53 sal in kasetfiroşiyê dike
- çand û huner
- 09:02 20/6/2023
Mûhîttîn Akbey ku 53 sal in kasetfiroşiyê dike, bal kişand ser girîngiya çandê û got: "Armanca me ne firotin e. Em dixwazin ku nifşên nû bên vir bibînin."
Mûhîttîn Akbey ku 53 sal in kasetfiroşiyê dike, bal kişand ser girîngiya çandê û got: "Armanca me ne firotin e. Em dixwazin ku nifşên nû bên vir bibînin."
Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê Ramazan Bîlmez ragihand ku 53 jê zarok 71 kes atolyeyên wan ên kurdî kuta kirine û bang kir ku kurdî li hemû qadên jiyanê bê axaftin.
NÇM'ê tevî hemû astengiyan jî çalakiya xwe ya bi navê "Çîrokên Xorasanê" bi coşeke mezin li dar xist.
Li Mêrdînê di xebatên nûkirinê de yên li hin kuçeyên bajêr, berevajî kevirên ku di îhaleyê de hatine diyarkirin, kevirên ne li gor tevna dîrokî û yên erzan tên bikaranîn.
Serlêdanên kursên kurdî yên Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê dest pê kirin.
Çalakiya "Çîrokên Xorasanê" ya NÇM'ê, ji aliyê Qeymeqamtiya Fatîhê ve hat qedexekirin.
Yek ji damezrînerê Yenî Sahneya ji aliyê dilxwazan ve hatiye avakirin, Yakûp Selîmoglû destnîşan kir ku armanca wan ew e ku şanoya kurdî bigihije herkesê.
Bi pêşengiya MKM’ê dê bernameya vegotina “Çîrokên Xorasanê” bê lidarxistin.
Xebata restorekirina berhêma dîrokî Birca Belek ev sal û nîve hêj nehatiye xelaskirin. Li gel ku karekî pêşçav nayê kirin jî, destûr nayê dayîn ku gel biçe serdana bircê.
5’emîn Rojên Ma Muzîkê, di roja xwe ya dawî de weke her car rastiyê eleqeyeke mezin hat. Di bernameyê de Kordînatorê Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar xwest ku ew 50 salan wêdetir jî hunera xwe bigihînin zarokên welêt.
Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajêr a gelek agahiyên derbarê paytextê Swîsreyê Bernê tê de hate zêdekirin.
Di 2'yemîn Kongreya Asayî ya Komeleya Wêjekarên Kurd de Fatma Taşli Tûnç û Rêdûr Dîjle bûn hevserokên komeleyê.
Ji aliyê jinên di rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd de cih digirin ve du pirtûkên helbest û çîrokan hatin amadekirin. Pirtûk dê di demeke nêz de bên çapkirin.
Hunergeha Welat vê carê jî klîba “Li Qamişlo Li Ber Derî” bi temaşevan û guhdarên xwe re parve kir. Klîbek xweşik û balkêş e. Îbrahîm Feqe got ku ev stran û klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike, behsa pêkhateyên li Qamişlo dike.
Mamosteyê MED-DER’ê Hacî Ozkal, bi zaravayê kirmanckî 2 ferheng û 3 pirtûkên li ser rêziman,biwêj û pêşgotinan û romanek weşand. Xebat û berhemên Ozkal ji Weşanxaneya J&J’yê derçûn. Ozkal got ku heke berxwedan nebe wê ziman bihele û bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî.