Ajokarê TIR'ê welat bi welat çanda kurdî dide naskirin

  • rojane
  • 09:02 3 Nîsan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Şevger Çolo ku 19 sal in bi kincên xwe yên herêmî ajokariya TIR'ê dike heta niha li 18 welatan geriyaye û çanda xwe daye naskirin.
 
Li gundê Hoser yê girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê welatiyê bi navê Şevger Çolo (48), ku bavê 6 zarokan e û debara xwe bi ajokariya TIR'ê dike, 19 sal in ku welat welat bi çoxê xwe û kincên xwe yên kurdî digere û balê dikşîne ser xwe. Armanca Çolo ya sereke jî ew e ku bi vî awayî çanda kurdewarî li tevahiya welatan bide naskirin. Lê balkêşe ku Şevger Çolo bi cil û bergên ku aydê rojhilata Kurdistanê ne digere. Çolo, heta niha çûye 18 welatan û her welatê ku diçê jî ji aliyê welatiyan ve bi eleqeyeke mezin tê pêşwazîkirin. Çolo, ji ber vê taybetmendiya xwe gelek caran rastî êrîşan jî hatiye û di her keliyên jiyanê de bi vî awayî digere û xwe bi çanda xwe dide naskirin.
 
19 SAL IN BI CIL Û BERGÊN XWE AJOKARIYÊ DIKE
 
Çolo, anî ziman ku ew heta niha bi dehan welatan geriyaye û xwe bi çanda xwe daye naskirin û wiha got: "Ji 2004'an ve ez ajokar im û ji 2006 û 2007'an ve ez diçim riya dûr. Ez heta niha çûme 18 dewletan. Ji Moskova heta Azerbaycan, Holandayê û Îranê ez geriyame. Ez ajokarê lojîstik yê navdewletî me. Di her çûyina min a welatên cuda de cil û bergên min bala xelkê kişandiye. Ji ber wê ez bêtir keyfxweş dibim û bêtir xwedî lê derdikevim. Mirov li ku dera cîhanê be divê ku mirov bi çanda xwe bijî." 
 
'WELATÎ ELEQEYEKE MEZIN NÎŞAN DIDIN'
 
Şevger Çolo, diyar kir ku bi demê re çandên gelan hatine guhertin û wiha domand: "Çand ne tenê li Kurdistanê li her deveran ber bi tune bûnê ve diçe. Modernîzmê çanda her gelekî hilweşandiye. Em vê yekê di welatên biyanî de jî dibînin. Lê weke netewa kurd em sêwî mane û bê statû hatine hiştin. Bi awayekî zanistî tunekirina çandê li ser me heye. Pêwîste ku em xwedî li çanda xwe derbikevin. Dixwazin li ser navê modernîzmê çandê têk bibin. Em jî dixwazin ku di nava vê civakê de bi çanda xwe rabin. Çandeke weke ya me kurdan dewlemend me nedît û nava tu deverên cîhanê jî nine. Dema ku mirov bi cil û bergên xwe yên kurdî diçe welatên biyanî gelek balê dikişîne. Nêçar dimînin ku heyraniya xwe diyar bikin. Ez dema ku diçim qesta min dikin û daxwaza wêne kişandinê dikin. Her tiştekî bêtir balê dikişîne ser xwe. Çand welatekî, gelekî temsîl dike. Herkes bi çanda xwe tê nasîn. Çand nasnameya civakê ye. Divê ku em xwedî li vê nasnameya xwe derbikevin. Nasnameya me çand û zimanê me ye. Heke ku em cil û bergên xwe biguherînin em ji netewa xwe dûr dikevin û kes nizane ku em kî ne. Heke ku em bi cil û bergên xwe yên kurdî biçin welatekî herkes dizane ku em kurd in, heke hûn bi fîstanê erebî biçin derekê herkes dizane ku hûn ereb in. Çand pênaseya civakê ye."
 
'DIXWAZIM ÇANDA ROJHILAT BI XWE RE BIGERÎNIM'
 
Çolo,bi lêv kir ku di Kurdistanê de tu cudahiya çandan nîne û got ku ew ji ber ku ji çanda rojhilatê Kurdistanê pir hez dike bi xwe re digerîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çendî ku ez xelkê Bakur bim û Botanî bim jî min çanda Hewreman bi xwe re gelek deverên cîhanê gerand. Ez bi vê keyfxweş im. Her hevalê min ku diçin Rojhilat ez ji wan re dibêjim ji min re çoxekî bînin. Sînor di mejiyê min de ninin. Rojhilat jî welatê min e. Ferqa Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat li cem min tune ye. Ji ber ku her em kurd in û xwedî yek nasnamayê ne. Ez botî me, lê ez dikarim çanda Duhokê jî bidim jiyîn. Ez ji çanda Rojhilat jî hez dikim û dixwazim ku çanda Rojhilat û Botanê bi xwe re bigerînim." 
 
LI SIRBISTANÊ RASTÎ ÊRÎŞA TIRKAN HAT
 
Şevger Çolo, anî ziman ku ew ji ber cil û bergên xwe yên kurdî gelek caran rastî êrişan jî hatiye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Dema ku ez wiha diçim bajarên tirkan dibêjin, 'çima tu van kincan li xwe dikî û bi van kincan digerî, ma kinc nînin?' Pirsên bi vî rengî dikin. Kêm kes pê keyxweş dibin. Lê gelek ji wan jî astengiyan derdixin. Carekî tirkan li Sirbistanê êrişî min kirin û gotin, 'çawa çêdibe ku tu bi van kincên xwe heta van deran hatiyî' pişt re polîs hatin û em birin dadgehê. Ji wan kesan re ceza hat birîn. Ez bi kincên xwe vegeriyam. Çanda min ne qedexe ye. Di gelek noqteyên navdewletî de jî ez têm sekinandin lê heta niha tu kesî pirsgirêk dernexistiye. Jiyîna çanda xwe mafê me yê sereke ye. Çiqasî astengî li ser hebin jî divê ku em xwedî lê derbikevin. Ji ber ku tirs heye kes li xwe nake û ber bi tunebûnê ve diçe. Ciwanên me ji netewbûna xwe hatine dûrxistin. Divê ku malbat zarokên xwe birêxistin bike. Başûr û Rojhilat gel xwedî çanda xwe derdikeve. Lê li vir ji ber ku tirs heye ev çand di her qadên jiyanê de nayê ditin. Banga min ew e ku her ferdeke kurd xwedî li çand û zimanê xwe derbikeve." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

06/04/2023
13:38 Taşdemîr rewşa girtiyê nexweş Sari bir rojeva Meclisê
13:19 Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em ê li bin siya vê darê bigihîjin hev
13:13 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:10 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li baxçeyê Bûbo Taş şitil hatin çandin
12:52 Bi hinceta ku di Newrozê de dirûşm berzkirine 7 kes hatin binçavkirin
12:26 Kaftancioglû têkildarî ‘êrişa çekdarî’ daxuyanî da
11:28 Ji JINNEWS'ê daneyên tundiyê: 22 jin hatine qetilkirin
11:26 DFG’ê rojnamevanên hatin qetilkirin bi bîr anî
11:21 Cenazeyê Savaş Başdînç hate definkirin
11:09 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê xebata hilbijartinê da destpêkirin
10:35 DFG: 8 rojnameger hatin îşkencekirin û 330 nûçe hatin astengkirin
10:28 Wezaret daneyên têkildarî zarokên bêrefeqet vedişêre
10:28 Dr. Koylu: Li Samandagê gazinên bêhnê û kuxikê dest pê kirin
09:47 Meha duyemîn a erdhejê: Dewlet li pey astengiyê, dilxwaz li pey piştevaniyê ne
09:41 Girtî Aşkan: Lêgerîna tazî li min ferz kirin û hatim derbkirin
09:41 Hilbijartinên 14'ê Gulanê: Ciwan ji bo guherînê amade ne
09:05 Ji Zanîngeha Dihokê Berwarî: Ev siyaseta şaş dê Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nehêle
09:04 ‘Sûriyeyiyên ji erdhejê xelas bûn, di bin kavilên vederkirinê de man'
09:03 Yildizê ku ji girtîgehê derket: Ya ku mirovan li ser pêyan dihêle têkoşîn e
09:02 Li Îzmîrê hedefa Partiya Çep a Kesk 4 parlementer in
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2023'YAN
05/04/2023
22:05 Li Êlihê vekirina buroyê veguherî mîtîngê: Divê Êlih bike 5-0
20:57 Li Bazîdê bi meşeke meşaleyî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
20:47 18 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin
19:19 Di doza destdirêjiyê ya cerdevanan de 94 sal ceza
16:58 ÎHD’ê rapora Mîkaîl Ekîncî parve kir: Îşkence, miameleya xerab, gefxwarin
16:28 Li 5 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
16:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive
15:46 Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji geştên Silêmaniyeyê re girt
15:45 Nobeda Jiyanê: Xelkê neçarî koçberiyê dikin
15:21 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran: Dawî li tundî, îşkence û siyaseta bêcezahiştinê bînin
15:19 Doza girtinê ya KCDP’ê: Gelo ‘xebatên li dijî exlaq’ çi ye?
14:46 Şenyaşar: Yên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin dê têk biçin
14:37 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê dar hatin danîn
14:34 Jinekê li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:25 Li Mêrdînê 3 kes hatin berdan
14:22 Rojnameger Alataş di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
13:58 Dewleta tirk di 4’ê nîsanê de 83 caran êriş kir
13:54 OHD’ê rapora lehiyê eşkere kir: Şeredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tevdîr negirtin
13:48 Di erdhejê de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an
13:40 'Gelo di avakirina demokrasiyê de dê polîtîkayên we ji bo jinan çi bin?'
13:39 3 girtî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî hatin sirgunkirin
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN