AMED - Welatiyên Sûrê yên ji bêderfetiyê hindik şekirên cejnê kirine, xwestin cejn bibe wesîleya aramî û aştiyê.
Ji bo Cejna Remezanê çendek roj mane û xelk bi lez û bez amadekariyên cejnê dike. Şekirên cejnê û şirînahî, di cejnan de li Amedê du tiştên sereke ne. Lê bihayê wan giran e û gel nikare bikire. Par kîloya şekirên cejnê yên herî erzan 120 TL bû û îsal jî heman şekir bi 170 TL’an tê firotin. Kîloya şirînahiyê ku par ji 150 TL’an dest pê dikir, îsal bûye 400 TL.
Li Amedê yek ji cihên dan û standin herî zêde lê tê kirin jî navçeya Sûrê ya Amedê ye. Lê hem esnafên navçeyê hem jî welatî bi gazinc in. Hem esnaf hem jî welatî dibêjin ku sedema bihabûnê îktîdar e. Welatiyên ku ji bêderfetiya xwe nikarin şekirên cejnê bikirin, gotin ku ji bo bihabûna heyî bi dawî bibe divê îktîdar biguhere.
Welatiyan hêvî kirin ku cejna bibe wesîleya aramî û aştiyê.
MA / Mujdat Can