berjewendiyên rejîma AKP'ê tev digerin gelek nûçeyên dûrî rastiyê çêkirin. Di nûçeyê de wekî ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê bajar terikandiye û bajar ketiye destê hêzên paramiliter hat nîşandan. Rojnamegerê Ronahî TV'yê ku li Minbicê dixebite Yehya Elo, anî ziman ku li Minbic pirsgirêke bi vî awayî tune. 
 
Yehya Elo geşedanên dawî ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxandin û anî ziman ku gelên Minbicê li derdora hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kom bûne. Yehya Elo bal kişand ser êrişên dawî û wiha got: "Piştî ku êrişa HTŞ'ê ku navê wê berê El Nusra bû li Helebê êriş li Şehba û Til Rifatê kirin derketin pêş. Di van êrişên hovane de her du dever hatin dagirkirin. Gelê Efrînê bê çare ma û cara duyemin koçber bû. Xwestin ev senaryoya li Heleb, Şehba û Til Rifatê çêbûyî li Minbicê jî çêbikin. Dema êriş li Helebê dest pê kirin li Minbicê jî êrîş dest pê kirin. Minbic ev 8 sal in hatiye rizgarkirin. 8 sal in jî êriş berdewam dikin. Dixwazin bajêr dagir bikin."
 
Rojnameger Yehya Elo
 
'BERXWEDANEKE BÊHEMPA HEYE' 
 
Yehya Elo bal kişand nûçeya ku "bajêr ketiye destê çeteyan" da û got: "Bi nûçeyan wekî ku Minbic hatiye dagirkirin didin nîşandan. Lê ev ne rast e, derew e. Ev şerê taybet e, şerê derûniyê ye. Dixwazin bi van nûçeya di navbera gelan de nakokiyan çêkin. Di navbera pêkhateyan de pirsgirêkan ava bikin û herêmê dagir bikin. Heya niha çete negihaştine armanca xwe. Bi rojavayê hewldan hene lê yek metro jî pêş neketin. Gavek jî pêş neketine. Li hemberî êrişan Meclîsa Leşkerî ya Minbicê berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Heya niha ne gihaştine armanca xwe. Gel heya îro li ser erdê xwe yê, hê jî malên xwe neterikandiye. Diçin nav erdê xwe û karê xwe dikin. Gel guh nade propagandayên şerê taybet. Gel vîna xwe dide hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, bi wan bawer e. Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi xwe bawer in û dibêjin em rê nadin dagirkiriyê." 
 
'ÇETE GAVEKÊ JÎ PEŞ NEÇÛNE'
 
Yehya Elo bi bîr xist ku piştî Rêveberîya Xweser seferberî ragihandiye li Minbicê xwedîderketineke mezin derketiye pêş û gotinên xwe wiha domand: "Li hemberî êrişan amadekariyeke mezin heye. Di heman demê de li bajêr jiyan berdewam dike. Gelên ku li gundan jiyan dikin serê sibehê berê xwe didin bajêr û pêwistiyên xwe peyda dikin. Li sûkê tiştekî awerte nîne. Tevgereke normal heye li bajêr. Meclisa Leşkerî ya Minbicê gel diparêzê. Li ser xeta sînor hinekî rewşên awerte hene. Di eniya şer de gel zehmetiyê dikişînin. Topbaran heye. Gel nikare here dibistanê. Car cara nikarin herin ser erdê xwe. Êriş wan astengdar dikin. Li aliyê din ew gel gelek bi israr e. Wekî ku li her du taxên Helebê Şêx Maqsûd û Eşrefîyê çawa gel di nava dorpêçê de berxwedaneke mezin dike, gelê Minbicê jî li ber xwe dide. Gel dibêje em nahêlin Tirkiye axa me dagir bike. Gel dibêje em ê heya dawî li pişt Meclisa Leşkerî ya Minbicê bin."
 
'GEL HOVÎTIYA DAIŞ'Ê JI BÎR NEKIRIYE' 
 
Yehya Elo di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya dewletên navneteweyî û got: "Ji bo ev êriş werin sekinandin daxwazek heye. Gelê Efrînê gelek radestî êrişan hat. Çima cîhan bêdeng e? Serê gel jê dikin, jinan direvînin. Armanc qirqirina gel e. Li Minbicê gelek pêkhate hene. Di çerçoveya Neteweya Demokratte jiyaneke hevbeş heye. 8 sal berê gelan ji HSD'ê xwest wan rizgar bike. Çeteyên DAIŞ'ê gel li kolanan dikuşt. Dema hêzên HSD'ê hatin bajêr gel şervan hembêz kirin. Gel ji tarîtiyê gihaşt ronahiyê. Divê gel jibîr neke vê yekê. Gelek bedel hatin dayîn. Fermandar Feysel Ebû Leyla, Botan Turkmen di navde gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Bi propagandayên qirêj dixwazin dagir bikin. Lê kurd, ereb, tirk, çerkez bi hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê re ne. Gelan hovîtiyên DAIŞ'ê ji bîr nekirine û ji bîr nakin."
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

09/12/2024
15:12 DEM Partî: Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer tê kirin
15:04 Heyetê serdana hevşaredarên Mêrdînê kir
14:37 Rewşa dawî ya Minbicê
14:28 TEV-DEM’ê banga ‘Em li rex hêzên HSD’ê cih bigirin’ kir
14:08 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Divê êrişên ser Kurdan bên rawestandin
13:27 Çima êrişî Minbicê dikin?
13:02 Navçeya Zirganê hat bombekirin: Welatiyek hate qetilkirin
12:54 MKG’ê rapora Mijdarê eşkere kir: 38 rojnameger hatin darizandin
12:00 Dîlan Durmuş ji ber ku ‘bijîşkên welidînê’ tune bûn jiyana xwe ji dest da
11:44 Di qezaya helîkopterê de mîrlîwayek jî di nav de 6 leşker mirin
11:44 ‘Divê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî bibe û birêz Ocalan azad bibe’
10:52 Di êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de 12 sivîl hatin qetilkirin
10:51 Jin li dijî tundiyê teknîkên parastinê hîn dibin
10:09 KCK: Li Sûriyeyê çaraserî bi Neteweya Demokratîk mimkun e
10:00 Sadr’ê ji bo Sûriyeyê banga guftûgoyê kir
09:51 KNK: Têkçûna destkeftiyên Rojava têkçûna statuya Başûrê jî
09:46 Aldar Xelîl: Mudaxileya Tirkiyeyê krîza Sûriyeyê girantir dike
09:00 ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2024’AN
08:30 Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em derbasî qonaxa duyemîn a parastinê bûn
08:30 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina Rojava Ferz e!’ derket
08/12/2024
16:25 Ji Rûsyayê daxuyaniya der barê Esed de: Ji Sûriyeyê derketiye
15:49 Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrişan li ber xwe dide
13:43 Nêzî 400 malbatên hatin tehliyekirin gihîştin Tebqayê
12:08 Avahiyên cemaweriyê yên ji rejîmê mayî di bin kontrola Hêzên Ewlehiya Hundirîn de ne
11:59 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
11:54 Li Ewropayê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
11:49 Îlham Ahmed: Dawiya despotîzmê, destpêkeke nû
11:04 Kovara hejmara nû ya Jinê derket
10:44 Mazlum Ebdî: Em dibin şahidê kêliyên dîrokî
10:22 Rêveberên Kantona Minbicê: Guh nedin daxuyaniyên şerê taybet
10:05 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Îdîayên ku em vekişiyane, nerast in
10:01 Di televizyona fermî ya Sûriyeyê de hat ragihandin ku hikûmeta Şamê hilweşiyaye
09:43 Ji DAIŞ'ê û El Nusrayê ber bi HTŞ'ê ve
09:32 DBP ber bi kongreyê ve diçe: Wê beriya kongreyê konferans û hevdîtin bên lidarxistin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 HTŞ'ê Şamê bi dest xist, rejîma Esad hilweşiya
08:46 Rêveberiya Xweser rewşa awarte îlan kir
07/12/2024
17:17 Li Wanê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînan hate vekirin
17:16 Li Bulamê atolyeya şerê taybet: Li her qadê em xwe birêxistin bikin
17:03 Rêveberiya Xweser: Armanca dewleta tirk qirkirina komî ye
16:52 HSD'ê got ku li Minbicê êrişên komên paramîlîter hatine têkbirin
16:41 Gultan Kişanak: Qedera Rojava qedera kurdên li vê derê ne
16:24 KONGRA-GEL banga seferberiyê kir
16:09 Derket holê ku kesê bi tiryakê hatî girtin cerdevan e
16:00 HDK’ê foruma ‘Ji şer re na’ li dar xist: Banga têkoşîna hevpar
15:35 Li 2 bajaran ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê hate kirin
15:09 TMMOB li Xelfetiyê çû serdana nobeta li dijî qeyûm
15:06 ‘Ji bo çareseriya krîzên piralî divê pirsgirêka kurd were çareserkirin’
14:24 Li çar bajaran aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:11 Dayikên Şêmiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:20 Platforma Piştevaniya Edaletê hate ragihandin
13:08 Jin li dijî qeyûman meşiyan: Em ê serî netewînin
11:34 Li Dêrsimê xwendekarek hate girtin
11:32 Li Colemêrgê ji bo AKP’iyan îstîhdama kar a taybet
11:31 Doza Narîn Guran: Piraniya rastiya madî derket holê
11:30 Li Bedlisê rêzeqeza: 31 kes birîndar bûn
10:55 Êrişa dewleta tirk û komên paramîlîter a li ser Minbicê hate şikandin
10:40 Binpêkirinên li Girtîgeha Sulucayê: Nahêlin girtî bi kurdî sihbetê bikin
10:35 Rojnameger Karadaş: Sûriye jinûve tê dîzaynkirin
09:53 Mamosteya qeyûm ji peywirê dûrxistî: Ez piştgiriyê nadim wê zilmê
09:21 Girtiyê di dema tedawiyê de kelemçekirina destan red kir hate derbkirin
09:05 Wê li Amedê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan' bê vekirin
09:05 'Eleqeya ji bo kurdî baş e, em pêşangehê veguherînin firsendekê'
09:03 Hevserokên KNK'ê: Çareseriya şerê Rojhilata Navîn nexşerêya Abdullah Ocalan e
09:00 Hunermendên Rojavayê: Li hemberî êrişên dagirkirinê divê her hunermend helwesta xwe zelal bike
09:00 ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2024’AN
08:40 Amed di nav mijê de ma
06/12/2024
19:32 Meclisa Şêxmesûd û Eşrefiyê bang li gel kir: Guh nedin îdiayan
19:21 Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê: Em ji bo parastina gel derbasî navenda bajêr bûn
14:24 Meclisa Çand û Hunerê ya Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:01 KURDÎGEH dê kongreyê li dar bixe
13:12 ÎSÎG: Di Mijdarê de 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:11 Mehmet Turgay piştî 32 salan hate berdan: Berxwedan jiyan e
13:11 Mazlum Ebdî: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
11:38 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya Mijdarê eşkere kir
11:28 Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa da
11:17 Li Geverê operasyoneke din a leşkerî hate destpêkirin
10:14 Ji ber fikrên xwe tehliyeya wî hate taloqkirin
09:59 Amed di nava mijê de ma
09:52 ‘Lêgerîna tazî’ û tundiya dihat înkarkirin vegotin
09:51 Dayikên Aştiyê: Şer çareserî nîn e
09:21 Margaret Owen: Divê hemû dinya ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:03 Rojnamegerê ji Minbicê Yehya Elo: Çete yek gavek jî pêş ve neçûne
09:02 Salih Muslîm: Em amadekariya şerê gel ê şoreşgerî dikin
09:01 Li Nisêbînê Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê vedibe
09:00 ROJEVA 6’Ê KANÛNA 2024’AN
05/12/2024
21:49 Êrişî Minbicê hat kirin: 2 xwişk û bira hatin qetilkirin
21:42 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 34 partiyan daxuyanî
19:50 Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê Sûcê şer tê kirin
18:47 Hêzên rejîma Sûriyeyê vekişiyan, HTŞ ket Hamayê
16:39 Li Minbicê bîlançoya êrişan
16:32 Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê: Berxwedana gelê me dê bidome
15:38 Gelek koçberên Şehbayê hatin dorpêçkirin û gelek jê hatin revandin
14:59 Dayikên Aştiyê li dijî şer banga têkoşînê kirin
14:26 DEM Partî li Meclisê nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin
14:18 Li Wanê berteka li dijî êrişan: Sînorên we yên çêkirî nikarin me ji hev qut bikin
14:12 Ayşegul Dogan: Heke hûn xwedî polîtîkaya şer nebin wê demê guftûgoyê bidin destpêkirin
14:03 Bertek nîşanî zextên ser fuara pirtûkan dan: Em sepanên faşîzan red dikin
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin