NAVENDA NÛÇEAYN - Rûsyayê bi fuzeyên balîstîk êrişî bajarê Sumy ê Ûkraynayê kir. Hat ragihandin ku di êrişê de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Artêşa Rûsyayê bi fûzeyan êrişî bajarê Sumy ê Ûkraynayê kir. Di êrişê de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniya rayedarên Ûkraynayê; du fûzeyên balîstîk hatine avêtin û dema gelê bajar ji bo cejna “Yekşema Palmiyeyê” ku li gorî baweriya Xiristiyanan cejnekî girîng e kom bûy, hatine avêtin. Li gorî dîmen û wêneyên ji herêmê hatine klişandin, cenazeyên gelek kesan li kolanan e û xisareke mezin gihiştiye avahî û wesayîtên li derdorê.
ZELNSKÎ DAXUYANÎ DA
Serokkomarê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy têkildarî êrişî daxuyanî da û got ku xebatên rizgarkirinê didomin. Zelenskiy, êriş weke “wehşet” pênase kir û got: “Hevdîtinan (ên ji bo agirbestê) tu caran nekarî pêşî li fûzeyên balîstîk û bombebaranan bigirin.”