Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
- çand û huner
- 09:04 18/2/2021
Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolmê, bi minasebeta 21'e Sibatê Roja Ziman a Cîhanê ji bo zarokên 4-6 û 7-10 salî dest bi kursên kurdî dikin. Hîndekar Sîpan Haco, anî ziman ku eleqeyek mezin li hemberî Kursên Kurdî hene û wiha got: "Girîng e ku zarok bi zimanê zikmakî perwerde bibin."