‘Dibe ku aboriya Tirkiye hilweşe'
- aborî-ked
- 09:12 22/2/2018
Berdevkê Komîsyona Aboriyê yê HDP'ê û Wekîlê Stenbolê Garo Paylan, aşkera kir ku Tirkiyeyê bi operasyona li dijî Efrînê re di warê aboriyê de bi rûxandinekê re rû bi rû ye.
Berdevkê Komîsyona Aboriyê yê HDP'ê û Wekîlê Stenbolê Garo Paylan, aşkera kir ku Tirkiyeyê bi operasyona li dijî Efrînê re di warê aboriyê de bi rûxandinekê re rû bi rû ye.
Serokê Şaxa Hejmar 2 ê DÎSK'a Îzmîrê Arîf Yildiz, bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê, aşkera kir ku her bombeya ku tê avêtin fatûreya wê ji bêrîka karker û kedkaran derdikeve.
Esnafê Sûka Kaleîçî ya dîrokî, aşkera kir ku ji ber OHAL û şerê li welat, karê wan sedî 70 ketiye û ev tişt gotin: "Ger ku em newêribin derkevin derve, tûrîst dê çawa bên?"
Li Mêrsînê masîgir Zeynel Mîhadîoglu, diyar kir ku tomerîfiroşên masiyan ji wan dikirin, du kat difiroşin welatiyan û got: “Em hem deyndarin û hem jî li hemberî bahozan li ber xwe didin. Em dixwazin masî li gorî mafê xwe bên firotin.”
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, rapora lêkolîna DÎSK-AR’ê ya bi ser navê "Rastiya Çîna Karkeran a Tirkiye" nirxand û wiha got: "Lêkolîna DÎSK-AR'ê rastiya çîna Tirkiye nişan dide."
Serokê Giştî yê Dev Yapi Îşê Ozgur Karabulut, diyar kir ku her balafireke F-16 radibe, lêçûnê wê heqdestiya bi hezaran kedkaran e û ev tişt got: "Lêçûnên şer ji pariyên karkeran dibirin. Bi keda karkeran bombeyan dikirin û êrîşî Efrînê dikin."
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Çetîn Osman Bûdak, der barê rewşa AKP'ê ya 16 salan de rapor amade kir. Di raporê de derket holê ku di 16 salên AKP'ê de xizanî û deyn çarqat zêde bûye. Dîsa hêjmara girtî û hikumxwaran ji sedî 285, hêjmara tiryakên hişbiriyê ji sedî 678 zêde bû.
Li Tarsûsê, li malekê bi awayekî derî tomarkirinê pirase bi zarokan tê paqijkirin. Serê qaseyê 3 lîre û nîvan didin zarokên penaber û 7 lîreyan jî didin zarokên din.
Nivîskar Yusuf Gursucu, aşkera kir ku AKP'ê çawa di medyayê de pergala "hewzê" ava kir, bi heman şeklî di sanayiya parastinê de jî pergalek ava kiriye û ev tişt got: "Ne bacê didin ne jî SSK'ê. Pêwîstî bi erd hebe, erd didin. Kesên di vê qadê de bixwazin razemeniyê bikin, teşwîqên gelek mezin hene."
Karkerên Kod-A Bîlîşîmê yên ji ber sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin, di berxwedana 137 rojan de ev tişt gotin: "Ne 137 roj, hezar û 37 roj jî derbas be, em ê berxwedana xwe dewam bikin. Heta em mafê xwe bigirin dê têkoşîna me dewam bike."
Cotkarên li Borseya Sewalan a Agiriyê diyar kirin ku karê xwedîkirina sewalan û têcirin baş naçe û bi salan e bi qirîzek wiha nû re rû bi rû mane û şerê diqewime krîza aborî kûr dike.
TUÎK’ê daneyên betaliyê yê meha mijdara 2017'an aşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK'ê rêjeya betaliyê zêdeyî ji sedî 10’an e. Ji xeynî kesên ku heviya xwe ji kar qut kirine 3 milyon û 275 hezar mirov li kar digerin.
Karkerên li Hadimkoyê di Fabrîqeya Kîmyawî ya Akkîmê de dixebitîn, ji ber ku mafên xwe yên sendîkayê xwestin ji kar hatin avêtin. Kaker ji bo vegerin karê xwe 200 roj in di çalakiyê de ne.
Hevparên Ked û Demokrasiyê, xwestin Hevserokê Şaxa BES’ê yê Amedê Bedîrhan Çetînkaya yê li Enqerê hat binçavkirin bê berdan û gotin nabe ku rexne mîna delîlê sûc bê nîşandan.
Yek ji bajarên hejmara pez lê zêde ye Wan e. Di salên dawî de hejmara pez kêm dibe. Serokê Desteya Rêveber a Odeya Çandiniyê Hasan Ozgokçe, destnîşan kir ku ji bo sewalvanî ji nû ve pêş bikeve divê qedexeya li ser sewalvaniyê bê rakirin.