Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner

  • rojane
  • 09:29 29 Cotmeh 2024
  • |
ŞIRNEX - Ji Dayikên Aştiyê Kumrî Oner di 25’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Hevjînê wê Mehmet Oner û rêhevala wê Ayşe Hezer diyar kirin ku heta dawiya emrê xwe ji bo aştiyeke mayinde têkoşiyaye û gotin: “Tenê xeyala wê aştî û Kurdistaneke azad bû.” 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Kumrî Oner (64) a li navçeya Hezex a Şirnexê dijiya, di 25’ê cotmehê de li mala xwe jiyana xwe ji dest da. Oner, emrê xwe di nav têkoşîneke têr û tije de derbas kir. Oner, hem li bajar hem jî li bajarên din ên Kurdistanê hema hema di hemû çalakiyên bi daxwaza aştiyê de cih girt. Bi kiras û fistanên xwe yên koçerî û bi laçika xwe ya spî di refên herî pêş de cih digirt. Weke gelek dayikên kurd, dayika Kumriyê jî di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de keça xwe winda kir. Keça Oner, Nêrgiz Oner (Zerrîn Berîtan) di sala 2015'an de li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku keça wê jiyana xwe ji dest dide, Oner ji bo ku dayik êdî negirîn û aştiyeke mayinde pêk were bi awayeke çalak di nav tekoşîna aştiyê de tedikoşe. Oner, di Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Windakirin re (MEBYA-DER) û di Meclisa Dayikên Aştiyê de cih girt û heta dawiya emrê xwe jî têkoşiya. 
 
Hevjînê Kumrî Onerê Mehmet Oner û hevala wê ya têkoşînê Dayika Aştiyê Ayşe Hezer jiyan û têkoşîna wê vegotin. 
 
'JI ALIYÊ HERKESÎ VE DIHAT HEZKIRIN'
 
Mehmet Oner diyar kir ku hevjîna wî pir êş kişandine û ji bo ku aştî çêbibe tekoşîneke mezin daye. Oner, wiha domand: “Me herduyan jî tu car dilê hevdu neşkand. Jixwe jineke pir baş bû. Ji tu kesekî re gotineke xirab nedikir. Ji aliyê heval û cîranan xwe ve jî pir dihat hezkirin. Min qed nedîtiyê kesekî ji bo wê gotineke xirab kiribe.  Me pir êş kişand. Me xizanî û neçarî dît. Em koçer bûn.”
 
'JI BO AŞTIYÊ TÊKOŞIYA'
 
Oner, bi lêv kir ku emrê hevjîna wî di nav têkoşîna aştiyê de derbas bû û got ku yekane xeyala wê aştî û Kurdistaneke azad bû. Oner, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di her çalakî û daxuyaniyan da daxwaza aştiyê dikir. Çi ji destê we dihat dikir. Wê tu carî gav paşve neavêt. Daxwaza wê aştî bû û ji bo wê jî heta dawiya emrê xwe têkoşiya. Piştî ku keça me li Kobanê jiyana xwe ji dest da jî ket nava xebatan. Daxwaza wê ev bû ku dawî li şer bê û aştiyeke bi rûmet pêk were. Digot; ‘bila edî hesirên çavên dayikan nerijin.’ Weke malbat em ê jî xwedî li têkoşîna wê derkevin. Daxwaza me jî ew ê ku aştiyek pêk were û ew xwîn edî bisekine.”
 
'HER TIM LI PÊŞ BÛ'
 
Hevala Oner, Dayika Aştiyê Ayşe Hezer jî bi lêv kir ku Oner di her çalakiyan de ji wan re pêşengtî dikir. Hezer, hevala xwe ya têkoşînê wiha vegot: “Di berxwedana Kobanê de em bi hev re çûn ser sînor. Bi rojan bi hev re li ser sînor bûn. Keça wê Nêrgiz di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Ewil li wir hat definkirin. Lê li ser daxwaza malbatê me cenaze ji sînor wergirt û anîn li Hezexê veşart. Piştî ku keça wê jiyana xwe ji dest da ew jî ket nava xebatan. Hem di MEBYA-DER û hem jî di nava Meclisa Dayikên Aştiyê de cih girt. Her tim di nava têkoşîna aştiyê de bû. Hemû çalakî û daxuyaniyan de li pêş bû.”
 
'XEYALA WÊ KURDISTANA AZAD BÛ'
 
Hezer, anî ziman ku her tim xeyala Oner Kurdistaneke azad bû ye. Hezer axaftina xwe wiha qedand: “Derdê wê Kurdistan bû. Dixwest ku Kurdistan azad bibe û her tim digot; ‘bila zarokên me li welatê xwe bi nasname û zimanê xwe azad bijîn.’ Ev xeyala wê bû. Xebatkareka kedkar a partiyê bû. Heta dawiya jiyana xwe jî ji bo aştiyê têkoşiya. Daxwaza wê ya herî mezin ew bû ku ev şer bi dawî bibe û gel bi azad bijî. Em ê xwedî li têkoşîna wê derbikevin û heta dawî bidomînin. Di nava hevalan de jî jineke pir jehatî bû. Tu car dilê kesî neşikand. Rûken bû. Hemû hevalan ew pir hez dikirin. Ji ber ku me ew winda kir pir xemgîn in. Em ê jî xwedî li têkoşîna wê derbikevin û heta dawiyê bidomînin. Daxwaza me ew ê ku deriyên zindanan vebibin ew şer bisekine û aştiyêke bi rûmet pêk were.”
 
MA/ Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

29/10/2024
16:53 Girtiyê gotibû ‘Dê min bikujin’ bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:53 Werîşe Mûradî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kir
15:53 Dayikên Aştiyê serdana Emîne Şenyaşarê kirin
15:28 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
15:15 Kesê dê bibe serokê Hîzbullahê hate diyarkirin
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin
13:13 Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî
12:29 Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da
12:27 350 mîtroyan dûrî nexweşxaneyê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da
11:45 Jina sporvan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:44 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran bû
11:25 Êrişkarên nijadperest ji xwediyên dawetê lêborînê xwestin
11:18 Koma Hevrayê bertek nîşanî girtina solîstê xwe da
11:14 Rohilat Efrîn: Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin
10:51 HDK ji Lijneya Giştî re amade ye: Avakirina jinûve û rêxistinbûyîneke xurt
10:42 Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand
10:22 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Bi tecrûbe û pratîka xwe rê nîşan da
10:21 Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e
10:05 247 pêşniyazên qanûnî yên DEM Partiyê û 673 pêşniyazpirsên lêkolînê yên DEM Partiyê hatin redkirin
09:45 'Plana Çokşikandinê' di sala 9'an de ye: Plan bi ser neket, meseleya kurd çareseriyê ferz dike
09:30 Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin
09:29 Dayika emrê xwe bi têkoşîna aştiyê derbas kir: Kumrî Oner
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê