Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e

img
STENBOL - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Ozturk Turkdogan diyar kir ku di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de hemû rê ber bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve diçin û wiha got: “Heke hûn bixwazin di mijara çareserkirina pirsgirêkê de gavekî biavêjin, hûn neçarin ku mekanîzmayên hevdîtinê ava bikin.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hate girtin û 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Herî dawî birayê wî Mehmet Ocalan di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê pê re axivî bû lê telefon demekî kin piştre hatibû qutkirin. Ji wê rojê heta niha tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin û serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbat û parêzeran jî bi hinceta “cezayên disiplînê” tên redkirin. 
 
Sepanên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê, dibin sedema bingehîn a krîz û aloziya li welêt. AKP û rayedarên dewletê jî tevî bertekên navxweyî û yên navneteweyî jî bêdengiya xwe didomîne. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Ozturk Turkdogan têkildarî rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de û polîtîkayên tecrîda girankirî de axivî. 
 
LI ÎMRALIYÊ ÇI DIQEWIME?
 
Turkdogan, bal kişand ser sepanên li Girtîgeha Îmraliyê û got ku destpêka binpêkirina mafên mirovan e. Turkdogan, anî ziman ku Abdullah Ocalan kesayetekî girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em ji bîr nekin ku girtî ye û mafên wî hene. Haya tu kesî jê nîne bê ka li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime. Bifikirin ku em qala girtiyekî dikin ku bi tu awayî nahêlin parêzerê wî pê re hevdîtinê bike û ji ber hevdîtina bi parêzer re ceza lê tê birîn.” 
 
‘BI TEMAMÎ REWŞEKE BÊHIQÛQTIYÊ YE’
 
Bi domdarî Turkdogan diyar kir ku li gel astengkirina hevdîtinên bi malbat û vasî re, her wiha mafê agahîgirtinê jî hatiye astengkirin û ev tişt anî ziman: “Qedexeyên li wir tên danîn deraqilî ne. Cezayên disiplînê yên tên dayîn, sepanên keyfî ne. Heta cezayên tên dayîn nayên teblîgkirin jî. Di vê mijarê de binpêkirinê dikin. Hûn ji kîjan alî ve lê binêrin jî bi derhiqûqtiyan re rû bi rû dibin. Tirkiye, mafên mirovan weke amûrekî bi kar tîne. Heke hûn mafên herî bingehîn ên mirovekî binpê bikin, ev tê wê wateyê ku hûn van dikin amûre. Bi qasî ku ez jê fêm dikim, îktîdar ditirse ku fikrên wî bi rêya parêzeran bi raya giştî re bên parvekirin û îktîdar jê zirarê bibîne. Mafên kesan hene. Di bin tu şert û mercan de nabe ku ev maf bên binpêkirin. Lê hûn ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, mafên şexsî binpê dikin. Tiştekî wiha nabe.” 
 
TABLOYA MAFÊN MIROVAN
 
Di berdewamê de Turkdogan da zanîn ku piştî parêzerên Abdullah Ocalan serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) dan, NY’yê têkildarî rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê tespît kiriye û wiha got: “Ji bo pêşîlêgirtina vê jî biryara tevdîra demkî da. Lê Tirkiyeyê bi vê biryarê nekir. Divê Tirkiye li gorî van biryaran tevbigere. Girîng e ku tecrîd kete rojeva NY’yê. Hem bi biryarên Konseya Ewropayê (KE) hem jî bi yên NY’ê nake. Tirkiye ber bi derketina ji mafên mirovan ve diçe. Îktîdara siyasî ya li Tirkiyeyê daye ber çavan ku ji bo berjewendiyên xwe ji pergala mafên mirovan derkeve.” 
 
MECBÛR IN KU BI BIRYARAN BIKIN
 
Turkdogan, bi lêv kir ku heke NY di biryara xwe ya esasê de li dijî Tirkiyeyê biryar bide, dê Tirkiye li NY’ê teşhîr bibe û ev nirxandin kir: “Dê nêrîna ji bo Tirkiyeyê biguhere. Ji ber ku komîteyên NY’ê dişopînin bê ka bi biryarên wan hatiye kirin an na. Heke hûn bi van biryaran nekin, di gelek aliyan de hûn micid nayên dîtin. Heke di mijara mafên mirovan de jidilbûnek nebe, aboriya we jî pêş nakeve. Heke Tirkiye bixwaze ji hêla aborî ve pêş bikeve, ji ewilî divê li gorî mafên mirovan tevbigere. Divê li gorî biryarên NY û Konseya Ewropayê tevbigere. Lê hûn hem bi biryaran nakin û hem jî soza refaha aborî didin gel. Tiştekî wiha tune ye.” 
 
‘MUXATAB ABDULLAH OCALAN E’
 
Turkdogan, destnîşan kir ku gelemperiya kurdên li Tirkiye, Sûriye, Iraq û cîhanê Abdullah Ocalan weke rêberê xwe dibînin û wiha pê de çû: “Abdullah Ocalan weke rêberê gel tê dîtin. Ya duyemîn jî; ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd, ev demekî dirêje li dijî PKK’ê şer dike. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Cihê wî yê di pergala KCK’ê de pir diyar e. Heke hûn îro yan jî sibe di mijara pirsgirêka kurd de gavekî biavêjin, hûn neçarin ku ji bo nêrînên Abdullah Ocalan pê re hevdîtinan bikin. Ji ber van her du sedeman, bi awayekî xwezayî hûn neçarin bi Abdullah Ocalan re muxatab bibin.” 
 
ÎKTÎDAR KÎ DIBE BILA BIBE...
 
Bi domdarî Turkdogan got ku Abdullah Ocalan di mijara pirsgirêka kurd de li gel çareseriya demokratîk û aştiyane ye û axaftina xwe wiha qedand: “Hûn tenê bi vî awayî dikarin encamekî bi  dest bixin. Heke hûn di pêvajoyên hilbijartinê de bi taktîkî nêz bibin, hûn nikarin encamekî jê bigirin. Dê îktîdar biguhere. Lê Tifaqa Milet jî di halê hazir de weke amûrekî nêzî vê mijarê dibe. Îktîdar kî dibe bila bibe neçar in ku hem Partiya Çepên Kesk hem jî bi Abdullah Ocalan re guftûgo û muzakereyan bikin. Abdullah Ocalan, muxatabekî xwezayî ye. Ji ber ku hem gel hem jî avadaniya rêxistinî weke navnîşan wî nîşan didin. Wê demê kî weke îrade derkeve pêş, hûn neçarin wê îradeyê muxatab bigirin. Çareserkirina hemû pevçûnên li cîhanê bi vî awayî bûye. 
 
HEMÛ RÊ DIÇIN ÎMRALIYÊ
 
Di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de hemû rê ber bi Abdullah Ocalan ve diçin. Heke hûn di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de bibiryar bin, heke hûn bixwazin gav biavêjin, wê demê bi awayekî xwezayî hûn neçarin ku ji bo hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re mekanîzmaya hevdîtinê ava bikin. Heke siyaseteke ku li navenda wê tecrîd pêş bikeve, wê demê gelên Tirkiyeyê dê sûdekî mezin jê bigirin. Xeletiya herî mezin a serdema 2013-2015’an ew bû ku li Girtîgeha Îmraliyê ku hevdîtin li wir dihatin kirin, şert û mercên hevdîtinê yên guncav nehatin avakirin. Heke hûn bixwazin pêvajoya guftûgoyê û muzakereyan bimeşînin, wê demê hûn neçar in mercên hewce pêk bînin. Heke ev yek bibe, wê demê bi rastî jî dê Tirkiye gelek rehet bibe. Dê encamên neyînî yên şer û pevçûnan hêdî hêdî ji holê bên rakirin. Dê pêwendiyên aborî yên Tirkiyeyê yên bi welatên cîran re baştir bibin. Dê ji hêla însanî ve windahî ji holê rabin. Heke ev yek pêk were, dê pirsgirêkên herêmî jî bi dawî bibin. Dê tenê derdorên ji şer sûdê digirin jê ziyanê bibînin. Ji bilî vê her kes dê jê sûd bigire.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

06/05/2023
13:50 Ciwanê ku kete Çemê Dîcleyê winda bû
13:49 Êrişên li dijî Dayikên Şemiyê hatin protestokirin: Li gorî biryarên AYM’ê tevbigerin
13:38 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên Semsûrê bi otobusan bîne bajêr
13:01 Namzeta Çepên Kesk a cotkar: Em ê sedsala duyemîn ava bikin
13:00 Ji namzetê AKP’ê yê Êlihê bertîla hilbijartinê
12:30 Bi hezaran kes herikîn qada Esenyurtê: Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan
12:28 Ensarîoglû yê AKP’î bi soza kar û îhaleyan dengan dixwaze
12:26 Li Qada Galatasarayê 23 kes hatin binçavkirin
12:12 Li 3 bajarên di erdhejê de hilweşiyayîn 4 qad weke herêmên pîşesaziyê hatin diyarkirin
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Ayşîn ê 29 sal berê hatiye windakirin pirsîn
12:00 ‘Banga me ji bo jinan ew e ku bi reng û stranên xwe tev li mitîngê bibin’
11:50 Malbata stranbêj Aymaz ê hat qetilkirin: Bi gotina ‘serxweş bû’ dixwazin ser cînayetê binixûmînin
11:37 Biryara dadgehê ya ji bo Ayşe Gokkan: Her tim karê nepêwîst ê Sîsîfos dubare dike!
11:37 Qeymeqamê Mîdyadê gefa hilbijartinê li muxtaran xwar
10:54 Ji bo hilbijêrên derveyî welat 4 roj man: Dengek jî dikare biguherîne
10:53 Colemêrg bi biryare ku biguherîne: Em ê dengê xwe bidin xwe
10:23 Li Aydinê hedef derxistina 2 parlamenteran e
10:22 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
10:19 Ji AYM’ê têkildarî rojnamevan Babaoglû biryar: Dijî, binpêkirin nîne!
09:36 Li dijî Partîzanê operasyon: Rojnamegerek jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin
09:26 Keskîn: Dayikên Şemiyê ji bo AKP'ê ku bi kiryaran re li hev kiriye, talûke ne
09:24 Li Samandagê pîrozbahiya Xidirellezê
09:02 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Bawerî û hêviyê kir ku li ser pêyan bimînim
09:01 'Tenê partiya gel dikare pirsgirêkên gel çareser bike'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2023'YAN
08:22 Çawişê pispor ê îstîsmara zayendî li du zarokan kir hate girtin
05/05/2023
23:27 Ay a 55 salî ku rastî êrişeke nijadperest hat bi giranî birîndar bû
21:11 Li Meletî avahiyeke xesardîtî hilweşiya: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:07 Xebatkarekî DÎSKÎ'yê jinekê birîndar kir
20:07 Sancar: Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin
18:12 Mal bi mal xebatên hilbijartinê
16:52 Di Nobeda Aştiyê de hat xwestin ku Qada Galatasarayê bê vekirin
16:31 Partiya Çepên Kesk bi cemaetên xirîstiyanan re civiya
16:10 Rapora binpêkirinan a ÎHD’ê ya 2022’yan: 110 jê zarok bi giştî 2 hezar û 143 kes hatin binçavkirin
15:42 Ahmet Turk: Ger hûn şaş nêzî gelê me bibin em ê hesab bipirsin
15:34 Temel bersiva spekulasyonên li Îmraliyê da: Divê gelê me baweriya xwe bi van polîtîkayan neyîne
15:18 Partiya Çepên Kesk li Bismilê bi gel re civiya
14:22 Li herêma Omeriyan liv û tevgera helîkopteran
14:16 CHP: Derket holê ku pisûlaya dengan a nevekirî hatiye mohrkirin
14:07 Li Wêranşarê bi dehhezaran kes daketin qadan: Darbeya herî mezin tecrîd e
13:51 Malbata Şenyaşar: Feraseta ku edaletê bi cih naîne dê winda bike
13:46 6 kesên ku namzetê AKP’î hedef nîşandan hatin girtin
13:00 DFG: Di nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin, 5 hatin girtin
11:53 Beriya mitînga Erdogan tevahiya Wanê hat dorpêçkirin
11:53 ‘Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê xwedî li rojnamegeran bê derketin’
11:31 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Antalyayê sibê ye: Em ê bi hev re biguherînin
11:11 Ozdogan: Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn
11:01 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:59 Di êrişa çekdarî ya li Sirbistanê de 8 kes mirin
10:51 Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku ji Hatayê 2 parlamenteran derxîne
10:39 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike
10:18 Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin
10:09 Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin
10:01 Banga ji bo mîtîngê: Em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin
09:59 Ji Partiya Çepên Kesk banga ji bo dengdêrên livdar
09:58 Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî
09:27 Biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê: Divê hêzên herêmê di bin sîwanekê de li hev kom bibin
09:06 Li Şirnexê amadekariyên ji bo mîtîngê: Li dijî zilmê em ê li qada mîtîngê bin
09:03 Mexdûrên erdhejê ji 2017'an ve li benda xaniyan e!
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2023'YAN
08:58 Li Edeneyê 14 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/05/2023
22:43 Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Aymaz dan polîsan ew îşkence kirin
21:10 Li Amedê parêzerek din jî hat girtin
20:47 'Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin'
19:49 Li Farqînê hevdîtina gel: Roj roja hesabpirsînê ye
19:38 Li Şirnexê zarokek hat girtin
18:10 Sakik: Kurdan peyamek da Kiliçdaroglû
17:55 Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne
16:51 Malbata Şenyaşar: Dê ev hilbijartin di navbera kesên edaletê diparêzin û edaletê qetil dikin de be
16:41 ‘Di demekê ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin de nîqaşên li ser wî tên kirin nayên qebûlkirin’
16:41 Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin
16:37 Li rojnamevan Çelîk û Yayla cezayê hefsê hate birîn
16:36 Serdana şîna stranbêj Aymaz kirin: Em sûcdaran nas dikin
16:35 Qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn
15:03 Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin
14:45 Li derveyî welat milyonek û 138 hezar hilbijêran deng dane
14:35 Doza êrişa çekdarî ya li dijî HDP’ê hate taloqkirin
14:34 KESK: Navê endamên me ji lîsteyan hat derxistin, ewlehiya sindoqan di xetereyê de ye
14:28 Li Erxeniyê protestokirin veguherî mitîngê
14:19 HPG: Nûçeyên medyaya şerê taybet ên têkildarî fermandarên me derew in
13:46 Danişîna GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
13:30 Sancar: Ji sekn û berxwedêriya gelê kurd ditirsin
13:10 Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin
12:22 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
12:04 Texmîna enflasyonê ya Banka Navendî neguherî
11:59 Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li we girtî be!
11:58 Li Hezexê operasyona leşkêrî hat destpêkirin
11:40 Li Erdîşê peyama ‘dawî wê bi heybet be’ hat dayîn
11:30 Merdê bi helbesta ‘Dengê xwe bidin xwe’ piştgirî da hilbijartinê
11:25 Li Amedê cînayeta kar
11:23 Êrişkarê nîjadperest ê muzîkjen Aymaz qetil kirî hate girtin
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e