‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’

  • rojane
  • 10:43 2 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Prof. Dr. Cîhan Tûgal bi lêv kir ku desthilata biserketî dê êrişkar be û bang li sosyalîst û karkeran kir ku li dijî êrişan bi kurdan re bibin yek. 
 
Di hilbijartinên Serokkomariyê û Giştî yên girîngiyeke dîrokî didanê lê bi qirêjî û hîleyan derbas bû, hem Tifaqa Cûmhûr piraniya Meclisê bi dest xist hem jî Serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdogan ji nû ve hate hilbijartin. Vê yekê jî ji aboriyê heta darazê, ji tenduristiyê heta perwerdehiyê fikarên civakî zêde kirin. 
 
Hîndekarê Zanîngeha Berkeley a li Amerîkayê Sosyolog û Nivîskar Prof. Dr. Cîhan Tûgal, tabloya di hilbijartinan de derket holê, xebatên namzet û partiyan di çarçoveya hilbijartinê de meşandin û meylên hilbijêrên di nava civakê de derdikevin holê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
Cîhan Tûgal
 
‘PÊŞEROJA TIRKIYEYÊ HATE DÎNAMÎTKIRIN’
 
Tûgal, da zanîn ku di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê de asoya muxalefetê gelek bisînor bû û bal kişand ku muxalefetê bi Erdogan re heman polîtîka meşandin û wiha got: “Li şûna ku mûxalefet Tirkiyeyeke nû pêşniyar bike, bi gotina ‘Em ê li tiştên ku Erdogan berê dikirin vegerin, ew Tirkiye gelek xweş bû’ muxalefet kirin.” Tûgal, anî ziman ku di tûra duyemîn de dijberên Erdogan ketin nav pêvajoyeke “panîkê” de û destnîşan kir ku bi taybetî zimanê ku namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû bi kar dianî biryareke bi panîk hatibû wergirtin bû. Tûgal, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min piştî tûra yekemîn îhtîmala serkeftinekê nedidît. Ne pêkanbû ku mirov bêje ev yek kiribûya da serbikevin. Ji ber ku du ev du sal in rê li ber vê têkçûnê vekiribûn û wê ev yek di nava du hefteyan de nehatibûya guhertin. Bi panîkê stratejiyeke dûrî aqil bi rê ve birin. Rêbazeke ku pêşeroja Tirkiyeyê dînamîtkirin, netewperestî bi cih kirin û ev yek normaltir kirin meşandin. Elbet ev yek xetayeke mezin bû. Ne tenê weke siyasî, bi awayê civakî jî xetayeke mezin kirin. Hêvî dikim ku wê fêm bikin û ji vê şaştiyê vegerin û di pêvajoya pêş de di wê rêyê de neçin. Ji ber ku heke bi rengekî rêk û pêk dest bi vê rêyê bikin wê Tirkiye hîn bêhtir bikeve nava rewşeke nediyar.”
 
‘KURDAN HILBIJARTINEKE RASYONEL KIRIN’ 
 
Tûgal, anî ziman ku kurdan di hilbijartinê de bi awayekî vekirî deng dane Kemal Kiliçdaroglu û got ku ew wek “mucîze” dibîne ku piştî zimanê neteweperest ê Kiliçdaroglû kurdan di tûra duyemîn a hilbijartinê de hilbijartin boykot nekir. Tûgal, destnîşan kir ku ev mûcîze ji ber rêxistinkirina gelê kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurdan hilbijartineke rasyonel kirin. Berdewama desthilata Erdogan ji bo kurdan gelek xerabtir e. Ji ber vê yekê ya baş hilbijartina Kiliçdaroglû bû. Ev yek nayê wê wateyê ku Kiliçdaroglû kesên derdorê da ji bo tevgera kurd baş bin, tenê ji ber da baştir bibe divê Kiliçdaroglû hatibûya hilbijartin. Weke ku min got, Kiliçdaroglû zimanekî wisa bikaranî ku heke tevgera kurd ev qas bi rêxistin nebûya nediçû ser sindoqê. Tevî van jî ji bo Tirkiye bi temamî nekeve bin tarîtiya dîktatorekê tevgera kurd li cem Kiliçdaroglû sekinî.”
 
‘PERGAL WÊ ZÊDETIR ÊRIŞKAR BE’ 
 
Tûgal yê anî ziman ku wê di serdema nû de pirsgirêk li welat kûrtir bibin, bal kişand ser axaftina “şaneşînê” ya Erdogan û ev tişt gotin: “Desthilat ewqas tengav bûye kî ev tengav bûn dê wê êrişkartir bike. Dibe ku ev yek êrişeke li ser kurdan be, êrişeke li dijî cîranan be. Erdogan di axaftina xwe ya di şaneşînê de bi awayekî vekirî peyama wê li dijî tevgera kurd û LGBTÎ’yan tevbigere da. Ev yek ji bo Tirkiyeyê tişteke gelek tirsnak e. Ev yek tê wateya ku wê tirs zêdetir bin û pergal hişktir tevbigere.”
 
‘DIVE BI TEVGERA KURD RE BIBIN YEK’ 
 
Tûgal, bal kişand ku li Tirkiyeyê beşa karkeran zêdetir e û destnîşan kir ku guhertina pergalê ya li welat encax bi rêxistinkirina karkeran dikare pêk were. Tûgal axaftina xwe wiha domand: “Ev yek jî encax tevgerên karkeran bi tevgera kurd re bibe yek dikare serbikeve. Ji ber vê yekê peywîreke girîng jî dikeve berê sosyalîstên ku di navbera tevgera kurd û karkeran de bibin pirek.”
 
‘GELEK TIŞTÊN KU JI KURDAN HÎN BIBIN HENE’ 
 
Tûgal, bi lêv kir ku piştî encamên hilbijartinê divê dijberên pergalê di serdemên pêş de bêhêvî nebin û axaftina xwe wiha domand: “Tevgera kurd di serdemên 1993-95’an de ji serdemên niha gelek girantir derbas kirin. Heke tevgerek piştî tiştên wisa qewimîn bikare têkoşîna xwe bidomîne, gelek tiştên ji vir bên hînbin hene. Em jî niha weke hemû Tirkiye tiştên xerab dijîn. Lê divê li erdnîgarî û tevgerên ji vê girantir jiyane bê nêrîn û ji vir şunde baweriyekê bidin ku Tirkiye xwe komî serhev bike.”
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

07/06/2023
09:06 Rojnameger Firat Can Arslan hate binçavkirin
09:06 Ozcan: Em ê bi mekanîzmayeke rexneyê ber bi kongreyê ve biçin
09:05 Amedî: Divê di pêvajoya nû de guh li gel bê kirin
09:05 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Dibe ku hin qanûnên Iraqê biguherin
09:04 Banga ji bo danişîna Makbûle Sevînç
09:03 Hevserokê KCDK-E’yê Koç: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:01 16 rojnameger ev saleke girtî ne: Bi awayekî kêfî tên cezakirin
09:00 Rojnameger Şengalî: Şengal qels bibe dê Rojava jî qels bibe
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
06/06/2023
20:05 Komeleya Dema Jinê serdana MKGP'ê kir
19:50 Li Bedlîsê 8 kes hatin binçavkirin
18:24 Malbatê cenazeyê Akdogan wergirt
17:28 Li Gabarê qirkirina daran
15:57 CHP’ê biryara kongreyê da
15:23 Dewleta tirk êrişî Çiyayê Guherzê kir
15:04 Şenyaşar bang li wezîr Tunç kir: Ji Rihayê dest bi karê xwe bike
14:47 Tê payîn ku zem dê li motorînê bê kirin
14:47 Namzeta Serokatiya Meclisê ya Partiya Çepên Kesk bû Hatîmogûllari
14:22 Cezayê hefsê li rojnamevanê hatibû derbkirin birîn
13:30 Rûsya û Ûkraynayê ji ber êrişa li dijî bendavê hev tawanbar kirin
12:20 DMME’yê Yuksekdag û Demîrtaş mafdar dît
12:19 Şêniyên gund li dijî sepanên DEDAŞ'ê derketin, leşkeran bi bombeyên gazê êriş kirin
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!