Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn

  • rojane
  • 09:12 27 Mijdar 2024
  • |

WAN - Belavkarê Ozgur Gundemê Orhan Karaagar li Wanê hatibû qetilkirin û Adnan Işik jî mîrateya wî dewr girtibû. Bi ser qetilkirina Işik re 31 sal derbas bûn û hêj jî kujerên wî nehatine girtin.  

Di ser qetilkirina belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê û Kovara Ozgur Halkê Adnan Işik re 31 sal derbas bûn. Işik ku piştî qetilkirina xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar ê di 19'ê Çileya 1993'yan de hat qetilkirin biryar da ku li rojnameyê bixebite, di 27'ê Mijdara 1993'yan de dema diçû malê di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
 
Tevî ku 31 sal di ser qetilkirina Işik re derbas bûne jî, kiryarên Işik hê nehatine dîtin.
 
PIŞT ORHAN DEST BI BELAVKIRINÊ KIR
 
Işik ê ku di mehên dawî yên sala 1991'ê de ji gundê Tûm ê navçeya Seravê ya Wanê bi malbata xwe re koçî navenda bajêr kir, çû bajarên cuda û di înşaetê de xebitî. Işikê ku bi salan li bajarên rojavayê Tirkiyeyê xebitî, piştî zewicî li Loqala Mîmar û Endezyaran a Wanê dest bi kar kir. Piştî ku Belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 19'ê Çileya 1993'yan de hat qetilkirin, Işik biryar da ku bibe belavkar. Işik çû buroya Wanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê û daxwaza xwe ji berpirsên rojnameyê re ragihand û piştî ku daxwaza wî hat qebûlkirin li kuçe û kolanên bajêr dest bi belavkirina rojnameyan kir. Gelek caran gef li Işik hatin xwarin ku rojnameyê belav neke. Işik ê ku li dijî gefan belavkirina xwe domand, gelek caran ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, ket ber lêpirsînan û îşkence lê hat kirin.
 
KUJER LI TOROSA SPÎ SIWAR BÛ Û REVIYA
 
Piştî demekê Işik plaqeya wesayîta Torosa spî ya ku timî ew dişopand qeyd kir û li buroya rojnameyê bi hevalên xwe re parve kir. Xebatkarên buroyê ev plaqe dan Waliyê Wanê yê wê demê Mahmut Yilbaş ku bi gelek bûyerên tarî tê naskirin û rewşê jê re vegotin. Her çiqas Yilbaş got “Ez ê pê re eleqedar bibim" jî di vê mijarê de tu gav nehat avêtin. Di 26'ê Mijdara 1993'yan de dema ku gef di asta herî jor de bûn, Işik ji buroya rojnameyê derket û ji bo biçe malê li otobusa gel siwar bû. Işikê ku li Taxa Erekê ku mala wî lê ye ji otobusê peya bû rastî êrişa bi çekê hat. Kesê ku êrişî Işik kir, ji cihê bûyerê reviya û li wesayîta bi marka Toros a ku 50 metre dûrî cihê bûyerê sekinîbû, siwar bû û reviya.
 
KUJER NEHATIN DÎTIN
 
Işik ê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê, ji ber ku derfetên nexweşxaneyê tune bûn, sewqî nexweşxaneya Enqereyê hat kirin. Lê Işik ê ku ji ber "rewşa hewayê" nekarîbû bibirin Enqereyê, di 27'ê Mijdara 1993'yan de saet di 11.00'an de jiyana xwe ji dest da. Tevî ku malbata Işik gelek caran hewl da ku kiryar bibîne jî, kiryar nehatin dîtin û dosyaeya wî hat girtin. Pismam û hevalên Işik, behsa wî kirin.
 
 
Kurê mamê wî Omer Işik, wiha behsa Adnan Işik kir: “Malbata Adnan di sala 1955’an de li Wanê bi cih bû. Adnan li Wanê ji dayik bû, di malbatê de tekane zarokê kur bû. Li Meydana Beşyolê qehwexaneyeke wan hebû. Wî ew der bi rê ve dibir. Ew xort û bavê sê zarokan bû. Piştî kuştina kiryar nediyar ya Orhan Karaagar di 19'ê Çile de, Adnan bi dildarî dest bi vî karî kir. Ji ber mirina hevalê xwe pir xemgîn bû. Berî ku dest bi kar bike, hat cem min û got ez ê niha bi xwe rojnameyan belav bikim. 26’ê Mijdarê êvarê di derdora seat 19.00’an de dema ji buroyê derdiket û ji otobusê dadiket li meydana Taxa Erekê ku mala wî lê ye rastî êrişa bi çekê hat. Birîndar bû û me ew rakir nexweşxaneyê û 27'ê Mijdarê saet di 11.00'ê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Adnan ew kes bû ku jiyana xwe fedatî têkoşînê kiribû." 
 
‘TIM TÊDIKOŞIYA'
 
 
Hevalê wî Abdulhekîm Maskan ku bi Adnan Işik re kargehê bi rê ve dibir jî got: “Min di sala 1978’an de Adnan nas kir. Me bi hev re kargehek bi rê ve dibir. Nêzî du salan em li Wanê bi hev re xebitîn. Piştî şoreşa 1980’î ??me bi hev re biryar da û em çûn Stenbolê. Em demekê li wir bi hev re xebitîn. Hevaltiya me pir xweş bû. Mirovekî pir zana bû. Ew her tim mirovekî têkoşer û baş bû. Piştî demekê li ser daxwaza dêya xwe hat Wanê, ji ber ku tenê kurê malê bû. Paşê ez hîn bûm ku ew li rojnameyê dixebitî. Demek şûnde xebera mirina wî gihaşt me. Kuştina Adnan me hemûyan êşand." 
 

Sernavên din

28/11/2024
09:35 Mûrat Karayilan: Dê nekarin ji vê rêbazê encam bigirin
09:18 Hewldanên li dijî Şengalê çi ne?
09:08 Zozan Bor a li midûriyeta polîsan hat tacizkirin: Kevalên min hê jî di binçavan de ne
09:07 Çareya ji bo şer, krîza avhewayê û koçberiyê: Civaka ekolojîk-komunal
09:06 'Li dijî qeyûman xurtkirina xeta têkoşînê divê'
09:04 Banga ji bo mitînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
09:00 ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN
27/11/2024
22:56 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin
22:53 Rêyên 98 gundên Amedê hatin vekirin
16:55 Bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin
16:51 Doza Ahmet Gun ê hatibû qetilkirin hat taloqkirin
16:19 Binçavkirin li gelek bajaran hatin protestokirin
15:21 Ciwanên êrişên dewleta tirk kişandin ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin
14:48 Li Edeneyê qeyûm hatin protestokirin
14:35 Erdogan dîsa gef xwar
14:01 Ji binçavkiriyan 10 jê anîn Enqereyê
13:39 Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em paşvegavê naavêjin
13:38 Helbestvan, akademîsyen û rojnameger 2 roj in binçavkirî ne
13:10 Li Peyasê loqenteya gel hate vekirin
13:10 'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye
13:09 Wezareta Dadê: Em daxwaznameya DEM’ê dinirxînin
12:54 Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin
12:38 Li Dêrsimê qeyûm û binçavkirin hatin protestokirin
11:47 Kesên li Çanakkaleyê hatin binçavkirin hatin berdan
11:44 Gotûbêja Sabahat Tuncel ji hêla rektor ve hat betalkirin
11:30 Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê
10:58 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Hevalên me berdin
10:39 Li Şirnexê rêyên bajarokek û 7 gundan hatin girtin
10:38 Piştî erdheja li Bedlîsê hişyar hate kirin
10:27 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
13:54 Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
13:45 DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
13:43 Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
13:39 Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand
13:36 DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide
13:01 Helbestvan û nivîskar jî hatin binçavkirin
12:45 Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
12:42 Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
16:29 Rêxistinên Elewiyan li Dêrsimê bang kirin: Em qeyûmê xespkar qebûl nakin
15:04 Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin
14:59 Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul
14:39 Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm
14:30 'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'
13:54 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî: Koçer ji herêmê tên derxistin
13:47 Nifûsa Iraqê hat eşkerekirin
13:47 Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin
13:46 ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran banga tehliyeyê kir
13:33 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin
13:24 Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn
12:59 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê herî kêm 114 jin hatin qetilkirin
12:52 Hêzên rejîmê kolbereke jin qetil kirin
12:45 TJA: Hûn dê dengê me yê Jin, jiyan, azadî li Taksîmê bibihîsin
12:41 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
12:15 Peyama MKG’ê ya 25’ê Mijdarê: Em ê têkoşînê mezintir bikin
12:00 Levent Tuzel: Ji bo çareseriyê divê makezagon bê sererastkirin
11:32 Polîsan derb kirin û dozgeriyê derheqê wan de lêpirsîn vekir
11:19 Îtîraza rojnamegerê cezayê muebbetê lê hate birîn red kirin
11:04 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin
10:56 Zilamên li dijî tundiyê çalakî li dar xistin: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:37 Bi hinceta ‘bifikar e’ pirtûka wî bi xwe nivîsandî nedanê
10:21 Ji bo kampanyaya pereşandina ji girtiyan re bang kirin