Ji ber teqandina dînamîtan zirar gihişt Pira Geliyê Goderneyê
- ekolojî
- 13:43 17/1/2024
Di dema xebatên viyadûkê yên li navçeya Pasûsê re de dînamît hatin teqandin. Ji ber teqandina dînamîtan, zirar gihişt Pira Geliyê Goderneyê ya dîrokî.
Di dema xebatên viyadûkê yên li navçeya Pasûsê re de dînamît hatin teqandin. Ji ber teqandina dînamîtan, zirar gihişt Pira Geliyê Goderneyê ya dîrokî.
Yek ji dildarên Înîsiyatîfa Avê Gongor Erçîl jî diyar kir ku yek ji sedemên sereke yên pirsgirêka tîbûnê ya li Mûglayê tehsîskirina çavkaniyên avê ya ji bo santralên termîk e û got ku ger dest ji vê rewşê bê berdan, dê pirsgirêka ava vexwarinê ya bajêr çareser bibe.
Hevserokê ÇEV-DER’ê Alî Kalçik bal kişand ser texrîbata ekolojiyê ya li Kurdistanê û got ku çareseriya pêşîlêgirtina vê texrîbatê, xwedîderketina li paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Abdullah Ocaln e.
Çemê Êlihê ji bo erdnîgariya Êlihê wekî çavkaniya debar, av, oksîjen û çavkaniya nebatan e. Lê ji ber rayedarên dewletê tedbîran nagirin, di çem de kanên xîzê tên kolan û fabrîqetorên li pîşesaziyê hemû berhemên sanayê di nava çem de vala dikin. Qirêjkirina çem, siberoja çem dixe talûkeyê.
Endama Koma Xebatê ya Ekoqirkirinê ya Koalîsyona Edaleta Avhewayê Îlksen Dînçer Baş, diyar kir ku ji bo "Ekoqirikirinê" daxilî nava çaçroveya sûc bê kirin têdikoşin û got ku sûcên li dijî xwezayê bêceza tên hiştin.
Gundê Çoçelî yê kurdên elewî yê bi ser navçeyê Bazarcix a Mereşê bi talankirina xwezayê vê rû bi rû hatiye hiştin. Şêniyên gund bertek nîşanî fabrîqaya çîmento û kana keviran ên li nezî gund hatine avakirin dan û xwestin ev febrîqa ji gundê wan bên rakirin.
Birîna daran ku di bin çavdêriya leşkeran de ji aliyê cerdevanan ve tê kirin, havîn û zivistanê didome. Endamê Komîsyona Hawirdorê ya DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez, diyar kir ku desthilatê li dijî xwezaya Kurdistanê şerekî polîtîk daye destpêkirin û got: “Tenê di 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn.”
Têkildarî 10 RES’ên tê plankirin li Pilemûriyeyê bên çêkirin daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku heke ev proje pêk bê dê rê li ber ziyanên jêneveger veke.
Serokê ÎMO ya Wanê Mihaîl Atîk diyar kir ku qeraxa Gola Wanê bi kevir û betonê hatiye tijekirin û bal kişand ser wê yekê ku avahiyeke qaçax tê çêkirin. Atîk, got ku dê gilî bikin.
1’emîn Dadgeha Cezayên Îdareyê ya Wanê, biryara “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” ya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya têkildarî Regulator û Projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlanê betal kir.
Komeleya Ekolojiyê ya Amedê li dijî çanda mezaxtinê ya pergalê, 5’emîn Bazara Pevguhertinê li dar xist. Di bazarê de dîmenên rengîn derketin holê.
Komeleya Ekolojiyê dê sibê bi dirûşmeya “Bi qasî ku em xerc dikin, têne xerckirin, em bi parvekirinê zêde bikin” 5’emîn Bazara Pevguhertinê li dar bixe.
Me dîmenên Daristana Akbelenê girtin ku bê li vir qada sîtê û darên zeytûnan çawa bi makîneyên kar hatine qirkirin.
Ji ber avahiyên fermî û wîlayên li derdora Gola Wanê tên çêkirin, xwegihandina golê pir zehmet bûye. Hat diyarkirin ku tebê li navçeya Tûşbayê 552 avahiyên li dijî îmarê hatine avakirin.
ÇEV-DER’a Wanê daxuyand ku ji bo qirkirina ekolojiyê sûc were hesibandin dê “Pêşnûmeqanûna Qirkirina Ekolojiyê” ya bi îmzeyên komele û kesên ekolojîst pêşkeşî Meclisê bikin.