Namzeta Îzmîrê Ozkan: Em ji bo pêşerojeke birûmet ketin rê

img
ÎZMÎR - Ji namzetên Îzmîrê Canan Kebeç Ozkan di salên zanîngehê de dest bi têkoşîna birêxistinî kir û dixwaze vê têkoşînê li meclisê bidomîne. Ozkan, diyar kir ku ew ji bo pêşerojeke birûmet ketine rê. 
 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên li hemû bajarên Egeyê berdewam in. Jin û ciwan pêşengtiya xebatan dikin. Li Îzmîrê 28 namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk hene û namzetên jin bi kevneşopiya xwe ya têkoşîna ya xurt balê dikişînin. Yek ji wan namzetan jî Canan Kebenç Ozkan e ku li herêma duyemîn di rêza ewil de ye. 
 
CANAN KEBENÇ OZKAN KÎ YE?
 
Ozkan, di sala 1983’yan de li Meletiyê joi dayik bû. Zaroka malbateke kurdên elewî ye. Zarokatî û ciwantiya wê li Meletiyê derbas bû. Ji ber ku malbata wê hem elewî û hem jî sosyalîst bû, rastî gelek zextan hat. Di sala 2000’an de dest bi Beşa Mamostetiya Polan a Fakûlteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê kir. Di sala 2004’an de mezûn bû. Di dema zanîngehê de tev li xebatên Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) bû. Di sala 2004’an de weke mamoste li Wanê hate tayînkirin û dest bi têkoşîna sendîkayî kir. Di sala 2008’an de tayîna wê bo Îzmîrê derket û di sala 2017’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate îxrackirin. Ozkan, ji roja dest bi mamostetiyê kirî heta niha her tim bi awayekî çalak di nava Egîtîm Sen û KESK’ê de cih girt. Hem bi gelek peywiran rabû hem jî têkoşîna jinan meşand. 
 
XWE LI HADEP’Ê BIRÊXISTIN KIR
 
Ozkan, niha jî dixwaze ku vê têkoşîna xwe veguhêze meclisê. Ozkan, got ku pergal li Meletiyê her tim hewl dide di navbera elewî û suniyan de pevçûnan derxîne û wiha domand: “Yek ji bajarên ku gel li dijî hev tên sorkirin jî Meletî ye. Li Meletiyê hemû zarokên elewiyan mîna min rastî tundiya cihêkariyê hatine. Di bin van zextan de mezin bûm. Ji ewil di sala 1999’an de bi xebatên ciwanan ên HADEP’ê ez polîtîk bûm. Piştî dibistanê jî têkoşîna ked û sendîkayî dest pê kir.” 
 
DI ÇAVÊ ZAROKAN DE NEWEKHEVΠ
 
Bi domdarî Ozkan diyar kir ku dema bûy mamoste newekheviya civakî di çavê zarokan de şênbertir dîtiye û wiha pê de çû: “Weke mamosteyekê min cihêkariya li dijî elewiyan, penaberan, kurdan û zarokên xizan şênbertir dît. Wê demê min got ku divê ji bo zarokan têbikoşim. Min bi vê bîr û baweriyê hewl da têkoşîna xwe mezintir bikim. Avêtina ji peywirê nayê wê wateyê ku mirov ji jiyan û têkoşînê dûr bikeve. Îktîdara faşîst dibêje qey heke kesekî îxrac bikin dê civakê bitirsînin û ji hêza têkoşînê bixin. Lê hemû hevalên KHK’î têkoşîna xwe mezintir kirin. Sedema vê jî girêdana wan a bi hêviyê re bû.”
 
'JI BO PARADÎGMAYA AZADÎXWAZIYA JINÊ...’
 
Di berdewamê de Ozkan dixwaze têkoşîna ked, demorasî û aştiyê ji qada sendîkayî veguhêze qada siyasetê û ev tişt anî ziman: “Ji ber paradîgmaya azadîxwaziya jinê, civakeke ekolojîk û jiyaneke aştiyane ez ji Partiya Çepên Kesk bûm namzet. Sedsala ewil a komarê bi tunehesibandin, red û pişaftinê derbas bû. Me 20 salên komarê yên dawî bi îktîdareke herî xwînî, faşîst, yekperest û mêrserdest derbas kir. Ji bo guherandina wê hêviyeke me heye. Armanca me ew e ku di sedsala duyemîn de komarê li gorî perspektîfa rêya sêyemîn ava bikin. Ji bo vê jî berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me jinan.”
 
JI EGEYÊ BER BI ENQEREYÊ VE BAYÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK 
 
Ozkan, bal kişand ser xebatên hilbijartinê yên li Îzmîrê û wiha got: “Enerjî û kelecaneke pir mezin heye. Hêviya me ew e bayeke Egeyê ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve biçe. Ege, herêmêkî pirçand, pircivakî ye. Tam jî li gorî ruhê neteweya demokratîk e. Penaber, yoruk, çerkes, elewî û roman bi hev re dijîn. Anku ji bo avakirina neteweya demokratîk, herêmeke pir guncav e. Hêviya me ya ji Egeyê mezin e. Em ê bi hêzeke mezin ji Egeyê biçin meclisê. Lê divê ji bo vê em pir bixebitin.” 
 
'EM JI BO RÊYEKE BIRÛMET KETIN RÊ’
 
Herî dawî jî Ozkan wiha derbirî: “Em ji bo avakirina pêşerojeke hêviyê dide ketin rê. Hêviya min a ji vê hilbijartinê rew e ku weke karê ewil tecrîd bi dawî bibe û polîtîkayên şer xelas bibin. Hêvîdarim ku êdî deriyên aştiyeke birûmet bên vekirin û ber bi vê rêyê ve bikevin rê. Hêvîdarim hemû hevalên li girtîgehan derkevin û em bên ba hev. Lê divê ev neyê jibîrkirin ku têkoşîna aştî, demokrasî, jin û kedê girêdayî hilbijartinan nîne. Divê bênavber were dayîn. Lewma jî em di vê hilbijartinê de ji bo pêşerojeke birûmet ketin rê.” 
 
MA / Semra Turan - Delal Akyuz
 

Sernavên din

18/04/2023
13:26 Balûken: Pêdivî bi zimanekî nû yê aştiyê heye
13:10 Ji Rêveberiya Xweser deklarasyon: Divê hikûmeta Şamê bi berpirsiyarî tevbigere
13:04 CENTCOM: Serçeteyê DAIŞ'ê El-Hacî Alî hat kuştin
12:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê: Em tevgereke ku şoreşa zîhniyetê pêk tînin in
12:32 Di doza Gorur de 6 sal û 8 meh ceza li leşkerê bersûc hat birîn
11:57 Salek û 6 meh ceza li rojnamevan Îsmaîl Çoban hat birîn
11:57 Derheqê kujerên Zehra Bayik de doz hate vekirin
11:04 Namzeta Îzmîrê Ozkan: Em ji bo pêşerojeke birûmet ketin rê
10:56 Stenbol dê çarenûsa hilbijartinê diyar bike: Me di 31’ê Adarê de hejand, em ê di 14’ê Gulanê de jî hilweşînin
10:48 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Namzetên parlamenteriyê yên Antalyayê: Em ê bi hev re jiyana nû bikin
10:31 Bang li parêzeran kir: Werin em pêşî li bêhiqûqtiyên di hilbijartinan de bigirin
09:53 Li Semsûrê mexdûrekî erdhejê: Heqê xwe helal nakim û dengê xwe nadim desthilatê
09:51 Kalkan: Herî zêde Erdogan bi PKK’ê re hevdîtin kir
09:47 Namzetê êzidî Azad Bariş: Em ê bibin dengê yên vederkirî
09:02 Hozan Hemîdoyê ku JÎTEM'ê ew qetil kir, di îdianameya rojnamevanan de ye
09:01 Gefa kuştinê lê hat xwarin, li mala xwe mirî hate dîtin!
09:01 Şaxa OHD'ê ya Wanê dê roja hilbijartinê tevî 160 parêzeran li qadê be
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:25 Welatiyê ji bakurê Kurdistanê li Duhokê di êrişa çekdarî de hat qetilkirin
17/04/2023
19:43 Bûldan: Dîlok dê derseke mezin bide AKP'ê!
19:15 Partiya Çepên Kesk li Wan û Mêrsînê bi rojnamevanan re civiya
18:56 Li Xarpêtê armanc 4 parlementer in
18:39 Karkerê ku ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
18:35 Ûçar: Em ê vê desthilata ku zilmê li miriyên me dike têk bişikînin
18:19 Partiya Çepên Kesk li Hatayê bi gel re civiya: Em hesabê 6'ê Sibatê bipirsin
17:42 Li Yazihanê coşa hilbijartinê: Em hêza xwe ji gelê xwe digirin
16:51 Li Tetwanê bûroya hilbijartinê tê vekirin
16:49 Îktîdarê ji bo karkerên cemaweriyê pêşniyar kir
16:22 Ji Ata û Tuncel peyama 14’ê Gulanê: Em rêya demokrasî û azadiyê bi Çepên Kesk ava dikin
16:15 Bûldan: Riha wê dersê bide AKP’ê
15:53 YNK’ê ji bo hilbijartina Kerkûkê daxuyanî da
15:24 ‘Bila xebatên rakirina kavilan ên bêtevdîr bên sekinandin’
14:43 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya rojnamegeran bidome
14:12 Li Girtîgeha Boluyê înfaza 12 girtiyan hate şewitandin
13:59 Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 15’ê gulanê hat kirin
13:46 Dê 60 milyon û 697 hezar û 843 kes dengê xwe bidin
13:45 68 girtiyên jin ji CPT'ye re name şandin
13:29 Uçar: Ev hilbijartin di navbera şerxwaz û aştîxwazan de ye
13:16 Rêxistinên hiqûqê ji ber îşkenceya leşkeran gilî kirin
12:40 Li Yemenê şewba sorikê: 77 zarok mirin
12:37 Bûldan: Em ê piştî cejnê piştgiriya ji bo namzetê serokkomariyê eşkere bikin
12:20 Li herêma di bin kontrola Tirkiyeyê de serkirdeyek DAIŞ'ê hat kuştin
12:19 Dikandarên li Avaspî piştî lehiyê bi tenê hatin hiştin
11:53 Yekitiya Ereban ji bo şerê li Sûdanê pêşniyara navbeynkariyê kir
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Wê bibe dengê mezlûman’ derket
11:26 Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin
11:03 Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca
10:30 Rojnamevana girtî Toprak ji ber nûçeyên çand û hunerê tê tawanbakirin
10:05 Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê
09:20 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin
09:01 Jin bi israr in: Em ê biguherînin
09:00 Namzetê parlamenteriyê yê Amedê Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2023'YAN
16/04/2023
23:52 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî buroya hilbijartinê ya jinan hate dayîn
21:53 Şaredariya Silopiyayê xwarina fitarê da
21:39 Li Mûş û Sêrtê buro hatin vekirin: Di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin
21:17 Bi navê Denîz Poyrazê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
20:39 Çandar: Em ê bi peyama ‘li ber xwe bide Amed’ biçin Enqereyê
20:17 Li Amedê xwarina fitarê hate dayîn
19:51 Ji Çelê dengê aştiyê bilind bû
19:17 Jin bi biryar in ku desthilatê bişînin: Em ê dîktatorî têk bibin!
18:58 Sancar ji Manîsayê bang kir: Em li benda temsîliyetê ne
18:23 Partiya Çepên Kesk li Sêrtê ye: Em ê bi gelan re jiyana nû ava bikin
17:32 Malbata Şenyaşar: Kesên zilm û komkujî kirin dê hesabê bidin
16:54 Partiya Çepên Kesk li Qilêbanê bû: Em ê AKP’ê bişînin
16:49 Li Îdirê xebatên hilbijartinê didomin
15:51 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin
15:25 Li Dihê peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin’ hate dayîn
14:50 Ûçar ji îktîdarê re got: Ma yên ku mutabaqata Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?
14:03 Li Wêranşarê bûroya hilbijartinê bi tevlibûna hezaran kesan hate vekirin
13:38 Di konvoya Partiya Çepên Kesk a Gebzeyê de qeza çêbû
13:34 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê ye: Hedef 2 parlamenter in
13:25 Şîna Selîm Esmer bi girseyî hate ziyaretkirin
13:15 Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe
12:23 Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin
12:02 Çandar mebesta xwe ya ji gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir
11:26 Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye
11:24 Reşîd ê YNK’î: Ji bo pêşîlêgirtina êrişan hewcehî bi yekitiyê heye
11:17 Malbata Gorgun bi gumana ‘înfazê’ serî li ÎHD’ê da
10:56 Bayik: Em ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu tiştekî din qebûl nakin
10:50 Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe
10:05 Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê
09:48 'Em ê dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin’
09:05 ‘Li girtîgehên Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin'
09:05 'Em ê ji Aydinê 2 parlamenteran bişînin meclisê'
09:04 Bi bernameya xwe ya 'Dengê Kuçeyê' tê sûcdarkirin
09:03 Banga ji bo xwedîderketina li sindoqan
09:02 Meletî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû hiştine
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan