Kesên teqawîd meaş û jiyaneke mirovane dixwazin
- aborî-ked
- 09:22 15/12/2017
Li Edeneyê welatiyên teqawîdbûyî diyar kirin ku ew di biniya sînorê birçîbûnê de dijîn û doza meaş û jiyaneke mirovane kirin.
Li Edeneyê welatiyên teqawîdbûyî diyar kirin ku ew di biniya sînorê birçîbûnê de dijîn û doza meaş û jiyaneke mirovane kirin.
Esanfên Xana Zulfîkar Ogûllari ya Bedlîsê ji ber krîza aborî hew maye dikanên xwe bigirin. Seyîthan Şenol ku zêdeyî 20 salan e li xanê esnaftiyê dike, got ku cara ewil e ku ew bi krîzeke wisa mezin re rû bi rû mane.
Esnafê li Sîteya Tomerfiroşên Amedê dixebitin, ji ber ku kirîn û firotin kêm bûye û wekî berê qezenç nakin, tengasiyan dijîn. Esnafan diyar kirin ku ew her meh deyn dikin û her meh deynê xwe dewrî meha din dikin.
Firoşkarên kayê ku ji Riha, Amed, Êlih û Mêrdînê kayê dibin hêla Qers, Agirî û Erdexanê ji ber bihabûna kayê di destê wan de dimîne. Medet Kuzgun ê ku kayê difiroşe got ku bihabûna sotemeniyê li ser wan jî bandorek neyînî dike.
Esnafên Pasaja Bazirganiya Sînor a Qelqeliyê, ji ber bazirganên mezin nikarin bazirganiyê bikin û neçar in biçin mal ji Stenbol, Edene û Mêrsînê bikirin. Esnafan diyar kir ku ew sûdê ji bazirganiya deriyê sînor nagirin û zerarê dikin.
Li herêma Qersê di demsala zivistanê de herî zêde goştê qazan tê xwarin. Lê ji ber goştê wan buha ye nayên firotin. Esnafan diyar kirin ku ji ber buhayê qazekê heta 150 lîreyî jî diçe, goştên qazan li ser dezgehên dimîne.
Aborîzan Mûstafa Sonmez der barê hejmarên mezinbûnê yên di warê aboriyê de ku ji tişta dihat payîn bêtir derketin de ev tişt gotin: "Divê mirov bi hejmaran nexape. Ev rewş ne ew rewş e ku derbas bibe. Ma di aboriyeke ku mezin bibe de betalî zêde dibe?"
Karkerên tekstîlê, diyar kirin ku pirsgirêka wan a herî bingehîn pirsgirêka aboriyê ye û xwestin ji bo wek mirovan bijîn meaşê kêmtirîn bibe 2 hezar û 300 TL.
Li Tarsûsê Bîlal Balkarayê 60 salî ku 40 sal in hesin dikute û şikil didê wiha got: "Karê ku em dikin a rast di asasê xwe de karê paşveguherandinê ye, lê wek berê tu tahmek wê jî nemaye diqede."
Bi hezaran karkerên Şaredariya Îzmirê li ser banga Genel Îş'ê dest ji kar berdan. Karkeran sazkirina kadro ya ji aliyê hikûmetê ve şermezar kir û bê şert û merc kardo xwest
Karker Mahîr Kiliç ê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîr hat avêtin, 30 roj in di greva bîrçîbûnê de. Kiliç her ku diçe pirsgirêka tansiyonê dijî û got dê têkoşîna xwe bidomîne.
Şêniyên mezraya Orîtê ya Colemêrgê ku sewalan xwedî dikin ji ber riyên wan bi hinceta “Herêma ewlehiya taybet” ku ev 6 meh in girtî ne rojên zor derbas dikin. Gundiyan wiha got: “Ji ber girtina riyan bazirgan jî nikarin bên gund û sewalên me bikirin.”
Endamê Meclîsa ÎSÎG'ê pisporê tenduristiya kar Selçûk Karstarli wiha got: "Heke îskeleyên di înşeatan de tên bikaranîn li gor mewzûatê bên çêkirin, wê rê li ber nêviyê bûyerên ku dibin sedema mirinan bên girtin."
Ji ber ku havîn hişk derbas bû, zeytûnvanên gundê Ûlaş ê Tarsûsê ji rewşa zeytûnan a îsal ne razî û kêfxweş in.
Serokê Sendîkaya Genel ÎŞ'ê ya girêdayî DİSK'ê Seyit Aslan, beriya ku Komîsyona Tespîta Heqê Herî Kêm di 15'ê kanûnê de kom bibe xwest di sala 2018'an de heqê herî kêm 2 hezar û 300 tl be.