Rojbûna Yilmaz Guney hate pîrozkirin: Dengê bilind ê doza gelê kurd bû

  • rojane
  • 20:29 2 Nîsan 2023
  • |
img

STENBOL - Hevjîna derhênerê kurd Yilmaz Guney, Fatoş Guney a di aktîvîteya sala 86’emîn a rojbûna Guney de axivî, anî ziman ku qedexe û sansura piştî mirina Guney ji fîlmên wî re anîn îro ji aliyê desthilata AKP’ê ve jî tê meşandin. 

 
Derhêner û senarîstê kurd Yilmaz Guney ê di sînemaya Tirkiyê de bi nasnavê “Çîrkîn Kral” tê zanîn ji bilî gelek fîlmên wî yên serkeftî, bi fîlmê “Rê(Yol)” di sala 1982’yan de li Fransayê di Mîhrîcana Fîlman a Cannesê de Xelata Palmiyeya Zêr wergirt. Guney di sala 86’emîn a rojbûna xwe de bi bernameya bi navê “Hunermendê Gel, Şervanê Gel” li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Bajêr hate bibîranîn. Gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û hezkiriyên Yilmaz Guney tev li bernameya bîranînê bûn. Eywana bîranîn lê hate kirin bi devî re tejî bû. 
 
Bernameya bîranînê ku pêşkeşvaniya wê ji Kovara Guney Bûrcû Ozkaradenîz dikir, Fatoş Guney, Midurê Karên Nivîsê yê Kovara Guney Tûncay Ozkaradenîz, nivîskar Temel Demîrer û nivîskar Pakrat Estûkyan weke axivêr beşdar bûn. Bername bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
‘GELEK DÎKTATORIYÊN FAŞÎST ÇAWA HILWEŞIYA BIN…’ 
 
Tûncay Ozkaradenîz, qala girîngiya fîlmên Guney kir û wisa dest bi axaftina xwe kir. Dû re Ozkaradenîz gotinên Guney ên dema li surgunê tev li civînekê de bû û gotin yên “Em biryar in ku faşîzmê hilweşînin, azadî û mafên siyasî bi dest bixin û Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin. Ev şer teqez wê bi serkeftina demokrasiyê bi encam bigire. Çawa ku gelek dîktatoriyên faşîst ên weke Hîtler, Mussolînî, Franco, Salaza, Şahê Îranê û hwd. hilweşiyan wê ev jî hilweşin.” 
 
 
Fatoş Guney a pişt re axivî, anî ziman ku ji ber atmosfera siyasî ya li welat ne pêkane rojbûna Yilmaz Guney bi coş û kefyxweşî were pîrozkirin û wiha got: “Mixabin em hemû bi xemgîn, bi keser û bi fikar in. Ev yek rewşa ku welat tê de ye. Yilmaz beriya 86 salan ji dayik bû û beriya 39 salan jiyana xwe ji dest da. Tevî van hemû salan jî welatê me ji her demê bêhtir di nava rewşeke tirsnak û xerab de ye. Mixabin ez nikarim bêjim kêm maye ku gotina Yilmaz a ‘em ê serbikevin teqez em ê serbikevin’ dê pêk were.”
 
‘NEÇAR MA WELATÊ XWE BITERIKÎNE’ 
 
Guney, diyar kir ku Yilmaz Guney jî li Tirkiyeyê bi pêkanînên paşmayî re rûbirû ma û wiha berdewam kir: “Dema ku Darbeya 27’ê Gulana 1960’an balonên azadiyê difirandin, Yilmaz hêj di 20 saliya xwe de ji çîrokek nivîsand bi hinceta ku 'propagandaya komunîzmê' kiriye 2 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Dû re 6 mehan cezayê surgunê lê hate birîn. Di darbeya 12’ê Adara 1972’yan de ji ber ji xwendekarên şoreşger re alîkariya pere û çekan kir û Mahîr Çayan û hevrêyên wî li mala me veşartin, bi daxwaza 15 salan hate darizandin û 2 salan li Girtîgeha Leşkerî ya Selimiyeyê hate ragirtin. Di darbeya 12’ê Îlona 1980’an de jî ji ber nivîsên wî yên di Kovara Guney de 100 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn û neçar ma welatê xwe biterikîne.”
 
‘YILMAZ GUNEY HÊJ JÎ QEDEXE YE’  
 
Guney, bal kişand ku piştî di sala 1984’an Yilmaz Guney jiyana xwe ji dest da jî hin qedexe û ceza jê re hatin û da zanîn ku ew qedexe îro di desthilata AKP’ê û MHP’ê de jî didomin. Guney, bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Di dema cuntaya Kenan Evren de nîşandana fîlmên Yilmaz jî hate qexekirin, qalkirina wî jî weke sûc hate hesibandin.”
 
Bîranîn piştî axaftina Guney bi belgefîlma ji bo Yilmaz Guney hate amadekirin berdewam kir. 
 
‘ŞERVANÊ KU DOZA GELÊ XWE DIQÎRE BÛ’  
 
Temel Demîrer ê pişt re axivî jî ewilî qala pêvajoya nasîna Guney kir. Demîrer têkildarî Guney de wiha axivî: “Yekane tişta di hişê min de mayî; Vegotina Guney a ka çawa dibin mirov bû. Mirov dikare têkildarî Guney gelek penasekirinan bike. Heke rojekê hûn li cihekê kesekî serî netewîne, çok nedanîne bibînin ew Yilmaz Guney e. Ew kurdeke û her tim di her şertî de doza gelê xwe bi dengekî bilind qêriya. Ew şervanê çîna karkeran e.”
 
Bîranîn bi gotina stranan a hunermend Devrîm Kavalli û Baran bi dawî bû.  
 

Sernavên din

06/04/2023
13:38 Taşdemîr rewşa girtiyê nexweş Sari bir rojeva Meclisê
13:19 Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em ê li bin siya vê darê bigihîjin hev
13:13 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:10 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li baxçeyê Bûbo Taş şitil hatin çandin
12:52 Bi hinceta ku di Newrozê de dirûşm berzkirine 7 kes hatin binçavkirin
12:26 Kaftancioglû têkildarî ‘êrişa çekdarî’ daxuyanî da
11:28 Ji JINNEWS'ê daneyên tundiyê: 22 jin hatine qetilkirin
11:26 DFG’ê rojnamevanên hatin qetilkirin bi bîr anî
11:21 Cenazeyê Savaş Başdînç hate definkirin
11:09 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê xebata hilbijartinê da destpêkirin
10:35 DFG: 8 rojnameger hatin îşkencekirin û 330 nûçe hatin astengkirin
10:28 Wezaret daneyên têkildarî zarokên bêrefeqet vedişêre
10:28 Dr. Koylu: Li Samandagê gazinên bêhnê û kuxikê dest pê kirin
09:47 Meha duyemîn a erdhejê: Dewlet li pey astengiyê, dilxwaz li pey piştevaniyê ne
09:41 Girtî Aşkan: Lêgerîna tazî li min ferz kirin û hatim derbkirin
09:41 Hilbijartinên 14'ê Gulanê: Ciwan ji bo guherînê amade ne
09:05 Ji Zanîngeha Dihokê Berwarî: Ev siyaseta şaş dê Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nehêle
09:04 ‘Sûriyeyiyên ji erdhejê xelas bûn, di bin kavilên vederkirinê de man'
09:03 Yildizê ku ji girtîgehê derket: Ya ku mirovan li ser pêyan dihêle têkoşîn e
09:02 Li Îzmîrê hedefa Partiya Çep a Kesk 4 parlementer in
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2023'YAN
05/04/2023
22:05 Li Êlihê vekirina buroyê veguherî mîtîngê: Divê Êlih bike 5-0
20:57 Li Bazîdê bi meşeke meşaleyî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
20:47 18 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin
19:19 Di doza destdirêjiyê ya cerdevanan de 94 sal ceza
16:58 ÎHD’ê rapora Mîkaîl Ekîncî parve kir: Îşkence, miameleya xerab, gefxwarin
16:28 Li 5 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
16:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive
15:46 Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji geştên Silêmaniyeyê re girt
15:45 Nobeda Jiyanê: Xelkê neçarî koçberiyê dikin
15:21 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran: Dawî li tundî, îşkence û siyaseta bêcezahiştinê bînin
15:19 Doza girtinê ya KCDP’ê: Gelo ‘xebatên li dijî exlaq’ çi ye?
14:46 Şenyaşar: Yên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin dê têk biçin
14:37 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê dar hatin danîn
14:34 Jinekê li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:25 Li Mêrdînê 3 kes hatin berdan
14:22 Rojnameger Alataş di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
13:58 Dewleta tirk di 4’ê nîsanê de 83 caran êriş kir
13:54 OHD’ê rapora lehiyê eşkere kir: Şeredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tevdîr negirtin
13:48 Di erdhejê de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an
13:40 'Gelo di avakirina demokrasiyê de dê polîtîkayên we ji bo jinan çi bin?'
13:39 3 girtî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî hatin sirgunkirin
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN