Hejmara 12’an a kovara Psychology Kurdî derket
- çand û huner
- 11:17 19/3/2021
Kovara Derûnnasiya Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 12’an derket. Di vê hejmarê de jî li ser gelek mijarên derûniyê sekinîye û raxistiye ber çavan.
Kovara Derûnnasiya Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 12’an derket. Di vê hejmarê de jî li ser gelek mijarên derûniyê sekinîye û raxistiye ber çavan.
Romana Ezemşêr a nivîskar Îhsan Colemêrgî ku ji Weşanxaneya Lîsê derketiye, qewimînên destpêka salên 1600’î yên li derdora mîrekiya Hekariyan û Waliyê Wanê yê Osmaniyan digire dest. Qehremaniya Ezemşêr û serînetewandina Ehya Beg a li dijî Osmaniyan ku bi saya dengbêjan gihîştiye îro, bi saya vê romanê dê binivîskî jî xwe bigihîjîne pêşerojê.
Ji Newrozê re çend roj man. Ji ber vê li Amedê eleqeya ji bo kincên herêmî pir zêde bûye.
Komeleya Wêjekarên Kurd kongreya xwe ya ewilî li dar xist. Sultay Yaray û Mehmet Devîren bûn hevserokên komeleyê.
Kovara qerfî Zrîng ku mehane weşanê dike, di hejmara meha adarê de cih da Newrozê. Kovar bi berga ‘Bijî Newroz’ derket. Li ser berg 2 kes bi lastîkan agirê Newrozê pê dixin û dibêjin dê tekerekê jî ji bo yên hundir pêxin.
Îro salvegera 4'emîn a koça dawî ya Hozan Dilgeş e. Hozan Dilgeş bi dehan stran û berhem li pey xwe hişt û deng û stranên wî ketin ser zar û ziman û di guhên me de man. Ew dildarê welatê xwe û doza xwe bû.
Hejmara 19’an a Kovara Dilopê derket. Dilopa ku weşana mijarên çand-huner û polîtîk dike 3 sal li pey xwe hişt.
Hunermend Canê, diyar kir ku serpêhatiya wê ya muzîkê li ser çokên Şakiro û li ber dengê Meryemxanê dest pê kiriye. Canê, anî ziman ku wê bi fîlma "Fermana 74'an Şengal" xwestiye hovîtiya DAIŞ'ê ya li ser jinên êzidî bi cîhanê bide temaşekirin. Her wiha Canê bang li hêzên kurdî kir ku yekîtiya xwe ava bikin.
Akademiya Ma Muzîkê salvegera xwe ya çaremîn bi konserekê pîroz kir. Kordînatorê Ma Muzîkê Şerko Kanîwar di konserê de diyar kir ku wê tu carî zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin.
Romana "Orok" a H. Kovan Baqî ji Weşanên Lîsê derket. Diyalog û monologên ji hişekî bîrewerî diwelidin, li derdora welatekî bi binyat lê bênav! tevnek raçandiye... Xwîner bêyî hay jê çêbibe ha dibîne ku li peşberî kitaneke spî, li siya Zeyno û Fendo temaşe dike û li nitqên wan dihese.
Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar, ji bo ku kampanyaya wan a alîkariyê dane destpêkirin bigihîje armanca xwe banga piştgiriyê kir.
Hewa êdî germ dibe û bêhna biharê tê. Qadên pîrozbahiyan jî germ dibin. Konserên Amîdayê wê van qadan germ bikin. Vê konsera di dorê de bi temaya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat amadekirin. Di konserê de hunermendên jin distrên û hunera xwe nîşan didin.
Pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê ku jiyan û çîrokên 50 nivîskarên Doza 49’an têde cih digirin û bi pêşengiya MYD’ê hat amadekirin, derket.
Mizgîn Ronak bi romana "Nobedarê Gulên Kobanê" ku ji Weşanên Sîtav derketibû, bişirînekê datîne ser lêvan. Lê hîna ev bişirîn di dil de bi cih nebûye, bi dengê gurmîn û teqînan nîvco dimîne.
Îsmaîl Guney Yilmaz û hevalên xwe bi lazkî kovara "Uncire" (Bêxew) derdixin. Yilmaz, destnîşan kir ku armanca wan hejmara kesên ku karibin bi lazkî bixwînin û binivîsin zêde bikin.