Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin

  • rojane
  • 09:37 3 Hezîran 2023
  • |
img
MÊRSÎN - Hate diyarkirin ku Azat Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi hinceta li ser dîwaran nivîs nivîsandiye hatiye girtin û li girtîgeha ku birinê rastî lêgerîna tazî hatiye. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi îdiaya parvekirinên medyaya dîjîtal û pere şandina ji girtiyan re ya bi ser Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (Çûkûrova TÛAY-DER) daye destpêkirin de 24 kes hatin binçavkirin. Ji van 7 kes di 26’ê gulanê de ji aliyê dadgehê ve bi “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Di nav kesên hatin girtin de Azat Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye jî şandin Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê. 
 
Taş ê di sibata 2018’an de bi îdiaya “madeyên tahlukeyî bêdestûr li cem xwe dihewîne” hate girtin, tevî rapora nexweşxaneya dewletê “Ehliyeta wî ya sûc nîne” jî bi rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) nehate berdan. Taş ê di Adara 2021’an de hate berdan careke din hate girtin. 
 
Taş, ê bi parêzerê xwe re hevdîtin kir da zanîn ku di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hatiye. Parêzerê Taş, Abdulcelîl Akin, tiştên muwekîlê wî di girtîgehê de jiyan vegot. Dayika wî Sûltan Taş jî diyar kir ku kurê wê nikare di girtîgehê de bimîne û banga piştevaniyê li raya giştî kir. 
 
NIKARE PÊDIVIYÊN XWE BI CIH BÎNE
 
Sûltan Taş, da zanfîn ku lawê wê astengdarê zîhnî ye û wiha got: “Beriya niha jî kurê min li Girtîgeha Tarsûsê ku lê dima gelek caran rastî îşkenceyê hat. Di dema em sala 2020’an de çûn hevdîtina wî ji îşkenceyê difina wî şikandibûn, destên wî reş û şîn bûbûn. Lawê min nikare tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. Lawê min astengdar e û nexweş e. Dema li derve bû her tim li kolanê ji ser hişê xwe diçû. Divê bi rêk û pêk dermanên xwe bigire, şertên girtîgehê ne li gorî wî ne. Çawa kesekî astengdarê zîhnî tê girtin, ez fêm nakim.”
 
Taş, axaftina xwe wiha domand: “Lawê min nikare di girtîgehê de bimîne. Ez dixwazim bê şert were berdan. Divê herkes ji bo girtiyên nexweş û astengdar zêdetir bi hestiyar bin.”
 
PARÊZER: TIŞTEKÎ KU WEKE DELÎL NÎŞAN BIDIN NÎNE
 
Parêzer Abdulcelîl Akin da zanîn ku di dosyaya Taş de delîleke têkildarî “endamtiya rêxistinê” nîne û ev agahî parve kirin: “Di dosyayê de çûyîna konferansa ku Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Mêrsînê li dar xistiye, malperên ku li ser medyaya dîjîtal dişopîne, nivîsên li ser dîwaran ên sala 2016’an weke delîl pêşkeşî dosyayê hatine kirin. Ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Mersînê û 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê ve biryara beraatê ya beriya niha hebû ku ne sûc e ku tev li konferansa Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bibin. Parvekirinên wî yên medyaya dîjîtal jî tespîtek hatiye kirin ku ew malper ecibandine û parvekirine. Di sûcdariya nivîsên li ser dîwaran jî xwendina muwekîlê min heye lê nikare binivîse. Ne pêkane ku li ser dîwaran nivîs binivîse. Salên beriya niha nexweşxane û dadgehan rapor dane ku ehliyeta wî ya sûc nîne. Lê bi raporên ATK’ê hatiye diyarkirin ku ne astengdar e û berdana wî hatiye astengkirin.”
 
‘FERZKIRINA LÊGERÎNA TAZÎ’ 
 
Parêzer Akin, da zanîn ku Taş jî di nav de 6 kesên pê re hatine girtin di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hatine û wiha berdewam kir: “Cilên muwekîlê min ji ber kirine û lê ferzkirine ku cilên yek tîp li xwe bike. Balif jî nedane qawişa ku lê dimînin. Azat astengdar e û nobeta sarayê derbas dike. Ne di wê rewşê de ye ku tena serê xwe di girtîgehê de bimîne. Dê tedawiya wî li girtîgehê di nivî de bimîne. Muwekîlê min niha bi lêpirsîneke di tîrmeha 2022’yan de hatiye vekirin tê sûcdarkirin. Lêpirsîna hatiye sekinandin di pêvajoya hilbijartinê de hate destpêkirin.”
 
MA / Dîlan Akyol
 

Sernavên din

07/06/2023
09:21 Emniyeta Antalyayê nahêle xwendekarên kurd ji bo xwe malan kirê bikin
09:06 Rojnameger Firat Can Arslan hate binçavkirin
09:06 Ozcan: Em ê bi mekanîzmayeke rexneyê ber bi kongreyê ve biçin
09:05 Amedî: Divê di pêvajoya nû de guh li gel bê kirin
09:05 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Dibe ku hin qanûnên Iraqê biguherin
09:04 Banga ji bo danişîna Makbûle Sevînç
09:03 Hevserokê KCDK-E’yê Koç: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:01 16 rojnameger ev saleke girtî ne: Bi awayekî kêfî tên cezakirin
09:00 Rojnameger Şengalî: Şengal qels bibe dê Rojava jî qels bibe
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
06/06/2023
20:05 Komeleya Dema Jinê serdana MKGP'ê kir
19:50 Li Bedlîsê 8 kes hatin binçavkirin
18:24 Malbatê cenazeyê Akdogan wergirt
17:28 Li Gabarê qirkirina daran
15:57 CHP’ê biryara kongreyê da
15:23 Dewleta tirk êrişî Çiyayê Guherzê kir
15:04 Şenyaşar bang li wezîr Tunç kir: Ji Rihayê dest bi karê xwe bike
14:47 Tê payîn ku zem dê li motorînê bê kirin
14:47 Namzeta Serokatiya Meclisê ya Partiya Çepên Kesk bû Hatîmogûllari
14:22 Cezayê hefsê li rojnamevanê hatibû derbkirin birîn
13:30 Rûsya û Ûkraynayê ji ber êrişa li dijî bendavê hev tawanbar kirin
12:20 DMME’yê Yuksekdag û Demîrtaş mafdar dît
12:19 Şêniyên gund li dijî sepanên DEDAŞ'ê derketin, leşkeran bi bombeyên gazê êriş kirin
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin