ENQERE - Zanyara siyasetê ya feminîst Françoise Vergès piştgirî da banga Abdullah Ocalan û diyar kir ku gelên Kurd û Tirk di qonaxeke dîrokî de ne û xwest her kes piştgiriyê bide aştiyê.
Zanyara siyasetê, dîroknas û produktora fîlman a feminîst Françoise Vergès, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, ji DEM Partiyê re name şand.
Françoise Vergès, di nameya xwe de got: “Damezirînerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, di 27’ê Sibata 2025’an de bangekî dîrokî kir û xwest rêxistin xwe fesix bike û têkoşîna çekdarî bi dawî bike. Ev bang, piştî ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî silav da parlamenterên Kurd û banga fesixkirina PKK’ê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Van gavan jî îşaret bi bendewarî û hêviya ji pêvajoyeke nû ya aştiyê afirand.
KURD Û TIRK DI QONAXEKE DÎROKÎ DE NE
Kurd û Tirk di qonaxeke dîrokî de ne. PKK’ê, di Kongreya 12’emîn a di meha Gulanê de hate lidarxistin, bi piraniya dengan banga lîderê xwe yê damezirîner qebûl kir. Di 11’ê Tîrmehê de li Silêmaniyeyê merasîmeke sembolîk hat lidarxistin û çek hatin şewitandin. Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoya aştiyê jî li parlamentoyê komîsyon hate avakirin û xebatên xwe didomîne. Divê her kes bêdudilî piştgiriyê bide aştiyê. Aştiyeke mayinde û adilane ku ne tenê bêhnvedaneke di navbera du şeran de lê aştiyeke ku hizûra civakê misoger dike, daxwaza edalet û wekheviyê ya gelan cîbicî dike be. Tekane alternatîfa li dijî rewşa şer a domdar û planên kûrewî û herêmî yên hêzên emperyalîst, aştî ye.
BAL KIŞAND SER GOTINÊN OCALAN
Hêzên pêşverû û demokratîk ên cîhanê, divê hem di asta neteweyî hem jî di astên herêmî navneteweyî de piştgiriyê bidin vê tifaqa Kurd-Tirkan. Jjixwe mercên heyî, ev yekitiye êdî veguherandiye mecbûriyeteke dîrokî. Bi gotina Abdullah Ocalan; ‘Em ne ji hêza tundî û pevçûnan lê em ji hêza siyaseta demokratîk û aştiya civakî bawerin.’ Di demeke tundî û qirkirin zêde bûyîn de pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ne tenê pêwîstiyeke, her wiha lezgîn e.”
FRANÇOISE VERGÈS KÎ YE?
Françoise Vergès ku yek ji pêşengên femînîzma dij-kolonyalîst a Fransayê ye, nivîskara pirtûkên A Decolonial Feminism, A Feminist History of Violence û A Programme of Absolute Disorder’ê ye. Her wiha Navenda Lêkolînkirina Nîjadperestiya Remond û Nîjadîkirin a Sarah Parkerê ya li University College Londonê jî hîndekar e.