Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin

  • rojane
  • 15:57 1 Kanûn 2024
  • |

AMED - Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya diyar kir ku Tirkiye ji bo tunekirina kurdan tifaqê bi çeteyên cîhadîst re dike û wiha got: “Di çareseriyê de muxatab diyar e. Tecrîdê rakin û dest bi muzakereyên bi birêz Abdullah Ocalan re bikin.”  

Bi pêşengtiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî operasyonên binçavkirinê, girtin û tayînkirina qeyûman li pêşiya AZC Plaza ya li Semta Ofîsê ya Bajarê Nû ya Amedê daxuyanî hat dayin. Hevşaredarên bajarê mezin û yên navçeyan, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji binçavkirin, girtin û qeyûman re na, ji aştiyeke birûmet re erê” hate hilgirtin. Polîsan rê bi wesayîtên bizirx girtin û bi hinceta “trafîkê” dan zorê ku derkevin ser payerêyê. Li dijî vê zextê beşdaran bi dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” bertek nîşan dan. 
 
HEWLDANÊN ASTENGKIRINÊ YÊN POLÎSAN
 
Dema Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz diaxivî, polîsan ji bo çalakvanan anonsa “Muxalefeta li dijî Qanûna Hejmar 2911 a Civîn û Xwepêşandanan” kir. Gurbuz, bertek nîşan da û wiha got: “Hûn çi dixwazin bikin lê cihê vê di qanûnan de nîne. Polîs li ser fermanan hewl didin hêza gel bişikînin. Ev gel, hêza xwe ji rastiya xwe digire.” Di vê navberê de polîsan dîsa gotina Gurbuz qut kir û li ser vê yekê girseyê dirûşma “Zext nikarin me bêzar bikin” berz kir. 
 
'EM Ê QEYÛMAN JI KURDISTANÊ BIQEWITÎNIN’
 
Gurbuz, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û ev tişt anî ziman: “Gelê kurd çawa di 31’ê Adarê de şaredarî ji qeyûman standibe û xistibe xizmeta gel, em ê bi şaredariyên xwe pergala van a qirêjî tune bikin. Hûn bi bêhiqûqtiya xwe di bin hukmê AKP-MHP’ê de ne. Em tecrîdê qebûl nakin. Em ê tecrîdê bişikînin û qeyûman ji Kurdistanê biqewitînin.” 
 
‘BILA BI ABDULLAH OCALAN RE HEVDÎTIN BÊN KIRIN’ 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî got ku heke daxwazeke ji bo aştiyê hebe, divê tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. 
 
Hevberdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê Faruk Budak jî bal kişand ser girtin û binçavkirinan û xwest kesên binçavkirî tavilê bên berdan û dê berxwedana wan bidome. 
 
'PÊVAJOYA 100 SAL IN DIDOME’
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha got: “Ev pêvajoya dîrokî 100 sal in didome. Ji nişka ve derneket holê. Rastî êdî xwe ferz dikin û di dawiya dawî de dê ji bo gelan û bindestan aştî, xwişk-biratî û azadî were vê xakê. An dê bi hev re tune bibin an jî dê biryara jiyaneke wekhev, adilane û birûmet bidin. Daxwaza me jiyaneke adilane û birûmet e. Ne çekên we ne jî tenak û topên we dê nekarin van daxwaz û hestên me tune bikkin. Dê gelê me serî li ber we netewîne.”  
 
Hatun, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman jî da û ev tişt anî ziman: “Derqanûntî, derhiqûqtî karê xespkaran e. Xespkirina vîna gel bi xwe ye. Ez qeyûm tenê bi gotinekê pênase bikim; qeyûm, ‘qeyûm ewqas diz in ku çavberdane cilbûbergên xebatkarên agirkujiyê yên naşewitin.’ Heke kesekê wiha dike diz, derewker û alçax nebe wê demê çi ye? Ev dizek dikarin çi bidin vî bajarî? Hûn çawa van diparêzin? Ka wijdana we? Em ê rê nedin van diz, derewker û alçaxan.”
 
'BI BIRÊZ ABDULLAH OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIN’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî operasyonên tên domandin weke “domandina qirkirina kurdan” nirxand û wiha got: “Tekane sûcê hevalên me yên bi qirkirina siyasî hatine girtin, kurdbûna wan e. Li rexekî qala çareseriyê dikin li rexa din mafên bijartin û hilbijartinê yên gelê kurd tune dihesibînin. Em vê qebûl nakin.  Em ê mafên xwe nedin qeyûmên dizek. Ji bo ev gel nekare xizmetê bigire, hevşaredar bi îdiayên derew ji peywirê tên girtin û nahêlin şaredarî bixebitin. 
 
Tirkiye ji bo tunekirina kurdan li hundir û derve bi çeteyên cîhadîst re hevkariyê dike. Êdî vê bi dawî bikin. Çareserî zelal e. îradeya gelê kurd zelal e. Em aştiyeke birûmet dixwazin. Tavilê tecrîdê rakin û dest bi muzakereyên bi birêz Abdullah Ocalan re bikin.  Cînayetên jinan, ên zarokan û tayînkirina qeyûman, encama polîtîkayên şer û neçareseriyê ne. Em jî dibêjin ku çareserî û muxatab diyar e. Çareserî li Îmraliyê ye. Tavilê hevdîtinan bidin destpêkirin.”
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû. 
 

Sernavên din

02/12/2024
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin
11:05 Endamên Meclisê yên DEM Partiyî li dijî qeyûm serlêdana sûc kirin
10:50 DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da
10:36 3 gundên Efrîn-Şehbayê hatin bombebarankirin
10:34 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di pêvajoyên pevçûn û muzakereyan de jin’ derket
10:27 Îşkence û destdirêjiya li dijî jinên afgan ên neçarî parsekiyê hatin kirin
10:18 Gelo geşedanên li Helebê operasyona NATO’yê ye?
09:23 Xelkê Agiriyê ji ber fatûreyên zêde yên gaza xwezayî bi bertek in
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2024’AN
08:58 Di qezaya li Bartinê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 SOHR: Artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand, HTŞ’ê 16 gund bi dest xist
30/11/2024
16:16 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin
15:43 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
15:40 Li Cizîrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin
15:37 HTŞ'ê gelek deverên Helebê xistin bin kontrola xwe
14:56 Xizmên windayan ji bo Tahir Elçî doza edaletê kirin
14:29 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
14:23 30 sal in aqûbeta wî ne diyar e
11:13 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat binçavkirin
11:10 Qeyûmê Mêrdînê gelek kes ji kar derxistin
09:04 Bîrsen Orhan a cezayê hepsa malê lê hat birîn: Ez ê bitêkoşim
09:02 Akademîsyen Neşe Ozgen: Tecrîd êrişa li aştiya civakî ye
09:01 Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:29 9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin
29/11/2024
22:23 DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
22:18 DBP: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:53 Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin
16:26 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Qeyûm li pişt bariyerên betonan hefsî ne
16:06 Bakirhan: CHP dikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze
Ozel: Em amade ne rola xwe bilîzin
15:04 Li Miksê esnaf hatin ziyaretkirin
15:02 5 rojnameger bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:55 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Ozel dest pê kir
14:51 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
14:43 Qeyûmî cîgirên hevşaredar ji peywirê girt û li şûna wan AKP’iyek tayîn kir
13:18 Navê Tahir Elçî li kolana lê hatibû qetilkirin, kirin: Dê bibe sembola aştiyê
12:47 Ozel ji dozger Gurlek re got: Nebe amûra hin kesan
12:35 Pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û HTŞ’ê de didomin: Hedef rêya M5’ê ye
12:30 Qonaxa dîrokî ya li Qersê bi hilweşînê re rû bi rû ye!
12:29 Rojnameger, siyasetmedar û sendîkavan sewqî edliyeyê hatin kirin
12:26 Hevşaredarê Miksê Hazir: Li ser talîmatê ceza dan
12:24 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:22 Ji ber ‘dermanê epîlepsiyê’ êrişî girtî Bayir kirin
12:21 Derheqê cîgirê Şaredarê Esenyurtê Yalçin de biryara binçavkirinê hat dayin
10:00 Parêzer Zeynep Karayilan: Divê ji bo ‘mafê hêviyê’ sererastkirinek bê kirin
09:21 Ji bo ceza bidin xwe li benda hevşaredarbûna wî girtine!
09:12 Berdevka YPJ’ê: Pergala baviksalariyê dê bi modernîteya demokratîk tune bibe
09:03 'Li dijî asîmlasiyonê divê li her derî Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê avakirin'
09:02 Sedema beraetkirina rojnamevan Dicle Muftuoglûyê
09:01 Mûstafa Sarigul: Dixwazin tayînkirina qeyûman nîşanî muxalîfan jî bidin
09:00 Ji dêrsimiyan berteka li dijî qeyûm: Hûn nikarin kesên hilbijartî ji peywirê bigirin
09:00 ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2024’AN
28/11/2024
22:22 9 nivîskar û rojnamevan hatin berdan
16:20 Ketin û derketina li herêmên qirkirina xwezayê lê tê kirin hat qedexekirin
16:18 Banga ‘Pêşî li darvekirina jinên têkoşer bigirin’ li rayedaran kirin
15:41 Nehiştin Hevşaredarên Êlihê derbasî şaredariyê bibin
15:33 'Mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin’
15:17 Tahîr Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Faîlan derxînin holê
14:40 Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:59 Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin
13:50 AYM’ê ji bo cezayê ji ber çalakiya 'Komploya 15’ê Sibatê’ hatiye dayin got ‘binpêkirin e’
12:43 Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:09 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê sibe dê bê lidarxistin
11:59 Navê wî li kolana lê hatibû qetilkirin hate kirin
11:52 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin
11:04 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:59 Hevşaredar Gulistan Sonuk: Dê têkoşîna me bidome
10:27 Parêzer Ortaç: Lihevkirina civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
10:23 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn