Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hişyarî da ku Komkujiya Parîsê ya yekemîn karê “Gladioya Nû” ye û meylên bi vî rengî dikarin rû bide û got: “Gladioya nû nayê fêmkirin.” 
 
Di ser qetilkirina yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez re 10 sal derbas bûn. Derket holê ku kujer Omer Guney di salekê de 13 caran derbasî Tirkiyeyê bûye û derketiye û têkiliya wî ya bi MÎT'ê re derket holê. Lê belê ji ber biryara nepenîtiyê, ji bilî Guney ê bi MÎT’ê ve girêdayî, kes neketibû nava dosyayê. Lêpirsîna li ser komkujiyê, ku di gulana 2015’an de temam bû, ji ber mirina bi guman a kujer Guney a di 17'ê Kanûna 2016'an de, doz hate betalkirin. Doz bi lêpirsîna li ser rola MÎT'ê, ku biryara nepenîtiyê lê dewam dike. 
 
Dewleta Fransayê tevî bi dehan delîlan jî têkildarî komkujiya ewil rastî aşkere nekir, li paytext Parîsê komkujiya duyemîn pêk hat. Di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê de, ku amadekariyên 10’emîn salvegera komkujiya yekemîn lê dihat kirin, endama Komîteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara (Evîn Goyî) û ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û welatparêzê kurd Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin. Tetîkkêş William M. hate girtin lê bi gotinên “psîkolojiya wî xerabe ye” , “kujerê nijadperest e” ên ji roja ewil ve tên gotin, niyeta ku dê vê komkujiyê jî di tarîtiyê de bihêlin diyar bû. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Sakîne Cansiz a di 9’ê Çileya 2013’an de hate qetilkirin wiha gotibû “Sûîkasta Sakîneyê ji bo me ji sûîkasta li dijî Welîahtê Avûsturyayê ya di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de pêk hat girantir e.” Bi pêşbîniya Ocalan a “Dibe ku ji hina û pê ve meylen bi vî rengî hebin” li nava Parîsê piştî 10 salan dîsa sûîkastek pêk hat. Di dema ku nîqaş li ser tê kirin bê ka yên li pişt tetîkêşê komkujiya Parîsê ya duyemîn dikarin werin eşkerekirin an na, nirxandinên Ocalan ên li ser qetilkirina Sakîne Cansiz hê jî rojane ne.  
 
‘HA EM KUŞTI NE HA SAKÎNE’
 
Rêberê PKK’ê diyar kir ku 'Gladyoya Nû' nayê fêhmkirin û di hevdîtina 23’yê sibata 2013’an de got: “Bûyera Sakîne teredûteke mezin li min kir. Sakîne li Ewropayê temsîla aştiyê dikir. Hê jî komkujî nehatiye ronîkirin. Ha em kuşti ne ha Sakîne. Bûyereka pir tarî ye. Darbe hê jî dewam dike.”
 
‘EW CAREKÊ LI WE BIDIN HÛN DEH CARAN LÊ BIDIN’
 
Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de hişyarî da ku êrişên bi heman rengî dikarin berdewam bikin û got: “Careke din neçin cihekî ku we xweparastina xwe lê amade nekirine. Dema carekê li we dan, heke hûn nikarin deh caran li wan bidin neçin. Baweriya xwe bi dewletê neînin. Hûn dizanin du caran li Ahmet Turk xistin; carekê li Samsûnê carekê li Îzmîrê. Tişta li Sakîneyê hatiye kirin dibe ku li me hemûyan were kirin.”
 
TUNDIYA LI SER TIRKBÛN Û KURDBÛNÊ
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 24’ê Hezîrana 2013’an de diyar kir ku di navbera kurd û tirkan de du sed sal in heta bigihe qirkirinê têkiliyeke civakî ya li ser bingeha tundiyê hatiye avakirin û got: “Piştî sala 1990'î jî JÎTEM û yên mîna wê, li ser navê Tirkbûyînê tahrîbateke mezin kirin. Wisa dixuye ku ev du sed sal in li ser navê tirkbûn û kurdbûnê bi wekîltiyê tundî tê avakirin. Di vê mijarê da roleke mezin ya Îngîlîzan heye. Baransû, Emre wan wiha nivîsand, “Heke 22 kadroyên PKK'ê bên kuştin.” Wan bi Sakîneyê dest pê kir. Hilweşandina salên 90’î fûryayeke mîna van bû. Xwestin Kurdistaneke bê kurd biafirînin. Ev nahêlin tirk jî aştiyê pêk bînin. Dixwazin aştiyeke sexte pêk bînin ku me ber bi pevçûnê ve bibe.”
 
PEYAM EV E: PKK DIKARE WIHA WERE ÇARESERKIRIN!
 
Rêberê PKK’ê di hevdîtina 11’ê çileya 2014’an de diyar kir ku qûrbanên dawî yên “Gladioya nû” Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez in û wiha got: “Peyam ji me re ye, peyam ev e: PKK bi vî rengî dikare çareser bibe! Darbeya 9’ê çileyê darbeyeke ji bo qedandina pêvajoyê ye. Komkujiyên li Madimak, Başbaglar û komkujiyên bi heman rengî, encama perspektîfa ji aliyê CIA ve hatiye dayîn e, polîtîkaya tepisandinê ye.”
 
‘JI BO MIN SEDEMÊ ŞER BÛ’
 
Abdûllah Ocalan, anî ziman ku Komkujiya Parîsê ne sûîkasteke ji rêzê ye û di hevdîtina di salvegera komkujiyê ya duyemîn de di 9’ê çileya 2015’an de wiha got: “Pir plankirî bû. Ji bo min sedema şer bû. Sûîkasta Sakîneyê ji bo me ji sûîkasta li dijî Welîahtê Avûsturyayê ya di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de pêk hat girantir e. Di van şert û mercan de ji bilî min tu kesî nikaribû ji wî şerî xelas bibûya. Ji ber ku min ev hemû dîtin, tevî ku giran jî bû, min karê ku li vir dimeşînim dewam kir. Di nava tirs û gumanên giran ên hevalên min de, dema MÎT di bin gumaneke giran de bû, min ev hevdîtin kirin. Dibe ku piştî vê meylên bi vî rengî hebin. Ya girîng ew e ku rêbaza xebatê rast bê tesbîtkirin û bi awayekî cidî nêzîkbibin.”
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

16/01/2023
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da