Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn

img
ŞIRNEX - Partiya Çepên Kesk li navçeya Cizîrê mitînga hilbijartinê li dar xist û bi hezaran kes tev li bûn. Namzet Newroz Ûysal got heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe dê têbikoşin. 
 
Partiya Çepên Kesk li warê Mem û Zînê li ber xuşe xuşa ava Çemê Dîcleyê li navçeya Cizîra Botan mitînga hilbijartinê li dar xist. Mitîng li Qada Newrozê tê lidarxistin û qad bi alên partiyê hat xemilandin. Bi hezaran kes hatin qada mitîngê. Ji navenda Şirnexê û navçeyên û ji gundan beşdariyek zêde hebû. Jinên Cizîra Botan bi cil û bergên xwe yên netewî tev li mitîngê bûn û demek dirêj li ber stranan govend gerandin. He kêliya ku diçe girseya li qadê zêde dibe. Bi piranî jin û ciwan tev li mitîngê bûne. Hin dayik bi baqên kulîlkan hatin qada mitîngê. 
 
ŞANDE BI COŞEK ZÊDE HAT PÊŞWAZÎKIRIN
 
Dayika Mehmet Tûnç, Esmer Tûnç, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê aYETULLAH Aşîtî û namzetên Şirnexê dema hatin qada mitîngê coş û peroşa xelkê zêdetir bû. Girseyê bi çepik û tîlîliyan pêşwazî li şandeyê kir. 
 
Beriya mitîng dest pê bike, di ekrana sînevziyonê de derbarê bikaranîna dengan xalên ku wê baldar bin hat nîşandan. 
 
BANGA ÇÛNA SER SINDOQAN 
 
Mitîngê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Komîteya Amadekar Metîn Bayik di destpêkê de axivî û destnîşan kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ne hilbijartinek ji rêzê ye û got: “Gelê kurd wê qedera Tirkiyeyê biguherîne. Em ê di 14’ê Gulanê de dersa wan bidin wan. Divê gelê hemû biçe ser sindoqan.”
 
WEKÎLAN GEL SILAV KIR
 
Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr derketin ser dikê û axaftinên kurd kirin û gotin her denga were bikaranîn dê ji bo azadiyê be û peyama berfirehkirina têkoşînê dan. 
 
Paşê namzetên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Ûysal, Zekî Îrmez, Ayşegul Dogan û Bedîrhan Osal derketin ser dikê û girseyê silav kirin. 
 
'HETA KU OCALAN AZAD BIBE…’ 
 
Newroz Ûysal wiha got: “Hewcedariya gelê Cizîrê bi pêşniyaz û şîretan tune ye. Heta ku deriyên Îmraliyê vebin û birêz Abdullah Ocalan azad bibe û bi hezaran girtiyên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin.” 
 
Zekî Îrmez jî got serkeftin a gelê Botanê ye. 
 
DOGAN: DEM DEMA TIFAQA NETEWEYÎ YE 
 
Ayşgegul Dogan jî destnîşan kirk u Cizîr warê serhildan û berxwedanê ye û wiha axivî: “Cizîr di heman demê de warê derwêşan e. Dema Cizîr radibe ser pêya, Botan radibe. Cizîr warê Mem û Zîn û Melayê Cizîrî ye. Cizîr bi biryar e, êdî dema wê hatiye. Dem dema tifaqa me ya neteweyî ye. Dem dema govenda azadiyê ye. Serkeftina me serkeftina Stenbol, Dihok û Ûrmiyeyê ye. Rêya me vekirî be.”
 
Bedîrhan Osal jî got: “Cizîr cihê berxwedanê ye. Warê Mihemed û Asyayan e. Gelê me yê hêja di her hilbijartinê de Cizîr rekorê dike. Gelo dîsa em ji bo vê rekorê amade ne? Bila dijmin û dostêm me her kes baş dizanibe, wê Cizîr tu demê çong daneyne.” 
 
AŞÎTÎ: HEBÛNA ME QEBÛL NAKIN 
 
Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayatullah Aşîtî jî wiha axivî: “Îro yên îktidarê û welat bi rê ve dibin, hebûna gelê kurd qebûl nakin. Hebûn, kurdbûnê û Kurdistana me qebûl nakin. Yên ku înkarê dikin wê Xwedê wan qet efû neke û nebin nûnerên xwedê. Tenê dikaribin bibin nûnerên zaliman.” 
 

Sernavên din

13/05/2023
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin
17:35 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir
17:28 Partiya Çepên Kesk li qadê ye
16:44 Bakirhan: Li Sêrtê walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin
16:29 Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin
15:55 Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir
15:44 Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin
15:37 Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
15:36 Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
15:20 Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû
15:16 PDK’ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt
15:12 Di êrişa Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin
14:58 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî: Çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
14:34 Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da
14:20 Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand
14:17 Bi hezaran kes herikîn mitînga Agiriyê: Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin
14:15 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were
13:44 Li herêma ku operasyon lê didome bi ser malan de girtin
13:11 Ji bo 3 kesên êrişî avahiya HDP’ê kirin cezayê hefsê hat xwestin
12:57 Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine
12:36 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê bang kir
12:13 Beriya hilbijartinê li Şaredariya Sûrê ‘birayên’ xwe digirin kar
12:03 Soylu li xwe mikûr hat: Erdogan xwest, min tavilê qeyûm li şaredariyan tayîn kir
11:54 Erdoganê ku fermana qeyûman daye ji kurdan re peyamek şand: Hûn şahidên herî nêz ên hewldanên me ne
11:35 Li Bismilê tundiya polîsan: Tevî zarokê xwe birîndar bû
11:27 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:24 Li bajarê Sema Yuce Agiriyê mitîngeke bi heybet
11:17 Zexta ‘parastinê’ li Aysel Tugluk tê kirin
11:12 Serokê CÎK’ê Tûrhalli ji bo Çepên Kesk banga piştgiriyê kir
10:59 ATK: Uytun bi fîşeka gazê hate kuştin
10:28 Banga ewlehiya hilbijartinê li mamosteyan kir: Em sindoqan biparêzin
10:13 Emîne Şenyaşarê ji bo danişînê bang kir: Edalet dê bi piştevaniyê were
09:08 Mexdûrên erdhejê: Dengê me ji Partiya Çepên Kesk re ye
09:07 Îzmîr li benda 14'ê Gulanê ye