Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê: Em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin

  • rojane
  • 13:39 19 Sibat 2023
  • |
img
AMED - Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê destnîşan kir ku hin bi sedan mirov di bin xirbeyan de ne û bi hezaran mirov li derve bê mal in û banga xwedî derketinê kir û got: “Werin em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin.” 
 
Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê têkildarî erdheja ku li 10 bajaran rê li ber karesateke mezin vekir li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Peyasê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP’ê di daxuyaniyê de bertek nîşanî astengkirina alîkariyan dan û li ber pankarta "Dem dema piştgiriyê ye, roj roja hevgirtinê û dest bi dest mezinkirinê û pêçandina birînan e" daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê Hayrettîn Altûn, Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan û Hevberdevkê Koordînasyonê Abbas Şahîn di daxiyaniyê de cih girtin. 
 
Di destpêkê de Hevseroka HDP’a Amedê Gulitan Atasoy axivî û destnîşan kir ku ji roja ewil ya erdhejê ve desthilat ji bo mudaxilekirinê gelek dereng maye û ev derengmayîn jî ji ber polîtîkayên yêkperest û navendî derketin holê. Atasoy da zanîn ku tenê ne li Amedê wan li herêmên din ên erdhejê jî xebatên alîkarî û piştevaniyê kirine. 
 
‘HEMÛ XWEZAYÊ DIKIN QÛRBANÊ RANTÊ’ 
 
Hevberdevkê Koordînasyonê Abbas Şahîn daxuyanî xwend û diyar kir ku AKP piştî erdhej û bêtedbîrbûyîna erdheja Marmarayê ya 1999’an de pêk hatibû de bûye desthilatdar. Şahîn da zanîn ku desthilata AKP’ê ya 23 salî hê jî tu ders ji wê karesatê dernexistiye û hewl dide hemû xweza, çavkaniyên gel bike qûrbaniyên rantê û wiha got: “Rayedar, li Amedê saetên destpêkê nehatine li ser kavilan ku tenê 6 avahî ketibûn. Mudexileya ku aliyê teknîkî de kêm mayî, piştî 13 rojan bi dawî bû û encama hilweşandina avahiyan de tenê li Amedê 409 welatî jiyana xwe ji dest dan.”
 
Şahîn bal kişand ser lez û beza Koordînasyona ku ava kirine û wiha axivî: “Ji roja ewil ya erdhejê ve partiya me koordînasyona krîzê ava kir û bi awayekî organîze xwe gihand cihên erdhejê û seferberiya alîkarî û piştevaniyê da destpêkirin. Di heman demê de 180 qadên kombûnê hatin tespîtkirin û ji 120’an re hevalên me hatin peywirdarkirin. Her wiha gelê Amedê birînên xwe derman kirin û dest bi pêçandina birînên herêmên din ên erdhejê kirin. Bi vê yekê pergala beredayî têk çû û pergala xwerêxstinkirî çawa dibe xwe nîşanî her kesî da.”
 
BERTEKA LI DIJÎ QEYÛMAN
 
Şahîn bal kişand ser şaredariyên HDP’ê ku qeyûm tayînî wan hatine kirin û wiha domand: “Heke qeyûm tayînî ser şaredariyên me nehatibûna kirin dê gel birînên xwe zûtir derman bikira. Dewleta ku 3 rojên destpêkê qet nehat herêmên erdhejê niha jî alîkariyan asteng dike. Hewldana çend kesan a ku ji bo berjewendiyê hemû civakê bindest bike, encama polîtîkayên dagirkerî û şer e. Piştî vê erdhejê me careke din dît ku hemû gelan berdêla mezinbûna li ser aboriya şer û rantê didin.”
 
‘MALA MIN, MALA TE YE’ 
 
Şahîn daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Di qonaxa niha de; li aliyekê em hewl didin birînên xwe bipêçin, li aliyê din jî em li dijî pergala yekperest û rantê têkoşînê mezin dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî oportunîstên ku hewl didin ji felaket û mexdûriyetê sûd werbigirin bibêjin ‘MALA MIN, MALA TE YE’. Em bang li xwediyên xaniyan dikin ku ji heqê kirê bi hestiyar bin û bi dilxwazî bi gelê me re hevkariyê bikin.”
 
‘HEVGIRTIN DÊ DI ASTA HERÎ JOR DE BIDOME’
 
Piştî daxuyaniyê Hevserokê HDP’a Amedê Zeyad Ceylan axivî û diyar kir ku roja yekem a erdhejê tu rayedarên dewletê tunebûn, gel xwe bi xwe bû û wiha got: “Em ji gelê xwe re gelekî spasdar in. Rêxistinên sivîl ên li bajêr û hêzên demokrasiyê bi awayekî lezgîn gihîştin qadên rûxiyane. Heke ku di rewşa awarte de bi vî awayî tevbigerin, mirovên me dikarin bijîn. Hêzên demokrasiyê ji bo kesên ku li Amedê û bajarên din mexdûr bûne û li derve mane alîkariyê dikin. Şert û merc pir giran in û divê em hevgirtinê di asta herî jor de bidomînin.”
 
‘GEL BÊPARASTIN HIŞTIN’
 
Ceylan bal kişand ser avahiyên ku li Amedê hilweşiyane û xesarên giran dîtine û wiha got: “Hejmare zêde gelê me bê mal mane, divê em xwe bigihînin gelê xwe yê bê mal û bê cih maye. Bi darê zorê gelê me koçber dikin. Dibêjin 'Ji Amedê herin bajarên din’. Gelo wê xelk li wir çi bike? Em gazî rayedaran dikin ku bi demografî û erdnîgariyê neleyîzin. Çi dibe bila bibe, divê em li ser axa xwe jiyana xwe bidomînin. Gel bêparastin hiştin. Em ê her tim jiyanê biparêzin. Heke wisa nebûna, kêmasiyên wiha nedibûn. Şaredariyên ku di destê qeyûman de bûn, nikaribûn alîkariyê bidin. Hemû gel jî dizane ku dewletê erk û wezîfeya xwe bi cih neaniye. Amed vê hevgirtinê di encama têkoşîna 50 salan de derxist holê. Dermanê me gelê me ye, rêxistina gelê me ye. Hîn bi sedan mirovên me di bin xirbeyan de ne, bi hezaran mirovên me li derve bê mal in, em li hev xwedî derkevin. Werin em destê xwe bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin."
 
 

Sernavên din

01/03/2023
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin
14:28 Senedê sûriyeyî gihişt cihê ortopedîk ku pêdiviya wî pê hebû
14:18 Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin
14:14 Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da
14:00 Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin
13:43 Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
13:34 DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin
13:33 ‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’
13:06 Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
12:49 Dewleta tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
12:43 Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin
12:19 Bîlançoya şer a meha sibatê
12:17 Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava
12:11 ‘Cenazeyek hat jibîrkirin, min xist devê kemçeyê û heta sibehê li bendê sekinîm’
12:00 Li Hatayê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
11:59 Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê
11:58 ‘Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz’ hate avakirin
11:33 Nesîmî Aday: Dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin
11:13 Zincîr…
11:10 Tora Parastina Jinan: Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin
10:54 Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe
10:26 Mexdûrên erdhejê yên îzmîrî: Gazinên me çareser nekirin, dixapînin
10:13 Serokê EMO’yê Çetînkaya: Bila heqê fatûreyên 3-4 mehan ji gel neyên standin
09:52 ‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’
09:08 ‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e'
09:07 Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye
09:06 Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim
09:04 Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man
09:02 Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN
02:32 Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû
28/02/2023
22:06 Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin'
19:40 Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin
19:06 10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
17:07 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin
17:00 HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike
16:47 Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin
16:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn
16:24 Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne!
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû
12:00 Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma
11:51 Malbata Şenyaşar: Tevî heqîqetê jî dozger erka xwe bi cih nayînin