NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Navxweyî, Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antaylyayê ji wezîfeyê dûr xist.
Midûriyeta Giştî ya Polîsan, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ragihand ku Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê Îlker Arslan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Arslan ji ber lêpirsîna ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî der barê wî de hatiye destpêkirin, ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.