HSD’ê li dijî êrişan bang kir

  • rojane
  • 16:53 1 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya HSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku armanca êrişên dawî dagirkirina tevahiya Sûriyeyê ye. HSD’ê, şerê heyî weke “Şerê namûs û insanetiyê” nirxand û bang li gel û ciwanên herêmê kir. 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
Di daxuyaniyê de HSD’ê wiha got: “Di nava vê hefteyê de êrişeke pir berfireh diqewime û guhertinên bingehîn çêdibin. Hêzên rejîma Şamê di serî de li Helebê, li gelek herêman hilweşiya. Bêguman ev êriş yekser ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tê rêvebirin û armanca wê dagirkirina hemû xaka Sûriyeyê ye. Lê bi taybetî jî herêmên rêveberiya xweser kirine armanc. Bi vî rengî naxwazin gelê herêmê bi Kurd, Ereb û tevahî pêkhateyên wê bi hev re di nava aştiyê de bijîn. Ji bo vê yekê êrişek berfireh li ser herêmên reveberiya xweser heye.
 
REWŞA HEYÎ DÎROKÎ Û JIYANÎ YE
 
Her wiha planeke qirkirinê ya berfireh li ser gelê me yê Şehba û Helebê heye. Ev rewş ji bo tevahî gelê Sûriyeyê û bi taybetî ji bo herêmên xweseriya demokratîk rewşeke dîrokî û jiyanî ye. Armanca van êrişan ne tenê herêmên di bin serweriya HSD’ê de ye, bi giştî dagirkirina xaka Sûriyeyê ye. Anku dixwazin tola xwe ji hemû gelên herêmê bigirin.
 
Ev çend roj in şervanên me çi li eniya Minbicê, çi li eniya rojavayê Firatê berxwedaniyeke mezin û şerekî bêhempa li dijî van êrişan dimeşînin.
 
HSD DÊ BERPIRSYARTIYA XWE BI CIH BÎNE
 
Bêguman Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi hemû pêkhateyên xwe ve, çawa ku di rizgarkirin û parastina herêmê de heya niha bi erka xwe rabû û rol leyîst, wê ji vir û şûnde jî bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabe; bedela wê çi dibe bila bibe, ew ê li hemberî van êrişan raweste. Wê bi erka xwe ya dîrokî ya parastina herêmê û parastina gelê Sûriyeyê rabe. Di vê mijarê de bila gumana ti kesî nebe. Lê belê ev şer şerekî dîrokî ye û divê gelê herêmê bi awayekî çalak di nava vî şerî de cih bigire. Divê li ser hîmê seferberiya giştî tevbigere û bi hêzên xwe yên parastinê re çi HSD be, çi jî asayîş be divê li rex wan bi awayekî hevbeş kar bike.
 
Di van rojên dîrokî de daxwaza me ji gelê me ew e ku ji bo parastina gundên xwe, bajarên xwe û tevahî herêmê, divê gelê me mil bi mil di eniyên parastinê de di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de bi erka xwe rabin.
 
BANG LI CIWANÊN HERÊMÊ KIR
 
Bi taybetî banga me ji bo hemû ciwanên herêmê bi Kurdê xwe û Erebê xwe, bi Suryan, Asûr û Ermenê xwe, bi Tirkmen û Çerkezê xwe, divê bi erka xwe ya dîrokî rabin û cihê xwe di sengerên berxwedanê de bigirin û tev li nava refên HSD, YPJ-YPG’ê bibin.
 
ŞERÊ NAMÛS Û INSANIYETÊ YE
 
Em dibêjin ku ev şerê heyî şerê namûs û însaniyetê ye. Şerê kerameta gelan e. Şerê hemû nirx û hîmên mirovî û azadiyê ye. Li hemberî tarîtiya zîhniyeta DAIŞ û Erdoganî’yan şerê ronahî û serfiraziyê ye. Ev şer şerê serkeftina mezin û misogerkirina jiyana hevbeş a xwîşk û biratiya gelan e.
 
EM Ê VAN ÊRIŞAN TÊK BIBIN
 
Careke din em dibêjin bila keç û xortên herêmê tev li nava refên HSD’ê bibin û di avakirina pêşerojeke azad de bi erka xwe ya dîrokî rabin. Baweriya me tam e ku em ê tevî gelê xwe û bi beşdarbûna çalak a ciwanan a nava refên HSD’ê re karibin vê êrişê pûç bikin û planên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bê encam bihêlin.”
 

Sernavên din

02/12/2024
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin
11:05 Endamên Meclisê yên DEM Partiyî li dijî qeyûm serlêdana sûc kirin
10:50 DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da
10:36 3 gundên Efrîn-Şehbayê hatin bombebarankirin
10:34 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di pêvajoyên pevçûn û muzakereyan de jin’ derket
10:27 Îşkence û destdirêjiya li dijî jinên afgan ên neçarî parsekiyê hatin kirin
10:18 Gelo geşedanên li Helebê operasyona NATO’yê ye?
09:23 Xelkê Agiriyê ji ber fatûreyên zêde yên gaza xwezayî bi bertek in
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2024’AN
08:58 Di qezaya li Bartinê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 SOHR: Artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand, HTŞ’ê 16 gund bi dest xist
30/11/2024
16:16 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin
15:43 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
15:40 Li Cizîrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin
15:37 HTŞ'ê gelek deverên Helebê xistin bin kontrola xwe
14:56 Xizmên windayan ji bo Tahir Elçî doza edaletê kirin
14:29 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
14:23 30 sal in aqûbeta wî ne diyar e
11:13 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat binçavkirin
11:10 Qeyûmê Mêrdînê gelek kes ji kar derxistin
09:04 Bîrsen Orhan a cezayê hepsa malê lê hat birîn: Ez ê bitêkoşim
09:02 Akademîsyen Neşe Ozgen: Tecrîd êrişa li aştiya civakî ye
09:01 Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:29 9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin
29/11/2024
22:23 DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
22:18 DBP: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:53 Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin
16:26 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Qeyûm li pişt bariyerên betonan hefsî ne
16:06 Bakirhan: CHP dikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze
Ozel: Em amade ne rola xwe bilîzin
15:04 Li Miksê esnaf hatin ziyaretkirin
15:02 5 rojnameger bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:55 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Ozel dest pê kir
14:51 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
14:43 Qeyûmî cîgirên hevşaredar ji peywirê girt û li şûna wan AKP’iyek tayîn kir
13:18 Navê Tahir Elçî li kolana lê hatibû qetilkirin, kirin: Dê bibe sembola aştiyê
12:47 Ozel ji dozger Gurlek re got: Nebe amûra hin kesan
12:35 Pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û HTŞ’ê de didomin: Hedef rêya M5’ê ye
12:30 Qonaxa dîrokî ya li Qersê bi hilweşînê re rû bi rû ye!
12:29 Rojnameger, siyasetmedar û sendîkavan sewqî edliyeyê hatin kirin
12:26 Hevşaredarê Miksê Hazir: Li ser talîmatê ceza dan
12:24 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:22 Ji ber ‘dermanê epîlepsiyê’ êrişî girtî Bayir kirin
12:21 Derheqê cîgirê Şaredarê Esenyurtê Yalçin de biryara binçavkirinê hat dayin
10:00 Parêzer Zeynep Karayilan: Divê ji bo ‘mafê hêviyê’ sererastkirinek bê kirin
09:21 Ji bo ceza bidin xwe li benda hevşaredarbûna wî girtine!
09:12 Berdevka YPJ’ê: Pergala baviksalariyê dê bi modernîteya demokratîk tune bibe
09:03 'Li dijî asîmlasiyonê divê li her derî Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê avakirin'
09:02 Sedema beraetkirina rojnamevan Dicle Muftuoglûyê
09:01 Mûstafa Sarigul: Dixwazin tayînkirina qeyûman nîşanî muxalîfan jî bidin
09:00 Ji dêrsimiyan berteka li dijî qeyûm: Hûn nikarin kesên hilbijartî ji peywirê bigirin
09:00 ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2024’AN
28/11/2024
22:22 9 nivîskar û rojnamevan hatin berdan
16:20 Ketin û derketina li herêmên qirkirina xwezayê lê tê kirin hat qedexekirin
16:18 Banga ‘Pêşî li darvekirina jinên têkoşer bigirin’ li rayedaran kirin
15:41 Nehiştin Hevşaredarên Êlihê derbasî şaredariyê bibin
15:33 'Mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin’
15:17 Tahîr Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Faîlan derxînin holê
14:40 Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:59 Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin
13:50 AYM’ê ji bo cezayê ji ber çalakiya 'Komploya 15’ê Sibatê’ hatiye dayin got ‘binpêkirin e’
12:43 Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:09 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê sibe dê bê lidarxistin
11:59 Navê wî li kolana lê hatibû qetilkirin hate kirin
11:52 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin
11:04 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:59 Hevşaredar Gulistan Sonuk: Dê têkoşîna me bidome
10:27 Parêzer Ortaç: Lihevkirina civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
10:23 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn