Berxwedana gelan dê rengê maseya Sûriyeyê diyar bike
- analîz
- 13:36 24/10/2019
Tirkiyeyê ji pevçûna di navbera DYA û Rûsyayê sûd wergirt û ket axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi ketina Tirkiyeyê ya axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevsengiya li herêmê hat guhertin. Tirkiye ji seyaseta DYA û Rûsya ya dijberî kurd sûd girt û bi hêmanên "Artêşae Millî ya Sûriyeyê" hewl dide li seha û masaya Sûriyeyê cihê xwe bigire. Lê masaya ku hêzên kurevî dixwazin li gorî hesab û berjewendiyên xwe ava bike, dê xwediyê axê yê esasî û hêza berxwedanê diyar bike.