Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma

  • rojane
  • 16:40 13 Gulan 2023
  • |
img

AMED - Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di mitînga Amedê de got: “Heta ku Ocalan azad nebe, gelê kurd jî û gelê tirk jî azad nabe” Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî ji bo îktidara AKP’ê got: “Emrê wan tenê rojek ma.” 

 
Partiya Çepên Kesk yek ji mitîngên mezin a fînalê li Qada Îstasyonê ya Amedê li dar xist. Mitîng bi beşdariya sedhezaran kes pêk hat. 
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin axivîn. 
 
AYDENÎZ: ME ÇONG DANENΠ
 
Aydenîz wiha axivî: 
 
“Dema Amed tê gotin, çar parçeyên Kurdistanê tê bîra mirov. Dema mirov dibêje Amed berxwedan û serhildan tê bîra mirov. Bila her kes li vê qadê binêre û tirsa wan zêde bibe. Îktidar bi polîtîkayên sedsalî dijminatiya gelê kurd dike. Lê gelê kurd û amedî wê tirsa we zêdetir bikin. Peyamên îro li Amedê tên dayîn divê hemû îktidar bibînin. Ev îktidar bi hemû dijminên kurdan re li hev kir û tifaqa ava kir. Lê gelê kurd qet li ber dijmin û tifaqên kurdan serî netewand û çong danenî. 
 
EM Ê QEYÛMÊN WAN LI WAN BIZIVIRÎNIN 
 
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû dibêje, ‘em ji gelê kurd, sekna wan û hevşaredarên wan aciz in’. Ey Erdogan dengê me bibihîze, te qeyûm şand ser çend hevşaredarên me lê em ê jî bi milyonan bersiva qeyûmên te bidin. Viya baş bizanibe. 
 
BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ 
 
Hevalên me girtî ji bo azadiya Kurdistanê li ber xwe didin. Ji ber vê em jî dibêjin, em ê qeyûmên te hemûyan li te bizivirînin û wê Selçûk Mizrakli were û li ser wî qoltîxî rûnê. Ev îktidar li ser dijminatiyê polîtîkayên xwe didomîne. Heke bixwestina ku pirsgirêka kurd çareser bikirina wê ewqas tecrîdê dijwar nekirina. Îro ji ber şerê qirêj krîzek mezin diqewime. Krîzên aborî û siyasî hene. Sedemê herî mezin ê vê yekê neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Çimkî demokrasî û wekheviyê naxwazin. Tecîd sûcê dijî mirovahiyê ye. 
 
Em ji yên li Kurdistanê dengan dixwazin dipirsin; hûn ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan çi dibêjin û çi dikin? Nêzîkatiya li ser Îmraliyê nêzîkatiya li hemberî demokrasiyê û azadiyê ye. Heta ku Ocalan azad nebe wê ne gelê kurd û ne jî gelê tirk azad bibe. Divê birêz Ocalan azad bibe.”
 
AKIN: EMRÊ WAN TENÊ ROJEK MA 
 
Piştî Aydenîz, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin axivî û wiha got: 
 
Silav bajarê aştî û biratiyê Amed. Di Amedê re demokrasî û azad derbas dibe. Komara Demokratîk di vir de derbas dibe. Gelek hindik ma. Hilbijartina herî girîng a Tirkiyeyê dê bê kirin. Rojek ma. Rojek şûnve em wan dişînin. Me çawa Dehaqan t^ke bir, em ê vê rejîma qesrê jî têk bibin û bişînin. Emrê wan tenê rojek ma. 
 
Hûn di demek pir kin de xwedî li Çepên Kesk derketin. Çimkî ew dara ku kokê wê ji dîroka me tê. Hemû kedkar dibin dara me de dicivin. Dara me bûye tirsa nava dilê Qesrê. Rejîma Qesrê jî qebûl dike ku têk çûye. Ji bo qewirandina wan hindik ma. Em ê sibê wan sindoqan de têk bibin. Rojek me ma. Gelek karên me hene. Heke ku em dixwazin roja 15’ê Gulanê govenda azadiyê bigerînin, divê em sibê li ser sindoqan wezîfeya xwe pêk bînin. Wê partiya me aştî û azadiyê bîne parlamentoyê.”
 
 

Sernavên din

16/05/2023
16:59 Nazlim: Polîsan ji min re got ‘tu navan bide em ê te berdin’
Altan: Hûn min biqewirînin jî ez ji vî welatî naçim
16:38 Li Mêrdînê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin qeydkirin
16:13 Partiya Çepên Kesk li Aydinê îtîrazî 20 hezar dengên betalbûyî kir
16:12 Yurtsever: Em di nava sînorên îktîdarê de nûçeyan çênakin lewma tên darizandin
16:02 Rojnamevanê girtî Acar: Ez ne bi fermanê, ez bi îradeya xwe nûçeyan çêdikim
16:01 Partiya Çepên Kesk: Em li Colemêrgê vîna gelê xwe biparêzin
15:39 Li Egeyê li dijî jinan 504 binpêkirin hatin kirin
15:08 Li Bestayê 4 leşker û cerdavenek hatin kuştin
14:51 Serokê Giştî yê EMEP’ê Akdenîz îstîfa kir
14:49 Doza ‘heqaretê’ ya derbarê Emîne Şenyaşar de hate taloqkirin
14:42 Beştaş: Em ê destûrê nedin ku parlamenteriya me xesp bikin
14:41 MYK’a HDP’ê civiya
14:34 Vaye dengên Partiya Çepên Kesk ên ji partiyên din re hatine nivîsîn
14:33 MED-DER’ê Cejna Ziman Kurdî pîroz kir: Bila ziman nebe sedema xerakirina motîvasyona neteweyî
14:29 Ji Rêxistina Efûyê rapora îdamê ya sala 2022’yan: Di nava 5 salan de derket asta herî jor
14:23 Li Stenbolê jinek û lawê xwe hatin qetilkirin
13:51 Li Şengalê êrişî malekê hate kirin
13:44 Danişîna doza tacîza li zarok hate taloqkirin
13:31 Li Bestayê şer derket: 2 leşker hatin kuştin
13:23 Hevşaredara Farqînê Toprak hat beraetkirin
13:20 Li Stenbolê milyonek û 230 hezar hilbijêr neçûne ser sindoqê
13:17 Rojnamevan Deger: Ez bi kişandina 300 TL’yî têm tawanbarkirin
12:09 Cenazeyê Serhat Yalçin radestî malbata wî hate kirin
11:58 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Li welatên ku Kiliçdaroglû zêde ray girtibû dengdayînê daxistin 2 rojan
11:52 Peyama Kiliçdaroglû ya ji bo ciwanan
11:37 Di sindoqekê de 233 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin
11:10 Tiryakî hişyarî da waliyê Colemêrgê: Tu ne serokê AKP’ê yî
10:40 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
10:36 Silawî: Tevî darvekirinan jî em dest ji daxwaza azadiyê bernadin
10:31 Li Colemêrgê dixwazin senaryoya 2018’an dubare bikin
09:35 Li Hesekê li dijî hucreyên DAIŞ’ê operasyon hate lidarxistin
09:00 Xwebûn bi manşeta 'Kurdistanê textê Erdogan hejand' derket
09:00 Danişîna doza 12 rojnamevanan îro ye
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2023'YAN
15/05/2023
23:51 Partiya Çepên Kesk li Colemêrgê nobeda demokrasiyê da destpêkirin
19:30 Ji MED-DER'ê daxuyaniya 15'ê Gulanê
19:22 Bang ji bo danişîna doza rojnamevanên girtî
18:13 Li Hezexê qeza: 2 zarok mirin
16:59 Li Kurdistanê 319 hezar û 421 deng hatin betalkirin
16:52 Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 12’ê hezîranê hate kirin
16:04 HDP'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
15:53 YSK: Hilbijartina serokkomariyê ji tûra duyemîn re ma
15:51 Kiliçdaroglû: Em ê di hilbijartinê de bi hev re bi ser kevin
14:51 Ji Partiya Çepên Kesk daxuyaniya Colemêrgê: Rêzê bo îradeya gel bigirin
14:47 MKGP'ê banga xwedîderketina doza rojnamegeran kir
14:33 Neçareserkirina pirsgirêka kurd bi Erdogan da windakirin
13:57 Endamên şandeya Îspanyol ên hatibûn binçavkirin hatin dersînorkirin
13:46 Vogel: Serdema piştre ya Tirkiyeyê hêj nehatiye nivîsandin
13:26 Malbata Şenyaşar: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin
13:23 Di Partiya Çepên Kesk de 31 parlamenterên jin hatin bijartin
12:55 Partiya Çepên Kesk 63 parlamenter dişîne Meclisê
12:30 Li Colemêrgê Partiya Çepên Kesk her 3 wekîl qezenç kirin
12:11 Li Dêrsimê namzeta Partiya Çepên Kesk qezenç kir
12:02 Li 31 bajaran namzetên jin nehatin hilbijartin
11:35 HDP û Partiya Çepên Kesk: Hîle û komployan bandora xwe li ser encamên hilbijartinê kirin
11:18 Li ser sindoqan cerdevanên bi çek hatin peywîrdarkirin
10:42 Parlamenterê YNK’ê rastî êrişa çekdarî hat
10:34 YSK'ê daneyên dawî eşkere kirin
10:19 Danişîna 12 rojnamevanan sibê ye
09:00 ROJEVA 15’Ê GULANA 2023’YAN
03:11 Kiliçdaroglû: Em ê di tura 2’yemîn de teqez bi ser kevin
03:06 YSK’ê rêjeya dengan eşkere kir
02:57 Erkek ê CHP’î: Hêj daneyên gelek sindoqan li pergalê nehatine barkirin
02:08 Li Qoserê polîsan tundî li du kesan kir
02:01 Li gorî YSK’ê derengketina hejmartina dengên derveyî welat tiştekî asayî ye!
01:49 Hat îdiakirin ku piştî hejmaran hevnegirtî deng hate betalkirin
01:15 Sirri Sakik: Ev bû 3 saet ku mirov nikarin tûrikekî bidin
01:10 Polîs bi mertalan ketin avahiya jimartina dengan
01:08 Li Mêrdînê sindoqa winda hate dîtin
00:50 Kiliçdaroglû: Îradeya gel bloke nekin
00:24 Wezîfedarên sindoqan li ber desteya hilbijartinê ya Amedê ketine dorê
00:06 YSK: Rêjeya sindoqên hatine vekirin ji sedî 69,12 ye
00:03 Muşahidên AKP’î deng careke din bi serokê sindoqê dan hejmartin
14/05/2023
23:59 Kesên AKP’yî hewl dan mudaxileyî jimartina dengên derveyî welat bikin
23:50 Şaredarê AKP’î îcar jî li edliyeyê rageşî derxist
23:46 Li Agiriyê rayên Partiya Çepên Kesk ji bo AKP-MHP’ê hatine nivîsandin
23:10 Li Rihayê dengên Partiya Çepên Kesk wergirtin ji MHP’ê re hatine nivîsîn
23:06 Îmamoglû û Yavaş: Kiliçdaroglû ji sedî 49, Erdogan ji sedî 45
22:58 YSK: Heta niha tenê ji sedî 47.08’ê dengan hatine hejmartin
22:46 Li Mêrdînê serokê sindoqekê winda ye
22:39 Dengên derbasdar 324 in yên AKP’ê wergirtine 370 ne
22:28 AKP li dijî hemû sindoqên Kiliçdaroglû li pêş e îtîrazan dike!
21:27 Li Girtîgeha Sîncanê encama 4 sindoqan
21:05 Kiliçdaroglû li bakurê Kurdistanê bi ferqek zêde li pêş e
21:00 Fermandarê cendirmeyan li Erxeniyê mudaxeleyî hilbijartinan dike!
20:51 Kaftancioglû: Li Stenbolê Kiliçdaroglû ji sedî 51,42 li pêş e
20:46 Serokê sindoqê girtek neda muşahidan, parêzeran giliyê wî kir
20:45 Li gundê Apê Mûsa têkçûna mezin a AKP’ê
20:05 Ji şandeya çavdêriyê ya Spanyayê 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Deşta Fîsê got: Partiya Çepên Kesk
19:57 Kiliçdaroglû: Em li pêş in
19:54 Îmamoglû: Divê kes baweriya xwe bi AA’yê neyîne
Yavaş: Kiliçdaroglû li pêş e
19:52 Li gundê Abdullah Ocalan Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû ferq avêt
19:36 Li Girtîgeha Umraniyeyê di sindoqekê de Partiya Çepên Kesk bû yekemîn
19:19 Daxuyaniya ewil a HDP’ê
19:03 Demîrtaş: Baweriya xwe nedin daneyên Ajansa Anadoluyê
18:58 Wekîlê CHP’î: Midûrên emniyetê û cendirmeyan encamên dengan xwestin
18:41 Li Rişmilê ji şaredarê AKP'î ferzkirina dengên blok
18:36 YSK’ê qedexeya weşanê rakir