Her ku cînayet zêde bûn têkiliyên ‘tarî’ derketin holê

img
AMED - Bi tifaqa AKP-HUDA PAR’ê re cînayetên Hîzbûllahê dîsa bûn rojev. Her ku cînayetên Hîzbûllahê zêde bûn, têkiliya wan a bi JÎTEM-artêş-polîsan re bêhtir derket holê. Melayê Şahid, wiha got: “Li dijî baskê çekdar ê koma Îlîmê operasyon nedihatin kirin. Hemû nîşaneyan nîşan dida ku dewlet piştgiriyê dide koma Îlîmê.” 
 
Piştî hevkariya AKP-HUDA PAR’ê, avadaniya rêxistinî ya Hîzbûllahê û cînayetên wan dîsa ketin rojevê. Em ê di vê beşa dosyaya xwe de jî êrişên wê yên li dijî Koma Menzîlê vebêjin. 
 
Hîzbûllahê di 3’yê kanûna 1991’an de welatiyê suryan Mîhal Bayrû ku digotin “PKK’î ye” qetil kir û li Kurdistanê êrişên xwe yên li dijî sivîlan zêde kir. Her ku êrişên wê zêde bûn, têkiliya wan a bi JÎTEM-artêş-polîsan re jî şênbertir bû. Ev têkilî car bi car di Meclisê de jî hat vegotin û têkildarî mijarê pêşnûmepirs tên pêşkeşkirin. Lê tevî vê yekê jî cînayet berdewam dikirin û tetîkkêş nedihatin girtin. Hîzbûllahê, di navbera salên 1993-94’an de berê êrişên xwe yên li dijî sivîlan îcar da derdorên îslamî yên piştgirî nedida wan û ew teşhîr dikirin. Hedefa ewil jî Koma Menzîlê bû ku weke reqîbê xwe di dît û ji bo alîkariya Rojava dide Hîzbûllahê were qutkirin zext li ser camîaya îslamî dikir. Êrişên bi kevir û çoyan dihatin kirin îcar veguherîn êrişên bi sator û çekan. 
 
ÊRIŞÊN BI SATORAN DEST PÊ KIRIN
 
Êrişa ewil, di 17’ê îlona 1993’yan de li dijî bernameya Menzîlê ya li Mizgefta Sumer a li Amedê çêbû. Êriş bi sator, kevir û çoyan hate kirin û 2 kes hatin kuştin. Koma Menzîlê jî tavilê bersiv da û li pey hev bi ser malên hucre yên Hîzbûllahê de girt û derbên giran lê xist. Hucreya ku pêşengê Hîzbûllahê Huseyîn Velîoglû lê dima ya li Amedê ji hêla Koma Menzîlê ve hate tespîtkirin. Li ser vê yekê cihê wî tavilê hate guherandin. Velîoglû xwe ji êrişê xelas kir. Li ser vê yekê zexta dewletê ya li ser Koma Menzîlê zêde bû. Di pevçûnên li Amed, Êlih û Mêrdînê de 72 endamên Menzîlê û zêdetirî 100 tetîkkêşên Hîzbûllahê hatin kuştin. Dema pevçûn bi leha Koma Menzîlê pêş diket, dewletê li pey hev bi ser malên endamên Koma Menzîlê de girt. Heta demekî dirêj di bin çavan de hatin ragirtin û hatin girtin. Vê yekê jî kir ku ji hêzê bikeve û Hîzbûllah xurtir bibe. Di vê serdemê de dewletê bi ser tu hucreyên Hîzbûllahê de negirt, tu jê nehatin binçavkirin. 
 
Endamên Koma Mezîlê yên mayî jî li dijî êriş û zextan Kurdistan terikandin û neçar man ku biçin bajarên cuda. Di nava van kesan de pêşengê Menzîlê Fîdan Gongur û pêşengê piştre Mele Mensûr û pêşengê Vahdetê Abdulvahap Ekîncî jî hebûn. 
 
HEMÛ RÊXISTINÊN ÎSLAMÎ HEDEF HATIN GIRTIN
 
Di heman demê de Hîzbûllahê hemû avadaniyên îslamî yên birêxistinkirî û yên nebirêxistinkirî ku ji kevneşopiya medreseyan dihatin û li Kurdistanê hêdî hêdî bi cih dibûn jî kir hedef. Jê re digotin an hûn dê bîat bikin an jî dê bimrin. Hîzbûllahê, pêşengê Menzîlê Fîdan Gongur, endamên Vahdetê, pêşengê Med Zehrayê Îzettîn Yildirim, endamên Partiya Îslamî ya Kurdistanê û ji naskiriyên Tevgera Îslamî Abdulhalîm Altunal û Bahrî Tekîn qetil kir. 
 
MELAYÊN MIZGEFTAN HATIN KUŞTIN
 
Hîzbûllahê, hemû kesên bîat nekirîn, ên ku çalakiyên wan ne di eciband û yên nedihiştin li mizgeftên wan xwe birêxistin bikin an jî melayên destûr nedidan kirin hedef. Ji van melayan ê herî naskirî Ubeydullah Dalar û Saddik Turhalli jî ji hêla Hîzbûllahê ve hatin kuştin. Stratejiya Hîzbûllahê, şêweyê êrişên wê û parastina wê tevek jî nîşan dida ku ji hêla dewletê ve tê parastin. 
 
NÊZIKATIYA HÎZBÛLLAHÊ YA LI HEMBERÎ RÊXISTINÊN DIN 
 
Melayê Şahid ku di dema damezirandina Hîzbûllahê de di nava Koma Menzîlê de cih digirt, êriş, cudahiya îdeolojîk a di navbera Hîzbûllah û Koma Menzîlê de, têkiliya Hîzbûllah-HUDA PAR’ê û şahidiya xwe vegot. Pêşengê Koma Menzîlê Fîdan Gungor di 11’ê îlona 1994’an de ji hêla Hîzbûllahê ve hate revandin û êdî tu agahî jê nehatin girtin. Melayê Şahid kesekî pir nêzî Gongur bû û wiha qala wê serdemê kir: “Hîzbûllahê di sala 1993’yan de dîsa berê xwe da Menzîlê. Dema êrişî PKK’ê dikir, Menzîlê û komên din alîkarî nedida wan. Lewma li hemberî kînek xweyî dikir. Bi gotina wan; ‘Dema em cîhadê dikin, li dijî bêdînan şer dikin, dema em bi kafir û ermenan re şer dikin we çima em bi tenê hiştin?’ Mejiyê wan bi vî awayî bû. Menzîlê jî biisrar û bi înad digot ku ev pevçûn karekî xelete û tu xêra wê nagihije tu aliyan. Lewma biryar da ku dê nebe aliyekê van pevçûnan. Me jê re digot; li ser serê me pergalek heye ku me ji her alî ve dieciqîne, zilmê li me dike, nahêle em mafên xwe yên olî û neteweyî bi kar bînin. Di rewşeke wiha de ma em ê çima li dijî rêxistineke kurd ku tenê ji hêla îdeolojîk ve ji me cuda ne şer bikin? Me jê re digot ku ev yek bêaqilî ye.”
 
DI HEFTEYA VAHDETÊ DE ÊRIŞ
 
Melayê Şahid bi bîr xist ku Hîzbûllahê cara duyemîn di 17’ê îlona 1993’yan di “Hefteya Vahdetê” de dîsa pêk anî û wiha got: “Êriş li dijî mizgefteke îslamî hate kirin û cara ewil kuştin çêbû. Dema wê demê Îlîmê şer dikir, Koma Menzîlê xwe li qadê bêhtir birêxistin dikir, berfireh dibû, hewl dida pêş bikeve û bêhtir bala xwe da ser derxistina pirtûk û kovaran. Îlîmê jî derxistina kovaran karekî nekêr û bikaranîna amûrên ragihandinê karekî ehmeqan didît. Lê Koma Menzîlê ji destpêkê heta niha her tim bi xwendekarên zanîngehê re têkilî didanî, kovar derdixist û karên nivîskî dikir. Di vê pêvajoyê de Menzîl li zanîngeh û qadê berfireh bû û li gorî yên din bêhtir dihat qebûlkirin. Îlîm jî pir zêde ketibû nava îllegalîteyê û vêcarê jî hewl da pêşî li ber Menzîlê bigire. Li hemberî Îlîmê tekane alternatîf Menzîl bû. Tekane koma jê re digot; ‘tu bi rêbaza xwe xeletiyê dikî’ Menzîl bû. Îxtîmal e ku ev yek bi kêrî karê pergalê jî nehat. Lewma Menzîl jî kişandin nava vê pêvajoya pevçûnan û êrişên sîstematîk hatin destpêkirin. Pir balkêş e ku êrişên ewil ên dijwar di Hefteya Vahdetê de anku di hefteya ku derdorên îslamî yên tundrew pîroz dikin de hatin kirin. Anku di meha îlonê de hatin kirin. Ew hefte, di navbera misilmanan de tê wateya yekitiyê. Bi tevlibûna gel jî Menzîlê bernameyeke pir mezin li dar xist. Bername li Mizgefta Sumerê hate lidarxistin û di heman rojê de 9/10 kes rastî êrişên bi satoran hatin. Di sala 93’yan de ev êrişa ewil bû. Di êrişa 17’ê îlonê de cara ewil mirin çêbû. Yek ji van kuştina Mele Ahmet ê ji Menzîlê bû.  Yê din jî Ferît Cengîz bû ku esnafeke hejar bû ku îşportakarî dikir. Di êrişa bi satoran de her du jî mirin.” 
 
MENZÎLÊ BIRYARA ‘BERSIVDAYÎNÊ’ DA
 
Bi domdarî Melayê Şahid got ku piştî kuştina her du kesan, li dijî Menzîlê êrişên sîstematîk hatin destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Demek piştre Menzîlê cara duyemîn li raya giştî belavok belav kir. Belavoka ewil li dijî Rojnameya Aydinlikê hatibû belavkirin ku pirtûka ‘Ayetên Şeytên’ wergerandibû û belav kiribû. Li dijî wê, li Mêrsîn û 11 bajarên Kurdistanê bi awayekî hemwext belavok hatibûn belavkirin. Belavoka duyemîn jî biryara bersivdayîna êrişên Koma Îlîmê bû. Heke ez xelet nebim, di belavokê de wiha dihat gotin; ‘Komeke ji xwe re dibêje Hîzbûllah lê li gorî me Hîzbûl-zulum e heye ku bi sala ye êrişî me dike. Li dijî me êrişên sîstematîk dike. Em û gelê me jî neçar man û ji bersivdayînê re mukellefin. Êdî dê bersiv were dayîn.’ Me ev belavok belav kir. Di dema belavkirina van belavokan de kesekê ji Menzîlê hate revandin. Ev kes zarokê bi navê Sedat bû ku ji Hezroyê bû û di dibistana amadehî de pola dawî dixwend. Hêj niha jî nayê zanîn bê ka kê revandiye.” 
 
PEVÇÛN DEST PÊ KIRIN
 
Di berdewamê de Melayê Şahid destnîşan kir ku Menzîlê bersiva êrişa 17’ê îlonê di cotmehê de da Hîzbûllahê û wiha qala wan pevçûnan kir: “Piştî vê danezan û bûyerê, Menzîlê bersiv da. Ji cotmeha 1993’yan heta nîsana 1994’an, di serî de li Amed û Êlihê li gelek bajaran pevçûn dest pê kirin. Di pevçûnan de ji her du aliyan nêzî 100 kes mirin. Di nîsana 1994’an de polîsan li dijî Menzîlê operasyonên dijwar dan destpêkirin. Di wê serdemê de temamiya endamên Menzîlê yên çekdar ên Amed û Êlihê hatin girtin. Bêguman piştî şopandinên bi mehan, hucre hatin tespîtkirin, bi ser de girtin û girtinên komî çêbûn. Bi wê operasyonê re baskê çekdarî yê Menzîlê hate tunekirin. Îcar li pêşengên Menzîlê geriyan. Hinek hatin girtin, hinekan xwe veşart, hinek koçî metrepolan bûn. Mola Mansur Guzelsoy ku bi pêşengê Menzîlê Fîdan Gungor re dima, neçar ma ku biçe derveyî welat. Ji ber ku lêgerîna wî hebû. Piştî ku Mola Mensur Guzelsoy çû derveyî welat, di sala 96’an de li Îranê piştî emeliyata mejî jiyana xwe ji dest da. Piştî operasyona nîsanê, lêgerîna Fîdan Gungor dest pê kir. Pêşengên Menzîlê –yên nehatin girtin, di serdegirtinan de nehatin girtin- neçar man ku xwe veşêrin. Wê demê Mola Mansur çû Edeneyê û Fîdan Gungor jî li Stenbolê bi cih bû.” 
 
FÎDAN GUNGOR ÇAWA HATE REVANDIN?
 
Melayê Şahid, wiha behsa revndina Fîdan Gungor kir: “Fîdan Gungor, hewl dida tevgerê komî ser hev bike. Kesek hat û ji Fîdan Gorur re got; ‘kesekê bi navê Mûrat Fîlîz ku ji Êlihê ye, ji koma Îlîmê veqetiyaye û dibêje agahî û belgeyên pir girîng di destê wî de hene. Dixwaze bi we re parve bike.’ Gungor, dipirse bê ka ev kes kesekî jêbawer e yan na. Lêkolînê dike. Mûrat Fîlîz, bi mehan berê bi awayekî profesyonel xwe weke kesekê ji wan dûr nîşan dide, li dijî wan diaxive, ji bo dîmenê kesekî bi wan re nîqaş çûyî û gef lê hatiye xwarin nîşan bide, bawerî dida kesên derdora xwe. Bi vî awayî xwe gihand Fîdan Gungor. Peyamekî ji Gungor re dişîne; ‘Ez dixwazim bi Fîdan Gungor re hevdîtinê bikim. Hinek mijar hene, dixwazim pê re parve bikim. Agahiyên pir girîng in.’ Baweriya Gungor bi kesên li derdora wî re dihat û li ser vê yekê ji bo hevdîtina bi Mûrat Fîlîz re malek destnîşan kir. Çawa dikeve malê, Fîdan Gungor dibin odeyekê û Sabahattîn Talayhan jî dibin odeyeke din. Ev agahiyên piştre, ji girtekên îfadeyên Fîlîz in. Dibêje; ‘Me bo her du yan jî derziyê tiryakê danî. Me Sabahattîn Talayhan li wir tavilê xeniqand. Me dest û lingên Fîdan Gungor girê dan. Çavên wî bi banda qoliyan girê da. Me xist nava qenepeyeke ji berê ve hatibû amadekirin. Weke ku mal were barkirin, me ji malê derxist. Me li qamyoneteke ji Êlihê hatibû bar kir. Qamyonet amade bû. Êdî nizanim bê ka rêxistinê piştre bi ku de bir.’ Revandina Gungor bi vî awayî bû.” 
 
Melayê Şahid, got ku êdî tu agahî ji Fîdan Gungor nehatin girtin û ev tişt anî ziman: “Piştî operasyonên nîsana 1994’an û revandina Fîdan Gungor, êrişên li dijî Menzîlê kêm bûn. Piştî operasyonên nîsanê, Îlîmê bi giştî 2-3 çalakî kirin. Piştî revandina Fîdan Gungor jî bawerim tenê êrişek çêbû. Di sala 96’an de li dijî hevalê me Mehmet Polat ê pasûrî hate kirin.” 
 
‘LI GORÎ NÎŞANEYAN DEWLETÊ PIŞTGIRÎ DIDA ÎLÎMÊ’ 
 
Têkildarî piştgiriya dewletê ya ji bo Hîzbûllahê jî Melayê Şahid wiha got: “Di dema şerê Îlîm û PKK’ê de, rêxistinên îslamî yên li rojava piştgirî dan wan. Me bi wan rêxistinan re peywendî danîn û jê re got ku tişta hûn dikin xelete û got; ‘hûn çima piştgiriyê didin wan, hûn çima di kuştina kurdan a hev de hûn rol dilîzin?’ Piştî hişyariya me, ji wan hinek rêxistinan piştgiriya xwe ya bo Îlîmê qut kirin. Piştî êrişî Menzîlê kirin jî gelemperiya komên li rojava piştgiriya xwe bi temamî qut kirin. Lê di dema pevçûnên navbera Îlîm û PKK’ê de dewletê operasyon nedikir, yên dihatin girtin tavilê dihatin berdan, çavê xwe lê digirt û li ser hinek peywendiyan piştgirî dida, pê re torek ava kiribûn û ev tişt di dema êrişên li dijî Menzîlê de jî hatin kirin. Li dijî baskê çekdarî yê Koma Îlîmê ku 5-6 sal bû êriş dikir tu operasyon nedihatin kirin û têk nedibirin. Lê li dijî baskê çekdarî yê Koma Menzîlê ku 4-5 meh bûn çalak bûbûn operasyon dihat kirin û têk dibirin. Gelo ma ev yek nîşaneya wê nîne ku aliyê wan digirin? Di destê me de belgeyên şênber nînin ku bibêjin çek danê, pere danê yan jî hêz danê. Me ev yek nedît ku dewlet ji xwe vê yekê bi vekirî nake. Ji ber ku çalakiyên kontrayî dikir. Dewletê hewl dida xwe di nava van çalakiyên kontrayî de nîşan nede. Ji ber ku dê bi serê wan ve bûbûya bela. Lê hemû nîşaneyên heyî nîşan dida ku dewletê alîkarî didayê û aliyê wê digirt.” 
 
Sibe: Gelo Hîzbûllah û rêxistinên din ketin bin kontrola dewletê? Di dema serhildana Kobanê de HUDA PAR çawa şandin qadê? Tevlibûna HUDA PAR’ê ya Tifaqa Cumhur tê çi wateyê? 
 

Sernavên din

03/04/2023
22:35 Endamê HPG'ê Harûn Elbak hat girtin
22:20 Abdullah Ocalan 74 salî ye: Azadiya wî azadiya me ye
21:34 Piştî 30 salan li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin
20:02 Aydenîz: Em ê we têk bibin!
18:25 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
16:51 Serokwezîrê Iraqê: Hewcehiya me bi hêzên biyanî nîne
16:48 Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir
16:40 Li Samandagê li dijî kavilan nobeda ‘jiyanê’ hat destpêkirin
16:25 Di roja 57'emîn a erdhejê de li 6 bajaran ‘herêma afetê’ hat ragihandin
16:09 Ji PYD’ê peyama 4’ê Nîsanê: Divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê mezinkirin
16:00 Leşkeran êrişî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
15:54 Li Efrînê 4 kes hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan
15:45 Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar
15:37 Nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:24 Tevî biryara bêçalakitiyê jî di du rojan de 21 car bombebaran hat kirin
15:19 Malbata Şenyaşar: Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e
15:15 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin: Serkeftin ya me ye
15:12 Têkildarî 7 girtîgehan rapor: Tecrîd girantir dibe
14:37 KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin
14:20 Li Girtîgeha Islahiyeyê dermanan nadin girtiyên nexweş
14:19 MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne
13:36 Mehmet Zengeralp piştî 30 salan hate berdan
13:19 Qeyûmê Şaredariya Amedê beriya hilbijartinê 97 donimên erd firotin
13:11 Parêzer Ektî: Gundiyên ku li ber GES’ê rabûne hatine îşkencekirin
11:54 Biryara ‘veşarî’ danîn ser lêpirsîna Harûn Elbak
11:53 Li Wanê şewat derket: Ziyan gihişte herî kêm 50 kargehan
11:48 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Werin em ji bo serkeftinê li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek
11:40 Ji ber ku kolanên teng nayên vekirin nikarin xwe bigihînin cenazeyan
10:03 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Ciwan hatin binçavkirin
09:41 Xwebûn bi manşeta “Çirûska Azadiyê” derçû
09:16 Li Ewropayê xebatên hilbijartinê: Dê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ biçin ser sindoqan
09:03 Omer Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê berê xwe bidin Amarayê
09:02 Serokê Weqfa Aştiyê: Li gorî me biryara bêçalakitiyê binirx e
09:02 Ajokarê TIR'ê welat bi welat çanda kurdî dide naskirin
09:01 Aktîvîstê Ekolojiyê Bîlgîç: Êrişa li ser Hewselê, êrişa li ser bîra civakê ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2023'YAN
02/04/2023
23:55 Li Şîroyê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
21:26 Ciwan di aktîvîteya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ de hatin bahev
20:29 Rojbûna Yilmaz Guney hate pîrozkirin: Dengê bilind ê doza gelê kurd bû
18:42 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê 2 buroyên hilbijartinê vekirin
17:39 Ji bo şînê serdana malbata Dakman kirin
16:42 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê sibe deklarasyona hilbijartinê ragihîne
16:20 Bexda û Hewlêrê li ser hinartina petrolê li hev kir
15:09 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:57 Li Stenbolê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê
14:47 Partiya Çep a Kesk li 2 bajaran starta hilbijartinê da
14:36 Tevî biryara bêçalakitiyê jî artêşa tirk bênavber êriş dike
14:32 Banga ‘Îmraliyê bigirin’ li namzetên serokkomariyê kirin
14:07 Malbata Şenyaşar: Pêdiviya me bi azadî û edaletê heye
14:04 Li DYA’ê bablîsok rabûn: 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:49 Jinên filistînî ji bo Partiya Çep a Kesk peyama piştevaniyê şandin
12:43 Uçar: Em ê hesabê bipirsin û vê îktîdarê bi hev re biguherînin
12:19 Buldan: Di 14’ê gulanê de bersiva herî xurt dê jin bidin
12:03 Beyannameya Partiya Çep a Kesk: Ji berxwedanê ber bi serhildanê, ji serhildanê ber bi avakirinê ve
11:54 Strana Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk: Dîsa jin, dîsa jiyan
11:24 Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Beyannameya Hilbijartinê ragihand
10:49 Ji Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk starta hilbijartinê: Dîsa jin, dîsa jiyan
10:36 ‘Em dengê xwe nadin partiyên dijminatiyê li jinan dikin’
10:13 Baroya Amedê: Bikaranîna çekê ya bi keyfî nayê qebûlkirin
10:02 'Em ê li dijî tecrîdê li Amarayê bin'
09:21 Îspenax, roqe û bexdenûz di dest cotkarên Hatayê de man!
09:05 Esnafên mexdûrê erdhejê hewl didin di konteyniran de xwe li jiyanê bigirin
09:04 Ji 5 birayên girtî berdana 2'yan jê hat taloqkirin
09:03 Banga ji bo 4'ê Nîsanê: Em ji bo azadiyê bimeşin
09:01 Li dijî tecrîdê banga ji bo Meşa Amarayê
09:00 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2023’YAN
01/04/2023
23:58 Li Amedê leşkeran welatiyek qetil kir
21:37 ANYAKAY-DER'ê 4'ê Nîsanê pîroz kir
19:53 Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir
17:00 Partiya Çep a Kesk li Hatayê xebatên hilbijartinê didomîne
16:42 Cihên namzetên serokkomariyê yên di pisûlayê de diyar bûn
16:41 Karabûlût: Îstîhbaratê karsazê kurd Zekî Ogûz revandiye
16:06 Bi girseyî serdana şîna Nazlier kirin
15:55 ÎHD: Tevî îtîrafa endamê JÎTEM’ê aqûbeta 4 kesan nehate lêkolînkirin
15:38 Hat xwest ku girtiyê nexweş Îlhan Dîkmen ê rewşa wî giran e bê berdan
15:19 Komeleya Ekolojiyê: Em tev li kampanyaya çandina şitilan bibin
15:07 Ji bo girtiyên nexweş Emîn Çam banga berdanê hat kirin
14:53 ‘Heta ku hemû kedkarên cemaweriyê bên vegerandin dê têkoşîna me bidome’
14:08 Malbatên Windakiriyan xwestin faîlên Bûlmûş bên darizandin
13:45 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nezîr Acar pirsîn
13:16 TEV-DEM: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em têkoşînê mezin bikin
12:04 Li Qoserê mirina biguman a leşkerekî
11:38 Li Îzmîrê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:37 Malbata Şenyaşar: Tava ku vê pêvajoya tarî ronî bike wê ji Rihayê hilê
11:26 ‘Li Pirsûsê 23 kes beriya hilbijartinê bi sedemên siyasî hatin girtin’
11:15 Bîlançoya şer a meha adarê: 53 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:17 Haleta kêrhatî ya AKP'ê: HUDA PAR
09:56 HDP’ê li Ewropayê seferberî îlan kir: Armanc ew e ku 3 milyon hilbijêr biçin ser sindoqan
09:06 Rêxistinên jinan ên Kurdistanê: Em ê tecrîdê bişkinin û Ocalan azad bikin
09:02 Amara li benda mêvanên xwe ye
09:02 Ji malbata Karaoglan û Dag banga ji bo Amarayê
09:01 Dr. Doran: Ger kavil daxilî nava avê bibin em ê nikaribin pêşî li nexweşînan bigirin
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2023'YAN
31/03/2023
21:50 Ciwan bûn mêvanê sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşarê
17:46 Di 18 saliya xwe de hat girtin, di 48 saliya xwe de ji girtîgehê derket
16:35 Li girtîgehan di 3 mehan de 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
16:20 Rawestandina hilberîna petrole bandor li ceyranê jî kir
16:04 Li Êlihê qezaya trafîkê çêbû: Kesek mir û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn
15:57 Li Xarpêtê 6 kes di malekê de mirî hatin dîtin
15:47 Li Rihayê girtina 23 kesan hat protestokirin