4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin

img

ESKÎŞEHÎR - Ciwanên ku 4 rojan di bin çavan de man diyar kirin ku hikûmet ji hêza pêşeng a ciwanan ditirse.  

Di 19’ê Adarê de li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de lêpirsîn hate destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de bi sedan kes hatin binçavkirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî di nav de 48 kes hatin girtin. Çalakiyên li dijî girtinan hatine desptêkirin hêj berdewam in. Wezareta Karên Hundir duh bi daxuyaniyekê ragihand ku heta niha li seranserî welat hezar û 879 kes hatine binçavkirin. 
 
Di 22’yê Adarê de jî li Eskîşehîrê bi ser malan de hate girtin û 14 ciwan bi hinceta beşdarî çalakiyan bûne hatin binçavkirin. Ciwanên ku 4 rojan di bin çavan de man, sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê, bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da. Ciwanan, tiştên li emniyetê jiyane vegotin. 
 
‘ÎŞKENCE LI KOLANAN DEST PÊ KIR’
 
Tevfîk Dervîş Sakalli diyar kir ku îşkenceya li kolanan ji ewil bi gaza îsotê û guleyên plastîk ên ji nêz ve dihatin avêtin dest pê kiriye û got: “Li emniyetê bi zor û zehmetî karî mafên xwe yên hevdîtina bi parêzeran re, xwarin û vexwarinê bi kar bînin. Her tim gef dixwarin û di nava hewldana ‘terbiyekirinê’ de bûn. Cihê em lê diman gelek qirêjî bû. Daşirên ku qet nehatine paqijkirin hebûn. Dema em birîn nexweşxaneyê jî destên me ji pişt ve hatin kelemçekirin û piştî muayeneya bijîşkan jî em hatin derbkirin.” Sakalli, bal kişand ser êrişên li ser çalakiyên ciwan pêşengtiya wan dikin û ev tişt anî ziman: “Ditirsin, ji ber ku ciwan hêza herî çalak a civakê ye. Hêzên ewlekariyê yên payebilind jî di ferqa vê rastiyê de ne.” 
 
‘HEWL DAN DAXWAZA PED’Ê ASTENG BIKIN’ 
 
Ceren Leventoglû jî bi lêv kir ku demekî dirêj destûr nehat dayin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û wiha got: “Hevalên me yên regl bûn, daxwaza pedên bihîjyen kirin lê hewl dan asteng bikin. Li nezaretxaneyên ji bo kesekî em sê kes lê hatin bicihkirin. Gelek ji me neçar man li erdê razên. Hinek hevalên me nexweş bûn, hinek rewşa wan aloz bûn û hinek jî bi ambulansan birin nexweşxaneyê. Polîsan hewl dan ambulansan jî asteng bikin. Me li ber xwe da û mafên xwe bi dest xistin. Polîsan, weke rêbazeke îşkenceyê nehiştin ambulans di dema xwe de bên. Ji ber şert û mercên nebihîjyen, gelek hevalên jin enfeksiyon lê peyda bû.” 
 
‘ÇARESERÎ NE LI SRE SINDOQÊ LI KOLANA YE’ 
 
Îbrahîm Demîryurek jî anî ziman ku bi serdegirtinên malan hewl didin wan krîmînalîze bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji hêla psîkolojîk ve dixwazin me bêzar bikin. Di tevahiya 4 rojên binçavkirinê de betaniyeyên qirêjî ku dilê mirovî jê dixeliya dane me. Hucreyan hewa nedigir û em neçar man li ser betonê razên. Nehiştin parêzer şekir û ava ku ji bo hevalên di greva birçîbûnê de anîbûn, bidin wan. Her cara em diçin kontrola tenduristiyê, hêzên ewlekariyê hevalekî me kelemçe dikir û pêhn lê dixistin. Hewl didin bi qedexeyan bêdeng bikin û terbiye bikin. Her tim tundiya psîkolojîk dikirin. Daxwaza gelê me heye ku ji bo berxwedaneke çalaktir û baştir piştgiriyê bide ciwanan. Ciwan, hêza herî çalak a civakê ye û nîşan da ku çareserî ne li ser sindoqê lê li kolanan û bi serdeçûna ser berîqet û qedexeyan e. Di vê pêvajoyê de me hewl da bi avakirina komîte-konsey û meclisan hem li fakûlteyan hem jî li kampusan serhildana gel bilind bikin. Lewma em fêm dikin bê ka çima îktîdara siyasî ewqas tundiyê bi kar tîne û gefan li civakê dixwe.” 
 
MA / Enes Beyaz
 

Sernavên din

30/03/2025
16:12 Mahîr Çayan û rêhevalên xwe hatin bibîranîn
15:59 Malbatên YBŞ’iyan ji 14 welatan re name şandin
15:47 Mehmet Latîfecî hat bibîranîn: Di têkoşîna gelen de dijî
13:02 Gorên Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê hatin ziyaretkirin
12:59 Tevî agirbestê jî êriş berdewam in
12:49 Goristana Gaziyê hate ziyaretkirin: Em ê têkoşînê mezintir bikin
11:44 Hevberdevkê HDK’ê: Mesele ne CHP pirsgirêka demokrasiyê ye
11:30 Tulay Hatîmogûllari, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî
11:02 CHP’ê kampanyaya îmzeyan li Trabzonê da destpêkirin
11:00 Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta ‘Sosyalîzm û Jin’ derket
10:58 Sabrî Ok: Dewletê gavên pêwîst neavêt
10:32 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:14 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Heta şalter neyê xwarê rewş naguhere
09:50 Ciwan: Em bi ruhê Newrozê li Amarayê bin
09:49 Xwendekarên Zanîngeha Anadoluyê: Dê boykot bidome
09:24 Yilmaz ê DBP’î: Divê rejîma taybet a li Îmraliyê biguhere
09:10 Mehmet Ocalan ji bo 4’ê Nîsanê bang kir
09:00 Bavê 2 HPG’iyên cenazeyê wan nehatine dayin: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 30’Ê ADARA 2025’AN
29/03/2025
17:52 Polîsên ku îşkence kirin, li parêzer ku îşkenceyê bi belge kir jî xistin!
17:35 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin: Em ê têkoşîna wan bidomînin
16:54 Li Helebê li dijî qirkirina elewiyan meşiyan
16:48 Amedspor, bi 3 puanan ji deplasmanê vegeriya
16:21 Bi sed hezaran kes herikîn Maltepeyê
16:17 Xwestin girtiyên nexweş Ok û Oztel bên berdan
15:26 Ji TJA'yê banga ji bo 4'ê Nîsanê
15:22 Piştî 32 salan hat berdan
14:40 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Alî Karagoz pirsîn
14:21 Hem aqûbeta wan hem jî kiryarên wan ne diyar e
13:28 Ji Hevserokên Giştî peyama cejnê
12:23 Li Îzmîrê li fabrîkeyekê teqîn: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:17 Ji ber govend gerandin der barê wan de lêpirsîna 'propagandayê' hat destpêkirin
11:51 DYA'yê USIAD'ê fesix kir
11:33 Wezîrê berê yê Îtalyayê: Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Ocalan azad be
10:32 Li Myanmarê hejmara miriyan hezarî derbas kir
10:27 Bi biryara lijneyê berdana wî cara 3'yan hat taloqkirin
10:10 'Polîs me wekî çalakgeran nîşan dan û wêneyên me kişandin: Ev komplo ye'
09:31 Dozger hat sirgûnkirin: 19 sal in lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:07 Kampanyaya Rêveberiya Xweser gihîşt bi hezaran kesî
09:04 'Qezenca me têra pêdiviyên me yên rojane nakin'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2025'AN
28/03/2025
16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re