21’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Navneteweyî dest pê dike
- çand û huner
- 15:25 26/4/2018
21’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Navneteweyî ya Uçan Supurge bi hevîdtina “Hêviyê” dest pê dike.
21’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Navneteweyî ya Uçan Supurge bi hevîdtina “Hêviyê” dest pê dike.
Muhammed Çakiral, derhênerê belgefîlma “Kirlangiçlar Susamişsa” ku çîroka gundekî li hemberî HES’an ji bo parastina xwezayê têdikoşe vedibêje, got: “Eger em çand jiyana bi hev re û jiyaneke mirovane pêk neyînin, em ê hemû tune bibin.”
Aysel Ozdemîr li jinan guhdar kir û pirtûka bi navê “Mezopotamya’nin Kirgin Çiçekleri” derxist. Ozdemîr diyar kir ku êşa jinên li gundan wê kaşkiriye nivîsandinê û got: “Nivîsandin bi serê xwe raperînek e. Min xwest ez bi pênûsa xwe li hemberî zilmê rawestim.”
Kazim Danyelî (60) bi salan di karê înşatê de xebitî û boyaxvanî kir. Pişt re eleqeya wî li hember tembûrê çêbû û di 35 saliya xwe de li atolyeyek tembûrê wek şagirt dest bi çêkirina tembûrê kir. Piştî salan bû hosteyê tembûrê.
Koma Helbestê ya Amedê şevbihêrkên xwe yên helbestan dewam dike. Di vê şevê de behsa serpêhatiya helbestkarî û nivîskariya Azad Zal hat kirin û helbestên wî hatin xwendin.
Li Colemêrgê bi dehan dêrên Nastûriyan tune bûn. Hin dêr di encama karesata xwezayî de û hin dêrên li ser piya man jî ji aliye kesên li xezîneyê digerin hatin rûxandin.
Pêşangeha wêneyan “Ji Hundur Ber Bi Derve Ve Wêne – Xeyal Nayên Girtin” dê li Enqereyê bê pêşandan. Kesên bixwazin dikarin di navbera 28’ê Nîsanê û 4’ê Gulanê de serdana pêşangehê bikin.
Lîstikvan Bîlal Bûlût, diyar kir ku li gor 10 sal berê sinemaya kurdî pêşveketiye, lê belê bandor ji Rewşa Awarte girtiye. Bûlût diyar kir ku sinema qadeke girîng û ew bi riya sînemayê dikarin çîrokên xwe ragihînin cîhanê.
Bi minasebeta 120'emîn salvegera weşana Rojnameya Kurdistanê Nivîskar Ahmet Kanî hemû hejmarên Rojnameya Kurdistanê di pirtûkekê de kom kir. Kanî diyar kir ku Kurdistan çirûskeke ku her geş e.
Pirtûka Sîdar Jîr “Handa” ji Weşanên Lîsê derket. Jîr, diyar kir ku wî di Handayê de ruhê jinê nivîsandiye. Jîr anî ziman ku serlehenga pirtûkê Handa her çar dîwarên civakê dide der û got: “Lê belê Handa di fikr û ramanên xwe de azad e.”
Nivîskar û senarîst Osman Şahîn ku di Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê ya 37'an de layiqî "Xelata Rûmetiyê ya Sînemayê" hat dîtin, diyar kir ku wî tevî Yilmaz Guney çîrokên xwe li sînemayê guncandine û got "Tiştên min nivîsandine çîrokên kesên ji rêzê ne. Çîrok û xeberoşkên wan jî hene. Û min zahf hez wan mirovan kir."
Sîlûeta Keleha Dîlokê, ji ber avahiya muzeyê ku Şaredariya Mezin a Dîlokê çêdike, sîber dike.
Nivîskar û helbestvanê Kurd Selîm Temo, zextên li ser ziman û wêjeya Kurdî anî zimên. Temo, qedexekirina heyî jî ji bo Kurdî weke derfetekê nirxand. Selîm Temo derbarê zextên li ser çapemeniya Kurdî de jî wiha got: "Gelek kesan zimanê xwe bi rojnameya Azadiya Welat nas kirine. Azadiya Welat di çapemeniya Kurdî de wekî dara rûmetê ye."
Gazete Karinca “Ji 1915’an heta niha: Portreyên Ermeniyan” ku ji projeya Aurora Prîzeyê berhev kir weke pirtûk hat çapkirin. Yek ji wergêrên pirtûkê Lokman Sazan got: “Bi vegotina wan xwendina van mirovan, belkî jî bibe munasebeta hevrûbûn û aştiyê.”
Derhênerê fîlmê “Kaçiş” (Rev) Kenan Kavût ku di fîlmê xwe de çîroka koçberekî sûriyeyî yê di şer de malbata xwe winda kiriye û ji welatê xwe koç kiriye vedibêje got: “Îktîdar mirovên bêguneh ber bi şer ve hêl dikin. Li erdnîgariyeke ku şer lê hebe, mirin ji jiyanê zehmetir e.”