Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye

  • rojane
  • 16:35 28 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Namzetan serdana gel û dikandaran kirin, şahî li dar xistin û banga beşdariya mitîngên Aydin û Mûglayê hat kirin. 
 
Partiya Çepên Kesk amadekariyên xwe yên hilbijartinên 14'ê Gulanê hem li Kurdistan hem jî li Tirkiyeyê bê navber didomîne. Îro jî namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran xebatên xwe berdewam kirin.  
 
Di çerçoveya xebatên hilbijartinan de rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê li gel namzetên xwe yên bajêr Alî Kenanoglu, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Çerîtlî li navenda Semsûrê, navçeya Sergolan, Kolik û Besniyê serdana gel kirin. 
 
Namzet Alî Kenanoglû û şandeya li gel wî serdana Kilîseya Mor Petrus û Mor Paulus ên li navenda Semsûrê kirin û piştre jî li navendê serdana dikandaran û gel kirin. Li dikandaran û welatiyan belavok belav kirin û li pirsgirêkên gel guhdar kirin. Her wiha şande ji aliye gel ve jî bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
 
Namzet Îzzet Karadag û Meryem Cerîtlî jî çûn navçeya Sergolanê û serdana gel û dikandaran kirin. Li wir şande belavok belav kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel ên ji ber erdhejê li welatiyan guhdar kirin. 
 
Her wiha namzetê Bulent Çinar û Yuksel Yucedag jî li navçeya Kolikê serdana gel û dikandaran kirin. 
 
FARQÎN
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê jî tevî operasyona girtin û binçavkirina jî xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Partiya Çepên Kesk li Cadeya Lîseyê ya navçeya Farqînê buroya hilbijartinê vekir. Namzeta partiyê Adalet Kaya, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes tev li vekirina buroyê bûn. 
 
Adalet Kaya di vekirina buroyê de axivî û da zanîn ku Farqîn her tim cihê şaristanî û berxwedanê bûye û ji bo têkoşîna azadiya kurd cihek girîng e û got: “Farqînê li ber polîtîkayên yekperest û faşîstê qet serî netewandiye. Ev hilbijartin ji bo me hilbijartina man û nemanê ye. Ev hilbijartin hilbijartina şandina vê zîhniyeta faşîst e. Em gelê kurd dikarin li ber vê zîhniyetê rabin û biguherînin. Em ê di 14’ê Gulanê de bi awayek xurt biçin Meclisê.”
 
Piştî axaftina Kaya, nûnera MEBYA-DER’ê Layihe Arşîment helbesta bi navê “Farqîn” xwend. 
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
AYDIN-MÛGLA 
 
Rêxistinên Partiya Çepên Kesk ên Aydin û Mûglayê dê sibê mitîngên hilbijartinê li dar bixin. Rêxistinên her du bajaran jî ji bo beşdariya mitîngê li navendên bajêr û navçeyan belavok belav kirin û xwestin dikandar û xelk tev li mitîngên wan bibe. 
 
SEMSÛR
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê yên bajêr Alî Kenanoglû û Bulent Çinar li Taxa Xarxanê ya navenda Semsûrê buroya hilbijartinê vekir. Şêniyên taxê ku li ber avahiya buroya hilbijartinê kom bûbûn bi çepik û tilîliyan vekirina buroyê pîroz kirin.
 
Di destpêkê de namzetê parlamenteriyê Bulent Çinar axivî û bi lêv kir ku ew hilbijartin di navbera zext û êrişan û ya maf û azadiyê de ev tişt gotin: "Yan em ê zext û êrişan hilbijêrin an jî wekhevî, maf û azadiyê hilbijêrin. Armanca me jî li Semsûrê ev ê ku em bibin partiya yekem."
 
'EM Ê HESABÊ ERDHEJÊ JI DESTHILATÊ BIPIRSIN'
 
Piştre jî Alî Kenanoglû axivî û balkişand ser kereseta erdhejê ku gelê Semsûrê tenê hatibû hiştin û wiha got: "Heke em bi hez biçin parlamentoyê kanûnên ku derkevin em ê diyar bikin. Ev kanûn jî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û wekheviya hemû gelan wê bibe. Têkoşîna me li ser vê axê hindik maye ku bigehejê armanca xwe. Em ê bibin aktorê pêvajoya ku maf û azadiya me bi qanûnan hat parastin bibin. Her wiha gelê Semsûrê di erdhejê de hat ji bîr kirin. Gelek kesan di bin kavîlan de jiyana xwe ji dest dan. Lê gelê Semsûrê yên ku ew di erdhejê de ji bîr kirinê di sindûqan de ji bîr nakin û wê hesab bipirsin. Em ê jî di parlamentoyê de hesabê yên ku xizm û nasên xwe di bin kavîlan de winda kirine ji vê desthilatê bipirsin."
 
Piştî axaftinan buroya vekirinê ji aliyê Hevserokê MEBYA-DER'a Şaxa Semsûrê Mahmût Elçî û bi çoş û çepikan hat vekirin.
 
AMED

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Yenîşehîr a Amedê bi namzetên parlementeriyê Sorgul Aytek, Halîde Turkoglû, Ceylan Akça û Serhat Eren û Hevberdavka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn û Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan serdana dikandaran kir. Şande bi coşeke mezin hat peşwazîkirin.

Welatiyên di şaneşîne û paceyên xaniyên xwe de bi çepik, tîlîlî û nîşaneya serkeftinê piştgiriya xwe ya bi partiyê re diyar kirin.

Namzetan ji gel xwest ku piştî dengdanê li dengê xwe xwedî derkevin. Di dema serdanê de belavok hatin belavkirin.

Li taxên Yenîşehîrê dirûşmeyên “Kartol Pîvaz oxir be Erdoxan”, “Ji girtiyan re Azadî”, Jin jiyan Azadî” hatin berzkirin û gotina “12-0” olan da.

 
 
 

Sernavên din

01/05/2023
12:59 Keskîn Bayindir: Em ê bi berxwedana karker û kedkaran vê îktidarê bişînin
12:28 Operasyona leşkerî ya li herêma Omeriyanê didome
12:27 Ji rojnamevanên girtî peyama 1’ê Gulanê: Faşîzm wê têk biçe
12:06 Berxwedana ji bo Taksîmê: Tevî rojnameger Kuray, 39 kes hatin binçavkirin
12:05 Ferît Şenyaşar: Em ê bibin dengê 301 madenvanan
11:54 Îşkenceya li dijî rojnamevan Yilmaz hate gilîkirin
11:52 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Em ê di 14’ê Gulanê de desthilata faşîst bişînin
11:44 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
11:42 Li Dêrsimê meşa 1’ê Gulanê
11:35 Bajar bi bajar qadên 1’ê Gulanê
11:17 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
11:07 DÎSK’ê çelenk danî li ber Bîrdariya Taksîmê
11:07 Ji Demîrtaş peyama 1’ê Gulanê: Dê karker û kedkar dawî li vê desthilata talanker bînin
10:59 Parêzerên hatin berdan: Ji bo têkçûna desthilatê em ê ewlehiya sindoqan biparêzin
10:56 Xwebûn bi manşeta ‘Faşîzm dê têk biçe’ derket
10:54 Namzetê Partiya Çepên Kesk Îpekçî: 14’ê Gulanê dê bibe hilbijartina azadkirina rojnamevanan
10:30 Polîsan êrişî kesên dixwestin biçin Taksîmê kirin: 6 kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo teqawidiyan banga 14’ê Gulanê: Xwedî li pêşeroja xwe derkevin
10:11 Endamê Koma Mûnzûr Gungoren: Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng
10:03 Rojnamevanên jin: MKGP navnîşanek girîng a piştevaniyê ye
09:57 Li Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
09:36 Banga ji bo mitînga Denîzliyê ya Partiya Çepên Kesk
09:33 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozan: Em ê li Mêrsînê dengên xwe ji sedî sed zêde bikin
09:07 Partiya Çepên Kesk dest bi xebatên mîtînga Tekirdagê kir
09:00 Ji bo xemsariya karesatê veguhere 'doza komkujiyê' gilî kir
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2023'YAN
30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
09:36 Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Hevserok Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin
09:36 Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan
09:28 Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe
09:12 Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê
09:10 Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
09:09 '1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
09:07 Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin
09:00 ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN
29/04/2023
21:15 Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin
20:29 Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin
20:17 Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan
19:51 Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin
18:44 Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin
18:27 'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'
17:55 Leşkerek mir
17:50 Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e
17:06 AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin
16:57 Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin
16:56 Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin