Partiya Çepên Kesk lez da xebatên hilbijartinê

  • rojane
  • 14:35 9 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Konya, Stenbol û Hatayê çalakiyên cur bi cur li dar xist. 
 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê berdewam in. Partiya Çepên Kesk li navçeya Kulu ya Konyayê bûroya hilbijartinê vekir. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan û gelek kes tev li vekirina bûroyê bûn. Di vekirina bûroyê de govend hatin gerandin û Ocalan axivî. Ocalan, bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û pêvajoya hilbijartinê weke “têkoşîna di navbera xerabî û demokrasiyê de” pênase kir. Bi domdarî Ocalan ev tişt anî ziman: “Ev pêvajoya hilbijartinê dê bibe tercîha di navbera xerabî û demokrasiyê de. Em bi hikûmeteke şer re bû rû ne ku aloziyê kûrtir dike û rageşiya di navbera gel de zêde dike.”
 
CÎHANBEYLΠ
 
Partiya Çepên Kesk li Bajarokê Yenîceoba yê girêdayî navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê jî bûroya hilbijartinê vekir. Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan tev li vekirina bûroya hilbijartinê bû û eleqeyeke mezin a gel jî ji bo vekirina bûroya hilbijartinê hebû. 
 
Ocalan, di vekirina bûroyê de axivî û wiha got: “Em pir baş dizanin bê ka gelê me yê li bajarên Anatoliyaya Navîn di pêvajoyeke dîrokî ya çawa de li vir jiyane û em baş li şertên wan haydar in. Em hatin vê derê da ku rêyeke nû vekin. Weke Partiya Çepên Kesk em ji bo mohra xwe li dîrokê bixin hatin vê derê. Bendewariyên me ji bo Konyayê hene.” 
 
STENBOL 
 
Li navçeya Arnavutkoy a Stenbolê jî belavok hatin belavkirin. Gelek kes tev li xebata belavkirina belavokan bûn. Li Taxa Merkezê, li Qada Cumhuriyetê û li cadeyên Fatîh û Edîrneyê belavok hatin belavkirin û ji bo Partiya Çepên Kesk deng hatin xwestin. 
 
HATAY 
 
Partiya Çepên Kesk ji bo xebatên hilbijartinê, li Taxa Buluttepe ya navçeya Îskenderûn a Hatayê konteynera hilbijartinê ava kir. Dê partî xebatên xwe yên hilbijartinê li vir bike. Gelek kes tev li vekirina konteynerê bûn. Di dema vekirina konteynerê de qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn di vekirina konteynerê de axivî û da zanîn ku mexdûrên erdhejê dê li ser sindoqan hesabê bipirsin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Îskenderûnê Alî Şeker jî bal kişand ser xebatên hilbijartinê. 
 
Hevseroka HDP’a Hatayê Hulya Ateş jî ev tişt anî ziman: “Mîna di şeran de, di karesatan de jî herî zêde em jin birîndar dibin.  Lewma em jin dê vê pergalê biguherînin.” 
 
Endama PM’a HDP’ê parêzer Mehtap Sert jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Sert, bi domdarî wiha got: “Ji bo ku nehêlin erdhejê hîn bêhtir veguherînin tundî û tecrîdê, divê em bêhtir xwedî li sindoqan derkevin. Em li vir in, dê bêhtir bibin yek û rêya xwe bidomînin.” 
 
Endamê PM’a HDP’ê Zekî Koç jî bertek nîşanî girtina partiyan da û wiha derbirî: “Bi Partiya Çepê Kesk re em bi israr hene û li ser pêyan e.” 
 
Di vekirina konteynera hilbijartinê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî" hate berzkirin. 
 

Sernavên din

13/04/2023
16:50 Danişîna faîlê tacîzê Bûrak Ercan dîsa hate taloqkirin
16:45 Li Antalyayê 5 kes hatin berdan
16:38 Li bakurê Kurdistanê coş û peroşa hilbijartinê: Em ji bo rêya demokrasiyê vekin tên
16:04 Partiya Çepên Kesk namzetên xwe da nasîn: Em ê bi Rêya 3’yemîn biçin Meclisê
15:41 Girtîgehê pirtûka Asli Erdogan qedexe kir!
15:40 Li dijî ambargoyê banga lezgîn hate kirin
15:23 Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êriş hate kirin
15:21 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê dê dengan bixwaze
15:17 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê mal bi mal xebatên hilbijartinê dike
15:15 Kesên di protestoya GES’ê de hatin binçavkirin hatin berdan
15:02 HPG’ê têkildarî Lokman Gorgun daxuyanî da
14:35 YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokkomariyê erê kir
14:35 Amed dê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:34 Li Aydinê starta hilbijartinê hate dayîn
14:26 Kûrtoglû yê bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin hate girtin
14:10 Doza Kobanê: We bi biryarên DMME’yê nekirin û hûn sûc dikin
14:09 Hat îdiakirin ku piştî îfadeya Albashir di navbera wezaretan de krîz derketiye
14:03 Şaredarê AKP’î bi alîkariya erdhejê propagandaya hilbijartinê dike
13:41 Ji navbeynkariyê re ‘lepirsîna ewlehiyê’ kirin asteng
13:41 Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin
12:49 BES'ê daxwazên xwe yên têkildarî kedkarên SGK'ê aşkere kirin
12:33 Ji Baroya Agiriyê rapor: Girtîgeha Panosê li pey xeyalên Esat Oktay e
12:03 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
11:54 Berdana Hamît Babat ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
11:37 Serokên HUDA PAR’ê û PDK’ê bi rêya telefonê hevdîtin kirin
11:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Riha xwe bi rengê Çepên Kesk pêça ye!
10:54 ‘Mele Motor’ ê Ferhat Kurtay wefat kir
10:23 Li gorî dozger daxuyaniyên Altan ên têkildarî rojnamegeran sûc in!
10:15 Li Girê Spî demografî tê guhertin: 21 hezar biyanî bicih kirin
09:58 Gelo Gorgun û Kahraman hatine înfazkirin?
09:22 Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
09:01 Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin
09:00 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN
12/04/2023
22:06 Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê
21:17 Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
20:42 Ji MEBYA-DER û TUAY-DER’ê fitarî
19:24 Gerok Ma li Hatayê bi zarokan re civiya
18:23 Îdirê bi coşeke mezin namzetên xwe pêşwazî kir
17:28 Tûncelê ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê pirsî: Çend kes li we geriyan?
16:50 Ji PEN’ê bo rojnamevanên girtî bang: Divê tavilê bên berdan
16:39 Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê
16:58 Li Antalyayê ceza ji 8 xwendekaran re hat xwestin
16:50 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide
16:22 Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist
16:09 Cendirmeyan li Çanakkaleyê kurdek qetil kirin
15:57 Li Şîban ê ji helîkopterê avêtin 7 sal û 6 meh ceza birîn
15:32 Ji bo Gorgun û Kahraman meş hat lidarxistin: ‘Bimre xiyanet’
15:24 Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin
15:20 Nûçegihana JINNEWS’ê hate berdan
14:51 ÎSÎG: Di 3 mehan de 463 cînayetên kar hatin kirin
14:35 Li Dîlokê karkerek di bin mînareya herifî de ma û jiyana xwe ji dest da
14:31 Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin