Li qada daristanê ya Mêrdînê şewat derket
- ekolojî
- 16:36 13/8/2023
Li qada daristanê ya gundê Tîzyan ê Artukluyê şewat derket. Ji bo vemirandina şewatê mudaxile tê kirin lê şewat deqe bi deqe mezintir dibe.
Li qada daristanê ya gundê Tîzyan ê Artukluyê şewat derket. Ji bo vemirandina şewatê mudaxile tê kirin lê şewat deqe bi deqe mezintir dibe.
Şewata li gundê gundê Bamitnî yê Liceyê dest pê kiribû îro di danê sibehê de hatibû vemirandin lê hat zanîn ku şewatê dîsa dest pê kiriye.
Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kizildere, anî ziman ku di serdemeke germa hewayê û krîza avhewayê bandoreke neyînî li Kurdistan û Tirkiyeyê dike de xweza tê talankirin.
Ji Zarokên Xwezayê Beyda Ceylan got ku şewatên li Çiyayê Cûdî tên rewakirin û wiha got: “Qirkirina li Akbelenê jî bi hevkariya sermayeyê tê kirin. Tekane çareseriya li dijî rûxandina ekolojîk, sosyalîzma ekolojîk e.”
Pêla germahiyê ya li Kurdistanê dê bi qasî 6 heta 10 pileyan derkeve ser germahiya asayî ya demsalan. Tê payîn ku germahiya li Amedê derkeve ser pileya 44'an.
Şîrketên ku li Akbelen û Çiyayên Kazê bi dehhezaran dar birîn, heta niha li dehan deverên Tirkiye û Kurdistanê bûn sedema talana ekolojiyê.
Rêxistinên girseyî yên demokratîk li dijî tunekirina daristan û zeytûngehên Akbelen û Dîkmeceyê hatin ba hev û wiha gotin: “Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin. Banga me ew e ku hemû projeyên ziyanê didin xwezayê bên betalkirin.”
Ji Polen Ekolojiyê Meltem Îlayda Eroglû diyar kir ku bi xebatên lêgerîna maden re xetere li ser Çemê Munzurê û Hewzeya Firatê çêbûye. Eroglû, got ku divê têkoşîna ekolojîk a li dijî vê rewşê bê birêxistinkirin.
Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin. Komîsyonê da zanîn ku armanca wan ew e ku li dijî rûxandina ekolojiyê, bi perspektîfeke hevpar têbikoşin.
Endamê Lijneya Rêveberiya MALÇEP’ê Hasan Kaya diyar kir ku qirkirina ekolojîk encama polîtîkayên şer e û wiha got: “Divê em weke gelên ji qirkirina xwezayê zirar dibînin bên bahev. Ev şerekî li dijî civakê ye.”
Şewata li daristanên Merîwanê derketî berdewam e û 5 kesên dixwestin agirî vemirînin hatin binçavkirin.
Jinên ku ji bo qadên jiyanê yên ji Îkîzdere heta Îkîzkoyê li dijî talanê li ber xwe didin, diyar kirin ku ew ê dest jê bernedin û têkoşîna ekolojiyê bidomînin.
Şandeya ekolojîstan ku xwest birîna daran û şewata daristanan a li Cûdî lêkolîn bike hat astengkirin. Şandeyê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî astenkirinê da.
Ekolojîstan, destnîşan kirin ku heke li dijî birîna daran û şewatên daristanan ên li gelek bajaran didomin, hemû beşên civakê bêjin ‘bisekine’ dê encam bê girtin.
Talankirina daran a cerdevanan a li gundê Sorbitnê yê li quntara Çiyayê Cûdî didome. Îlyas Yagan ê 70 salî, anî ziman ku qedexeyên ji salên 90’î hatine destpêkirin û li gundê wan bi awayekî fiîlî tê meşandin.