Li Mereşê 4 xizmên wî di bin kavilan de ne: Welatê min li her derê ye lê li vir xuya nake

img
MEREŞ - Mexdûrê erdhejê Yusuf Çelîk ê kus ê cenaze ji binê kavilan derxist bertek nîşanî îktidarê da û got: “Welatê min li her devera cîhanê ye lê belê ne li vir e.” 
 
Li navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê ye, xebata lêgerîn û rizgarkirinê welatiyan a ji binê kavilan berdewam dike. Welatî êvarê heta serê sibehê li gel hewa sar jî li derve ne. Di bin avahiyên kavil de hê jî bi sedan kes hene. Tîmên rizgarkirinê sewqî bajêr hatine kirin lê tenê li çend avahiyan xebat didomin. Li hin avahiyên bûne kavil jî tu xebat nehatiye destpêkirin. 
 
TAX VEGUHERÎNE KAVILAN 
 
Me îro li taxên Îstasyon û Menderes dîmenên nû girtin. Li taxan avahiyên mustakîl hene û hema bêje avahiyek ku xesar nedîtibe nîne. Avahiyên sazî û dezgehên dewletê jî hemûyan ji erdhejê xesar dîtiye. 
 
DAYIK Û DU ZAROKÊN XWE MIRIN E
 
Avahiya Şefîtiya Îstasyona Bazarcixê ya Rêyên Hesin ên Dewletê (DDY) û lojmanên li kêleka vê avahiyê bi temamî hilweşiyan e. Me xwe gihand kavilê avahiyê û malbata Akbaş ku li vir li cenazeyên xwe digeriyan pêşwazî li me kirin. 
 
Malbatê bertek nîşan da ku çima qêrîn û hawara nayê bihîstin. Sevîm Akbaş diyar kir ku roja ewil a erdhejê bi derfetên xwe zavayê xwe û xebatkarekî derxistine lê belê xwişka xwe Selma Akbaş û xwarziyên xwe Rabîa Ecrîn Kevser Akbaş jiyana xwe ji dest dane. Akbaş diyar kir ku tu kesî destek nedaye wan û birîndaran di nava betaniyeyan de rakirine nexweşxaneyê. 
 
Akbaş di vê navberê de notên derse yê xwarziya xwe Rabîa derxist nîşanî me da û lorand û giriya. 
 
MEXDÛR: DEWLET TUNE YE 
 
Ji mexdûrên erdhejê Yûsûf Çelîk jî anî ziman ku ji gundê Haydarli hatiye navenda bajêr û wiha got: “Lig undan rewş xerab e. Gelek kes di bin kavilan de ye. Kes xwe nagihîne gundan. Em li vir 8 kes dijîn. Alîkariya ku tê jî nagihîje me. Li gundan gelek mirî hene. Li gundê Şahîntepe 18-20 kes mirin e. Telefon nakişînin û em agahî ji wir nagirtin. Me dewletê li vir nedît. 
 
BERTEK NÎŞANÎ WÎ KESÎ DA 
 
Di vê kêliyê de kesek axaftina Yusuf Çelîk qut kir û got li gelek bajaran erdhej çêbûye û dewletê bi balafiran mudaxileyî rewşê kiriye. Çelîk nerazîbûn nîşanî wî kesî dan û wiha got: “Alîkarî ji Ewropayê hatiye. Lê alîkariyê bernadin. Gelo ev dewlet li ku ye? Min 8 cenaze birin Dîlokê.” 
 
Vî kesî got dewletê fon li Bazarcixê belav kiriye, ev gotin Çelîk aciz kir û got: “Ka fon li ku ne? Min bibe cihê ku fon lê tên belavkirin.” Çelîk anî ziman ku hê jî tu kes li hawara wan neçûye û got: “Organîze zeîf e. Duh welatiyekî van betaniyeyan ji bo me anî. Em ketine rewşa penaberan. Em di kon de dimînin. Dema alîkarî tê belavkirin, cihêkarî tê kirin.” 
 
LORAND 
 
Em ji taxa Îstasyonê derbasî taxa Menderesê dibin. Rewşa vê taxê jî ji rewşa taxên din necudatir e. Ayşe Yolcu li ber mala xwe bi tevî law û neviyên xwe ve sekinîbû û got: “Keça min Leyla Kenger û hevjînê xwe û zarokên xwe 3 roj in li Mereşê di bin kavilan de ne. Ax zarokên min.” 
 
WELATÎ NERAZÎBÛN NÎŞAN DA 
 
Welatiyê bi navê Îsmaîl Yolcû jî da zanîn ku ew Lîbyayê dixebitî û piştî erdhejê 5 hezar kilometre rê hatiye û wiha got: “Komara Tirkiyeyê ku leşkerên xwe dişîne gelek dewletan, lê leşkeran neşand ku bên însanan ji bin kavilan derxin. Xwişka min, zavayê min û du zarokên xwe di bin kavilan de mane. Li Sîteya Ebrara a Bloka C ku li taxa Şih e diman. Tu xebat li vir nayê kirin. AFAD heye lê naxebite. 20 sal in nîvê vî welatî te li pişta xwe meşand lê tu tiştekî ji bo welatiyan nakî. Ez 5 hezar kilometre ji welatek dûr hatim lê hê jî tîmên rizgarkirinê nehatine. Welatê min ê ku leşkeran ji bo gelek welatan dişîne, lê ji bo alîkariya Bazarcixê tiştek nake. Em nikarin bikevin herêma erdhejê. Welatê min li her devera cîhanê ye lê belê ya xerab û kirêt ew e ku ne li herêma erdhejê.”
 
Welatiyên van taxan ku mexdûr bûne li dijî rayedar û îktidarê bi gilî û gazin in û destnîşan dikin ku heta niha tu alîkarî negihîştiye wan. 
 
MA / Abdurrahman Gok - Azad Altay
 

Sernavên din

09/02/2023
16:12 Li Elbistanê 3 welatî piştî 80 saetan ji bin kavilan hatin derxistin
16:11 Zaroka 14 salî piştî 83 saetan ji bin kavilan hat derxistin
16:02 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê hat bidawîkirin
15:55 Bijîşk ji bo biçin herêmên erdhejê serlêdanan dikin lê bersiv nayên dayîn
15:42 Îlana OHAL’ê li Meclisê tê nîqaşkirin
15:31 Ne mirov, ketine etra xelaskirina pereyên bankeyê
15:20 Di bin çavan de ev pirs ji nûçegihanê me kirin: Guzel got ‘AFAD tune ye’ yan na?
15:12 Cenazeyên 4 ferdên malbata Ondeş ji Meletiyê birin Stenbolê
15:01 30 hezar kesan serî li Navenda Koordînasyona Krîzan a HDP’ê dan
14:53 Li Colemêrgê qeza çêbû: 6 kes birîndar bûn
14:35 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê: 3 hezar û 162 kesî jiyana xwe ji dest da
14:32 Demîrtaş ji Erdogan re got: Pirsgirêk tu yî
14:30 Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
14:30 Polîsan TIR'a alîkariyê ya diçû Meletiyê desteser kir
14:21 TIR’ên ji Botanê hatine şandin gihiştin Dîlokê
14:13 Li Hatayê roja 4’emîn a erdhejê: Xelk û cenaze bi tenê hatine hiştin
14:01 'Bila girtiyên di girtîgehên li herêma erdhejê de hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin'
14:00 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 14 hezar û 14 kesan
13:51 Dr. Turan: Êdî her kêlî pir krîtîk e
13:31 Ji bo rizgarkirina pitikê destê xwe da birîn, jiyana xwe ji dest da!
13:23 Yuksekdag: Em ê hemû bi hev re van kavilan rakin
13:23 Ji Colemêrgê 18 TIR bi rê ketin
13:18 Li Amedê li Goristana Yenîkoyê 152 cenaze hatine veşartin
13:07 Medya havûzê carek din pesnê Erdogan da
12:48 Li Rihayê di 19 kavilan de xebat hatin bidawîkirin
12:31 Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê ji bo piştevaniyê bû seferber
12:21 Li herêma erdhejê rewşa hewayê
12:21 Sertel ê CHP’î ku çûbû Bazarcixê: Kon tune ne, gel tî û birçî ye
12:03 Ulkuciyan mexdûra erdhejê şêland!
12:03 DÎB: Qesr bi rêya OHAL’ê dixwaze pêşî li ber bertekan bigire
11:44 4 roj in di bin kavilên Apartmana Sozelê de ne: Xebat kêm in
11:43 Nacî Gorur: Erdheja Stenbolê nêz e û li gorî me dê herî zêde bi pileya 7.5 be aci-gor
11:42 Ji bo Bazarcix, Islahiye û Nûrdaxiyê banga piştgiriya lezgîn
11:07 Xebatkarê AFAD’ê: Em cenazeyan bi kamyonan dikişînin
11:03 Li Semsûrê dilxwazên AFAD'ê yên neperwerdekirî li qadê ne
10:57 Li piyên dayika xwe ya di bin kavilan de xuya dike dinihêre!
10:34 Korîdora jiyanê hat vekirin: 3 kesên sax tên rizgarkirin
10:09 4 roj in xwe bi xwe birînên xwe dipêçin û cenazeyan derdixin!
09:58 WHO’yê ji bo erdhejê alîkarî da Tirkiye û Sûriyeyê
09:56 TIR'ên alîkariyê yên Êlih'ê bi rê ketin
09:46 Karayê li Meletiyê ji erdhejê rizgar bû: Du rojan tî û birçî man
09:46 Têkildarî serî rakirina li Girtîgeha Hatayê daxuyanî hate dayîn
09:35 Rêveberiya PADÊ: Tenê Rêveberiya Xweser dikare Şengalê biparêze
09:27 Ji dayikên Botanê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya 'ji her malê teştek nan'
09:04 Hejmara miriyan derket 12 hezar û 873’an
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATÊ 2023'YAN
08:54 Roja çaremîn a erdhejê: Di seqemê de bi hezaran kes li benda rizgarkirinê ne BLOGA ZINDÎ
01:18 EMEP li Meletiyê ye: Divê gel piştevaniyê bike
01:06 Ciwanê ku bo mexdûrên erdhejê alîkarî dibir di qezayê de mir
00:55 Bi rojan piştre ji bin kavilan hatin rizgarkirin
00:33 Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê: Bi lezgînî alîkariyê bidin Sûriyeyê
00:18 Hikûmeta Herêma Kurdistanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
08/02/2023
23:56 Li Rihayê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişt 127 kesan
23:38 Piştî 3 rojan kavil derketin holê: Alîkarî bêyî walîtiyê qedexe ne!
23:16 Nûçegihanê me Mehmet Guleş hat binçavkirin
22:48 Li Girtîgeha Hatayê girtiyan serî rakir: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:37 Parêzer Hesen xeleta xwe diyarî Abdullah Ocalan kir
22:05 Xizmên mexdûrên erdhejê dê karibin li ser e-Nabız’ê agahiyan wergirin
22:03 Pirsa ‘Hûn çima hatine vê derê?’ ji rojnamegeran kirin
21:54 Li Nûrdaxiyê ku trafîk xetimî ambulans nikarin tevbigerin
21:54 Bertekên li dijî tengkirina banda medyaya civakî: Sansûr e
21:10 Ji bin kavilê Hotêla Avşarê 6 kes hatin derxistin: Me deng da AKP’ê lê niha li ku ne?
21:07 Ji Amedê ji bo Semsûr û Bazarcixê alîkarî
20:59 NetBlock: Twîtter li Tirkiyeyê hate bisînorkirin
20:58 Şaredariya Silopiyayê aşxaneyek ji Bazarcixê re şand
20:46 Di çalakiya li ber NY’yê de, banga ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re
20:45 2 jinên ku sê roj in di bin kavilan de hatin rizgarkirin
20:30 Hejmara qurbaniyên erdhejê bû 9 hezar û 57 kes
19:40 HDP’a Amedê bi hemû kadroyên xwe ve li cem mexdûrên erdhejê ye
19:10 Du kesên din ji Apartmana Akarê bi saxî hatin derxistin
17:45 Wezîrê Veguhestinê piştî bertekên gel ji herêmê reviya
17:43 3 qurbaniyên erdhejê li Geverê hatin veşartin
17:42 Ji belavkirina alîkariyê re şertê ‘kontrola polîsan’
17:41 Li Semsûrê piştî israra welatiyan 5 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin
17:38 ÎKK a TMMOB’a Amedê bangî hempîşeyên xwe kir
17:34 Derz li dîwarên Girtîgeha Kurkçulerê ketin
17:20 Bertek nîşanî astengkirina rojnamevanên li herêma erdhejê dan
17:19 Xizmê mexdûrên erdhejê: Tîm bi têrî nakin, çapemeniya îktîdarê derewan dike
17:19 Rojnamevanên ku dîmenên xerbeyan kişandin hatin binçavkirin
17:09 Li Mereşê 4 xizmên wî di bin kavilan de ne: Welatê min li her derê ye lê li vir xuya nake
17:07 Sancar: Pergala rant û nelirêtiyê bi ser mirovên me de hilweşiyaye
16:56 Cenazeyên ku nasnameya wan di 24 saetan de nehatin tespîtkirin dê bên definkirin
16:48 Di erdhejê de 10 bijîşkan jiyana xwe ji dest dan
16:48 Amedspor ji 3 hezar mexdûrên erdhejê re 24 saetan xizmetê dide
16:39 Cenazeyên 10 kesên ji heman malbatê li Wanê hatin definkirin
16:32 Xelkê herêma Serhedê ji bo piştevaniya bi herêmên erdhejê re seferber bû
16:22 Bozdag li ber Navenda Kar a Galerîayê bû: Hêdîbûn rêbazeke teknîkî ye!
15:32 ‘Bila Ocalan û her sê girtî ji ber erdhejê bi malbatên xwe re hevdîtin bikin’
15:30 Erdogan ku çû cihê erdhejê: Em ê 10 hezar TL belav bikin
15:09 Tifaqa Ked û Azadiyê: Divê ne OHAL lê seferberiya civakî bihata ragihandin
15:01 Li Semsûrê cenaze û birîndar li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin
15:00 Erdogan: Di erdhejê de 8 hezar û 574 kes jiyana xwe ji dest dane
14:56 800 xebatkarên tenduristiyê ji bo biçin herêmên erdhejê serî li ÎTO’yê dan
14:55 Cenaze tên veşartin, lê haya dewletê jê tune ye
14:34 Sancar çû serdana birîndaran: Rewşeke gelek xeternak heye
14:16 Girtîgeha Mereşê hate valakirin
14:05 Biryara Rewşa Awarte berpêşî meclîsê hat kirin
14:05 Ji Şirnexê ji bo Semsûrê alîkarî
14:04 Rewşa dawî ya Mereş, Semsûr, Meletî û Dîlokê
13:57 Bacên erdhejê bi çeteya 5 kesan dan xwarin