Hizr û xeyalên girtiyan nayên hepiskirin
- çand û huner
- 10:49 25/1/2018
Yekîneya Gorulmuştur û Koma Redfotograf dê xeyalên 60 girtiyan di pêşengeya “Ji hundir Derve Wêne-Xeyal nayên girtin" de bigînin hunerhezan.
Yekîneya Gorulmuştur û Koma Redfotograf dê xeyalên 60 girtiyan di pêşengeya “Ji hundir Derve Wêne-Xeyal nayên girtin" de bigînin hunerhezan.
Belgefîlma bi navê "Taş Dugmeler" a li ser Serhildana Qoçgiriyê û ji aliyê Medet Dîlek ve hatiye amadekirin, wê li Tirkiye û Ewropayê bê pêşandan. Wê belgefîl ewil li mîhrîcanên Ewropayê bê pêşandan û paşê jî li Tirkiyeyê.
Lîstikvan Bariş Atay diyar kir ku qedexekirina lîstika "Sadece Dîktator" (Tenê Dîktator), tengkirina qada şanoya polîtîk e, ji bo xwe bigihînin hemû temaşevanan dê serî li rêyên alternatîf bidin.
Nivîskar Ronî War destanên kurdî yên ku dengbêjan bi kilamên xwe anîne heta îro, dike mijara pirtûkên xwe. War diyar kir ku kilam dîrok û mêjiyê civaka kurdan e û xwest ku bêtir li vê çandê xwedî bê derketin.
Girtiya siyasî ya 25 salin girtî ye Nibel Genç bi pirtûka "Bêhna sorkirina gûşiyê gilgil (Mısır Koçanlarını Kızartan Koku) derket pêşberî xwînerê xwe.
Berdevkê Kovara Tîrojê ya bi KHK'ê hat girtin yê Amedê Reşo Ronahî, diyar kir ku OHAL'ê bandoreke cidî li ser wêjeya kurdî kiriye, divê di vê pêvajoyê de bi hilberîna zêde ji vê re bibin bersiv.
11'emîn Fûara Pirtûkan a Çukurovayê îro bi dawî dibe. Xebatkarê KOR Kîtap Yayinlari (Weşanên Pirtûkan a KOR) Burhan Coşar, diyar kir ku krîza aborî bandor li ser kirîn û firotina pirtûkan dike, edîtorê Weşanên Aramê Ulaş Guldîken jî da zanîn ku xwendevan herî zêde pirtûkên qedexekirî dixwazin.
Pirtûka helbestvan erd.agron bi navê “dîwana hestiyan” ji Weşanên Aryenê derket. Pirtûka “dîwana hestiyan” di helbesta kurdî de rengek nû xwe daye der. Helbestvan di helbestên xwe de li gel hemû zext, ceza û hewldanên çewisandinê jî behsa heyîna xwe dike û di helbesta xwe ya bi navê "aştî" de wiha dibêje: "(...) konek hat vegirtin/dîsa ji me re pir hat dîtin termên me û gelek hestiyên me hatin dizîn/gelo em ê çawa li hev werin?.."
Mamsoteyê 25 salan Mehmet Şîrîn Bûlgayê ku bi KHK'ê hat îxrackirin, dudu jê bi kurdî û yek jê jî bi tirkî 3 pirtûk amade kirin. Bûlga dê dahata pirtûkên xwe bexşî "Fona Piştevaniyê" ya li ser navê endamên KESK'ê yên hatine îxrackirin hatiye vekirin bike.
Weşanxaneyên Aram û Ava di 11’emîn Fuara Pirtûkan a Çukurovayê de ji bo xwendekarên xwe stant vekirin. Berpirsiyarên weşanan bang li xwîneran kir ku tev li fûarê bibin.
Yek ji damezrînerê koma Şanoya Araf ku 10 salin li Êlihê gelek lîstîkên kurdî pêşkêşî gel kir Murat Korkmaz, diyar kir ku şano amûrê azadiyê ye û rêya herî xweşik a lêgerinê ye.
Makînîst Sabrî Şenevî ku hewşa mala xwe veguherand muzeya sînemayê, bi hezaran afîşên fîlman û fîlmên mirovan ber bi rojên berê ve dibe. Fîlm bêyî bedel tên pêşandan.
Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê, ji bo huner hezan di meha Çileyê de bernameyek têr û tije amade kirin. Di tevahiya mehê de yek jê lîstika zarokan, dê 5 lîstik bên pêşandan.
Yek ji nîşanên girîng ên Êlihê Sînemaya Yilmaz Guney e. Saleke tabeleya sînemayê hatiye daliqandin, lê belê hîn jî sînema nehatiye çêkirin.
Pala Huner a li Amedê xebatan dike, bernameya xebatan a meha Çileyê aşkera kir. Di meha Çileyê de dê 4 fîlm bên pêşandan û şevbuhêrkek helbestan bê lidarxistin.